Arjen Arî, ji bo ku helbesta xwe bipijîne, bi hevîrtirşa helbesta klasîk hevîrê xwe stiriye lê ne di tenûra gundê Çalê de, di firneya nûjen a cîhana modern de nanê xwe pehtiye. Ango tovên ku ji çiya û zozanên Kurdistanê berhev kirine, anîne, di zeviyên deşta welatê xwe de çandine û ev tov xweş û xweşik şîn bûne. Ber girtine.
Erê ew tov şîn hatin, ber girtin bûne berhem; ramûsanên xwe li geliyan veşartin, li çiyayên rûspî bûne lehengê berxwedana kurdan, bûne Kawa, bûne Şêrgele; ne çar û ne çil, bûne bi sedan helbest, ne tenê li bakur û li başûr, li her çar qetan, di dilê kurdan de gobilîn, ligel newayên mîna dengê têla gîtara hunermendê kurd, Memet Atlî.
Arî paleyekî zeviya wêjeya kurdî ye, paleyekî kedkar e ku bi keda xwe, bi dil û mêjiyê xwe giyana xwe ya bindest şâşt û pikîpak ji nav me çû. Wî Kurdistaneke azad nedît lê dê helbestên wî di dilê kurdên azad de, her tim zindî bin, heya wê roja ku her kurdê bi rûmet li benda wê ye. Ku her belbesteke wî, dikare bibe stranek, dikare bibe sirûdek ji rojên azadiyê re, di rojên dijwar de...
Bi pênûsa xwe, bi dilê xwe rengekî delal da helbesta kurdî û bi wê helbestê bû paleyekî zimanê kurdî jî, ku bi helbesta wî kurdî dibe kewara hingivî. Di pêvajoya bindestiya gelê xwe de, tişta herî zehf dilê wî diêşand, parçebûna welatê wî bû ku wî vê yekê wekî – çar qet- bi nav dikir. Loma heta jê hat dengê xwe li helbesta xwe bar kir û dil û mêjiyê xwe jî pê re û ew deng li –çar qetan- belav kir, bi hêviya ku rojekê kulîk di dilê wî û dilê her kurdê bi rûmet de vebin. Kulîlkên azadiyê...
Di wêjeya neteweyên bindest de, ziman hêman û navgîna girîng a nasnameyê ye. Arjen Arî jî bi vê hişmendiyê, her tim zimanê xwe di jiyana xwe de zindî û çalak girt. Dîsa bi vê ve girêdayî, di helbesta xwe de, di nivîskariya xwe de, çanda gelê xwe bikar anî. Û bi vê yekê xwest bi qasî serê derziyekê be jî keda wî di avakirina netewebûna gelê xwe de hebe. Wekî ku nivîskar û şaîrê îngilîz Aldous Huxley jî angaşt dike ku ‘romanûs û helbestvan heta radeyeke mezin îcatkarê neteweyên xwe ne*, bi vê baweriyê tevgeriya û bi vê mebestê helbestên xwe ristin.
Di hevpeyvîneke ku kovara W pê re kiribû de wiha gotibû Arjen Arî, “Min xwest ez her tim bi ‘bîr’ bim, bi bîr bînim, xîtabî ‘bîrê’ bikim.”**
Belê bi hişmendiya wê ‘bîr’ê, rahijte pênûsê, her tim rabirdûya gelê wî, di ‘bîra’ wî de bû, gava helbestên xwe dirîstin, dixwest xwendevan her tim vê dîrokê û bi vê re çand, ziman ango nasnameya xwe ji ‘bîr’ neke.
Ji ber keda wî ya di warê wêjeyê de ku di encama vê kedê de berhemên hêja diyarî gelê xwe kir tu caran dê neyê jibîrkirin,ew ê her tim di ‘bîr’a gelê xwe de be.
Mixabin wekî ku wî jî di jînenîgariya xwe de gotiye, “Kurdan gotiye, ‘ji lêhatinê, ji jêhatinê’ ji min re li hev nehat. Hê ez 11 salî bûm, bavê min çû rehmetê.” *** Jiyan jî jê re li hev
neanî û di demeke bêwext de, ji nişkê ve ji nav me bar kir û çû. Lê helbestên wî dê her tim hebin, ma ku ev ne bextewerî be, bextewerî çi ye?
‘Xasenezer’, berhema wî ya dawî bû. Di vê berhema cerbînê de, helbest di serî de, dîtin û gotinên xwe yên derbarê wêje û zimanê kurdî de bi me re parve kirine. Mixabin nexweşiya kambax nehişt çapa vê berhemê bibîne. Lê gava ku wî li bajarê Edenê tedawî didît û min bi riya telefonê rewşa wî pirsîbû, wî jî rewşa ‘Xasenezerê’ ya dawî ji min pirsîbû û li ser daxwaza wî, min dosya bi riya înternetê jê re şiyandibû.
Oxir be Arjen Arî, oxir be paleyê helbesta kurdî...
(*): Romana Kurdî û Nasname, Haşim Ahmedzade, Avesta, 2011-Stenbol
(**): Kovara W, hej. 32, r. 59, hevpeyvîna ligel Elîxan Loran
(***): Kovara W, hej. 32, r.56
Têbinî: Ev nivîs pêşgotina pirtûka Arjen Arî ya bi navê "Xasenezer" e ku di demeke kin de, dê ji nav Weşanên Evrenselê derkeve.


