logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

PEN'a Kurd: 'Em êrîşên li dijî jinê û nirxên gelê kurd qebûl nakin'

  • Dîrok: 22/07/2023
  • Beş: Nûçe

Diyarname

PEN'a Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên li ser jinê û nirxên kurdan şermezar kir û li ser endamên xwe Medenî Duran jî got, "Di civîna me de ev mijar û ev kes wê bên nirxandin."

Van demên dawî bi ser tora civakî re hin kesan gotinên ne baş ji bo jinên kurd û nirxên kurdan anîne ziman. Li ser van yekan Komîteya Jinê ya PENa Kurd daxuyaniyeke nivîsî belav kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye: 

"Jinên kurd û gelê kurd bi salan e ji bo nirxên xwe yên rûmetê, ji bo nasname û ji bo doza xwe têkoşîn û berxwedaneke mezin didin. Ji ber vî hawî jî her tim di çarçoveya şerê taybet de êrîş li wan tên kirin. Bi van êrîşana tên xwestin destkeftiyên bi salan ên jin û gelê kurd bên binpêkirin. Gelek caran jî destkeftiyên gelê kurd di qada navneteweyî de jî mixabin dibin mijara bazarê. Ev êrîşên bi awayekî sîstematîk tên kirin piralî ne. Bi binçavkirin, girtin, tundî, îşkence û her wekî din her tim hatiye xwestin têkoşîn û berxwedana tê dayin têk biçe. Bi vê yekê girêdayî li ser medyaya dîjîtal jî gelek caran êrîşên bêexlaqî li dijî jinên kurd û nirxên gelê kurd tên kirin. Em dizanin ku ev êrîşên li ser medyaya dîjîtal ji şerê taybet ê li dijî jin û gelê kurd ne cuda ne. Hinek kes jî piştgiriyê didin van êrîşan. Bila kesên êrîş dikin û yên piştgiriyê didin êrîşan baş bizanibin ku PENa Kurd her tim piştigiriya parastina destkeftî û nirxên jin û gelê kurd dike û wê her tim li dijî kesên êriş dikin û yên piştgiriyê didin êrîşan, bisekine.

Parêzer Osman Taşdemir ê qeyda wî li Baroya Stenbolê heye li ser medyaya dîjîtal gotinên zayendperest ji bo Başak Demirtaş kir. Di şexsê Başak Demirtaş de ev gotinên ji exlaq û pîvanên mirovahiyê dûr in ji hemû jinên kurd hatine kirin. Piştî parêzer Osman Taşdemir ê qeyda wî li Baroya Stenbolê heye li ser medyaya dîjîtal gotinên zayendperest ji bo Başak Demirtaş kir şûnde parêzerên Başakê diyar kirin ew ê giliyê vî şexsî bikin. Her wiha gelek kesan piştgirî dan Başak Demirtaş. Em jî wekî PENa Kurd li dijî van gotinên zayendperest û ji exlaq dûr derdikevin û dibêjin em vê yekê qebûl nakin. Her wiha vî şexsê bi navê Osman Taşdemîr heqaret û bêrûmetiyeke mezin li dijî dîlên azadiyê û li dijî nirxên gelê kurd kiriye. Em êrîş û bêrûmetiya li dijî dîlên azadiyê yên rûmeta me ne, zimandirêjiya li nirxên kurdan bi tu awayî qebûl nakin. Ev yek nayê pejirandin.

Her wiha Medenî Duran ê ku endamê PENa Kurd e jî piştgirî bi rêya medyaya dîjîtal daye vê bêexlaqî û bêrûmetiya Osman Taşdemîr. Medenî Duran, heta niha li ser navê endamtiya PENa Kurd gelek caran gelek heqeret li sazî û derdorên kurd ên welatparêz kirine. Hebûna kesên wiha ya di nava PENa Kurd de, ne li gor rêgezên PEN a Kurd û ne jî li gor pîvanên rewşenbîriya kurd e. Cihê kesên wiha di nava PENa Kurd de tune ye. Wê di civîna me de ev mijar û ev kes bên nirxandin. Li gor rêbazên me kesên li hemberî nirxên kurdan heqaretê bikin cihên wan di nava saziyên kurdan de tune ye. Loma jî di civîna me de wê ev mijar bê nirxandin û ji bo vî kesê heqaret kiriye jî wê tiştê pêwist bê kirin. Em ê tu carî êrîşên li dijî jinê û nirxekî bi milyonan kurdan nepejirînin û destûrê nedin vê yekê."


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Saziyên civakî çûn Roboskiyê

ad

Zilamê herî extiyar ê dinyayê xatir xwest

ad

“Dîwar” bi kurdî tê lêkirin

ad

Va ye strana Newroza îsal

ad

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

ad

Îşev saeteke saeta xwe pêş ve bidin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname