Hevpeyvîna ku Hesenê Dewrêş bi min re kiribû û di Netkurdê de weşiyabû çavên min li hinek tişt vekirin.
Şiroveyên ku li biniya hevpevînê bûn, hinekî ez kenandim û hişt ku haya min ji zimanzanekî me yê nû jî çêbibe.
Yekî ku navê xwe daniya xwendevanek ji Diyarbekirê aciziya xwe ji ziman û avakirin û şêweyê Mîrnameyê anîbû ziman. Heqê wî ye ku ew camêr min û zimanê min neecibîne. Her wiha heqê wî ye jî ku nêrînên xwe û zanîna xwe ya der barê ziman û gramerê de jî ji bo me yên zimannezan bide xuyakirin. Lê di şiroveyên wî de hin tişt hebûn ku dûrî her tiştî ne!
Di serî de ew dinivîse: “Xuya ye ku Jan Dost nivîsên li Diyarnameyê, ku piraniyê wan nizanin kurmancî bişuxulînin, bi tirkî difikirin û bi kurmancî dinivîsin, dixwîne û di bin tesîra wan de dimîne.”
Berê ez dixwazim ew bi însaf be û vê hevoka xwe bide ber kêra tûj ya zimanzanîna xwe. Gelo mirov zimanê kurmancî dişixulîne yan jî pê dinivîse û diaxive? Ya din, ku ez nivîskarekî nû ji hêkê derketibûma gotina wî dê hinekî bihata qebûlkirin, lê berhema min a kurmancî a yekem “Kela Dimdim” berî 17 salan derket, yanî ne Diyarname hebû ne jî malpereke bi kurmancî. Belkî wê demê înternet nebû. Pişt re Diyarname ne yek ziman e, heta ez dikarim bibêjim ku camêrên tê de dixebitin, zêde destê xwe nadin tekstên kesên ku tê de dinivîsin. Îcar ez di bin tesîra zimanê kê ji wan kesên di Diyarnameyê de dinivîsin de mame gelo?
Camêr bi vê yekê nikare hêrsa xwe sar bike, lê min nivîskarê Mîrnameyê pir nêzîkî wî karakterê bi rûpoş yê qûnek dibîne, û dibêje: “Li gorî min, karakterê ku herî zêde nêzî ruhê nivîskar e, ew e. Xuya ye ku nivîskar herî zêde bi wî re bûye yek.”
Ez nizanim çawa ez bi wî karekterî re bûme yek? Û vî camêrê Diyarbekrî bi kîjan mikroskopê zanibû ku ez û wî mêrê (qûnek) bi hev re bûne yek?? Xwendevanê me yê Diyarbekrî di ku re rihê min nas kiriye nizanim, lê ez bawer dikim ku ez ji wî qenctir rihê xwe nas dikim. Heke ji ber ku min gotiye: Xuyaye ew ji binhiş derketiye, rast e, lê binhiş ne tenê bûyerên mirovan li ba xwe vedişêre, ew her tiştê ku hatiye xwendin, hatiye bihîstin û dîtin jî diparêze heta rojekê ku derdikeve jor. Ez naxwazim ku zêde şiroveyên vî camêrê ku rûpoşek daniye ser navê xwe û xwe wisa nenas daye naskirin bînim ziman. Ew dibêje ku min zêde û dûr û dirêj dîmen û sehneyên bêfesal û yên ku qala pêwendiyên çors tê de dibin anîne ziman. Romana min nêzîkî 235 rûpelan e, ka gelo çend rûpel jê li ser (qûnekiya mêrê bi rûpoş in) û çend jî li ser bîr û bawerî û fikrên Xanî ne û çend jê li ser tesewufê ne, çend jê li ser evînê ne, evîna pak û zelal! Û çend jê li ser qenciyê û dirustiyê ne ku vî camêrî çavên xwe jê girtine??
Bi qasî ku di civakê de porno û pêwendiyên (Pîs û çors) û ecêb hene di romana Mîrnameyê de nîn in. Eger porno yan erotîzm derbasî wêjeya me bibe, bila tirs çênebe, ji xwe camêr gotiye ez Mîrname tewsiya nakim ji bo xwendinê!! Mîrname dê were xwendin, dê were naskirin jî û dê xelk tê derxin ku libek zîwan çewalekî genim xera nakin.
Li ser mesela ziman jî, zimanê min êdî pûç bûye hingî bibêjim: Kuro lawo bila kesek xwe neke zimanzanê yekem li vî welatî, zimanê me li her herêmekê bi rengekî tê nivîsandin, yek gramer nîn e, her kesek bi rengekî teksta min redekte dike, ez jî nabêjim bo? Yanî hemû rast in. Li cihekî (sîng) nêr e li cihekî din mê ye. Li cihekî camî ye, li yekî mizgerft e!! li cihekî mîrata tewangê heye, li cihekî nîn e û ziman rep û rast e. Îca nizanim gava tu ji min re dibêjî: wisa şaş e, te rastî ji ku aniye? Pîvan çi ye ku ev rast e ew na? Ez bi xwe ji bo zimanê kurdî xwe diwestînim, mesela peyva raçav, di ferhenga Elhediyye Elhemîdiyye de heye, ew ferheng berî 130 salî çap bûye, eger eslê gotinê tirkî be jî ne xema min e, wê gotinê şerwelekî kurmancî li xwe kiriye û bûye milkê me.
Li vir dixwazim xaleke din zelal bikim, berê mesela Nalbendê di Mîrnameyê de, dûre mesela stranbêj û tenbûrvanên ku min di hevpeyvînê de behsa wan kiriye, her du jî ji min şaş hatine fêmkirin. Ez ne ku qedrê nalbendan dadixînim, yan jî hunermend û muzisyen û dengbêj û stranvanan biçûk dibînim, ne wisa ye, ji xwe ew jî qedirbilind in û hemkarên me wêjevanan in di vêxistinan hestên mirovan de, lê xuyaye min baş nikaribû fikra xwe bigota, di Mîrnameyê de jî û di hevpeyvînê de jî hedefa min ew e ku bibêjim çi pîşe û kar û senet hebe ji wêjekariyê baştir e, kesê nivîskar ku bê meslek be, rezîl û riswa dibe. Ji nivîskariyê nikare nan bixwe, ne mîna kesê stranvan, ew çawa be îdara jiyana xwe ji stranên xwe dike. Eger şaş hatibe famkirin lêborînê ji hemûyan dixwazim. Min nizanibû ev fikre baş zelal bikira.
Ez dilê xwe ji rexneyan nagirim, ji xwe spasiya her kesekî ku şaşiyek min raberî min bike dikim. Dîsa spasiya wî camêrê bi navê Firat Amedî û jî dikim, xuyaye tenê yên li Amedê dixwînin.