Diyarname
Konseya Bajêr a Geverê û Şaredariya Geverê dê Festîvala Çand û Hunerê ya Cîloyê li dar bixistan lê eymeqamiyê festîval qedexe kir.
Qeymeqamiya Geverê bi sedema "ewlehî nîn e" festîval qedexe kir.
Li ser mijarê Serokê Konseya Bajêr a Geverê Muhyettin Unal daxuyaniyeke da, da gotin ku di serîlêdana wan a yekemîn de Qeymeqamiya Geverê erênî li mijarê nêriye û wiha berdewam kir: "Piştî ku ji ser serîlêdana me re 5 roj derbas bûm bersiveke dan û gotin ku herêma Mirgezer, Ştazin û Arûşe herêma ewlehi ya leşkeriyê ye û ji ber vê yekê ew nikarin destûrê bidin. Qeymeqamî di nivîsa xwe de gotiye ku hûn dikarin ji bo ciheke din serî lêbidin. Li ser vê yekê me jî ji bo Meydana Belek û Çiyayê Mordak serî lê da lê bi heman sedemî ev der jî qebûl nekirin. Şaredarê me bi serleşkerekî ji Qereqola Herêma Mergezer re xeber da, serleşker gotiye ku ger qeymeqamî destûrê bide pirsgirêka ewlehiyê nîn e."
Amadekarên festîvalê didin zanîn ku tu pirsgirêka ewlehiyê nîn e, lê dîsa jî destûr nedaye; digel her tiştî ewê festîvalê li dar bixin.


