Mixabin ji ber pêknehatina rêbazên rastnivîsê yên hevpar û her weha ku bi disîplîneke zanistî û rêvebirî zimanê nivîskî nehatiye standartkirin, di nivîsa kurdî de gelek şaşî têne kirin. Di hin peyv û rêbazan de, hin kes li gorî dîtin û zanîna xwe tevdigerin. Carina dibêjin a min rast e û carina jî dibêjin, wisa jî dibe, weha jî dibe, tercîha min ev e. Û rastî li gorî tercîhan diguhere. Ev jî dibe sedema gelek astengî û gengeşiyan.
Hin peyvê ku nîqaş li ser wan hene ku bi her du dîtinên ji hev cûda jî bêne nivîsandin ji hêla mantiqê ve aloziyên mezin dernakevin. Dibe ku ji hêla disîplîna rêzimaniya wî zimanê ve nakokiyek derkeve holê lê ji hêla mantiqê ve nakokiyên mezin dernakevin.
Mînak, peyvika “her du”. Hin kes vê peyvê bi hev re, weke “herdu, herduyan” dinivîsin. Li gorî min divê ev her du hêman ji hev cûda bêne nivîsandin. Weke “her du” ku wisa be dê siberojê, bi taybetî ji bo fêrkirina zarokan pir hêsa be. Ku em di tirkî de li vê rewşê binêrin, hêmana “her” di hin cihan de bi hev re, di hin cihan de jî cûda tête nivîsandin. Di perwerdehiyê de jî ev yek dibe sedema şaşiyan. Ligel ku ji hêla mantiqê ve tu nakokiyên mezin pêk neyîne jî ev hêman (hêmana her) ji hemû hêmanên dî cûda be dê çêtir û hêsantir be. Jixwe kesên ku peyva “herdu” bi hev re dinivîsînin, peyva “her hezar” an jî “her pêncî” ji hev cûda dinivîsînin. Hal bi hal ji hêla mantiqa zimên ve, “her du” û “her şêst” heman tişt in. Heke yek bi hev re be, divê yên dî jî bi hev re bin. Heke yek cûda be, divê yên dî jî bi heman mantiqê bin.
Lê dîsa jî ev peyv, di nivîsandinê de bi awayên ji hev cûda bête nivîsîn jî, di xwendin û bilêvkirinê de nakokiyeke mezin li dijî mantiqa zimên pêk nayîne. Lê weke mînak ku em li peyva “jiyankirin” an jî li peyva “bi rûniştandin da” binêrin, ji hêla mantiq û rêbazên zimên ve keraseteke nedîtî heye.
“Em li vê derê jiyan dikin.”
“Ez ê di dilê xwe de bidim jiyankirin.”
Rast e, di kurdî de lêkerên hevedûdanî hene. Ev lêker ji du hêmanan pêk tên. Hêmana yekem an rengdêr (sor kirin, sist kirin), an jî navdêr e.(tirk kirin, ereb kirin). Hêmana duyem jî lêker e. Ew lêker jî lêkerên “kirin û bûn”in.
Lê di kurdî de tu lêkerên hevedûdanî yên ku bi du hêmanan û ew her du hêman jî lêker bin, bêne çêkirin, min nedîtine. Her çi qasî lêkera “jiyan” bûye navdêr jî , “jiyan kirin” li gorî tu rêbazê çênabe. Lê mixabin, gelek kes, bêyî lê bifikirin û bêyî bizanibin, vê çewtiyê li her derê dubare dikin.
“Min ew li wir dan rûniştandin.” Mixabin ev çewtî jî ji hêla gelek kesan ve tê kirin. Di kurdî “dan çêker” heye. Karê ku dibe carina mirov raste rast bi xwe dike. Mînak, “Min kirasek dirût.” Carina jî mirov wî karî bi xwe nake lê bi hinene dî dide kirin. Mînak, “Min kirasek da dirûtin.” Di vir de jî heman tişt e. “Ez rûniştim.” An jî, “Min da rûniştandin.” An jî “Min da rûnandin.” Lê “Min bi rûniştandin da.” “Min bi rûniştandin kir.” Qet û qet nabe. Mirov dikare heta radeyekê bikaranînên mîna van mînakan, di devokên herêmî de asayî bibîne, lê ku em rabin van çewtiyên herêmî, bi vî rengî di nivîsê de jî bikin, qet nabe.
Yeke din jî cûdatiya “ku” ya gihanek û “kû”ya ku pirsa cih dike ye. “ku” ya ku gihanek e bi –u-yê tête nivîsandin û “kû” ya ku pirsa cih dike jî bi-û-yê tête nivîsandin. Lê mixabin, gelek kes bêyî ku bala xwe bidinê, her duyan jî mîna hev dinivîsînin û mixabin ev yek jî çewtiyeke dî li nivîsandina kurdî zêde dike.
Çewtiyeke dî ku min di romanekê de, ne tenê carekê ku mirov bibêje çewtiyeke bêhemdî ya computûrê ye, lê çend caran, heman çewtî hatiye dubarekirin heye ew jî çewt bikaranîna daçekan e. Weke ku tê zanîn daçekên di kurdî de yên sereke birek ji wan ji yek hêmanê pêk tên. Mînak, li,(Ez li wî dinerim.) ji,(Ez ji te dûr im.) bi, (Goşt bi kêrê jêke.) di, daçeke –di- her çi qasî di berhema C.E.Bedirxan de, weke “Hespên di Soro,” hatiye bikaranîn jî, ev awa îro pir kêm tê bikaranîn. Daçeka –di- weke qalib tê bikaranîn. Di….de, di…..ve, di….re. Lê weke ku min li jor got, di romanekê de, bi vî awayî hatiye bikaranîn: “Bi dû wê de re jî,” weke ku tê dîtin, hêmana daçeka qalibî, hêmana dawî, du heb in. Ev jî di nivîsê de vegotinê xera dike.
Peyveke din ku di her kêlî û ji hêla gelek kesan ve bi çewtî tête bikaranîn jî peyvika ku rêzê diyar dike ye. Dîsa em mînakê li ser tirkî bidin bawer dikim ku dê mijar bêtir bête têgihiştin. “Birincî” û “birincisi”. Mixabin kesên ku van peyvikan di kurdî çewt bikar tînin zehf in. Weke ku di mînaka tirkî de jî xweş xuya dibe, her du ne heman tişt in. Di zimanê erebî de jî bi heman wate û heman awayî ye. Lê ku em li bikaranîna di kurdî de dinerin, mixabin weke bikaranînên dî yên çewt, ev jî çewt tête bikaranîn. Hal bi hal, bergindeya “birincî” ya di tirkî de, “yekem” e, û her weha jî bergindeya “birincisî” jî “yekemîn e. Lê di pratîkê de, em dibînin ku peyva “yekemîn”, ji bo her du wateyan jî bikar tînin.
Bi hêviya rastnivîsa hevpar û bikaranîna rast ve…


