Diyarname
Hunermenda îngilîz Adale bi albuma xwe "21" 6 xelatên Grammy girtibû, niha firotina vê albumê 10 mîlyonî derbas kir. "21" piştî albumên Linkin Park "Hybrid Theory" û Usher "Confessions" di vê salê de bû sêyemîn album ku firotina wî 10 mîlyonî derbas dike.
Li gor daneyên Nielsen SoundScan albuma Adele ji sala 1991'ê ve bû 21'emîn album ku firotina wê 10 mîlyonî derbas dike.
Adele bi stranên xwe yên bi navê "Rolling in the Deep", "Someone Like You" û "Set Fire to the Rain" ên di albumê de par di lîsteya muzîkê de di rêzên pêşî de bû.
Adele bi "21"ê 6 xelatên Grammy û di nav Xelata Muzîkên Amerîka de jî "Muzîkara Hemdem a Gihîştî" girtibû, di rêzeya James Bond de bingeha muzika "Skyfall" çêkiribû.
Vaye strana "Set Fire to the Rain" ya Adale:


