Koçberî, mişextî, penaberî; her sê jî li ser eniya mirovên bindest nivîsandî ne mîna nav û paşnavên wan. Dagirker, welat, axa bav û kalan dikin dojeh ji kesê/a bindest re.
Carina bêkar û birçî ye, bi mebesta bidestxistina gezek nanî koçber dibe, dev ji cih û warê bav kalan berdide û berê xwe dide welatên xerîbiyê. Carinan desthilatdarên dagirker, mirovên bindest bi darê zorê ji xaka wan derdixin û bi vî awayî mişextî dibin. Carina jî ji ber zilma dijwar mirovên bindest xwe li nav êgir dixin û xwe diavêjin derveyî welatê xwe, ji bo ku xwe ji mirinê rizgar bikin.
Di destpêka salên heştêyî de, çawa zilma desthilatiya leşkerî li dar ket, piranî suryaniyên Kurdistanê, kurdên êzîdî û her wiha kurdên misilman dest bi koça welatên Ewropa kirin. Suryanî di nav pêtên zilmê de bûn, êzîdî ji çar hêlan ve dihatin perçiqandin û kurdên welatparêz di nav çerxên zilma rejîma leşkerî de çûbûna qaqa reş. Ligel vê zilmê û zorê, êşa tinehî û xizaniyê jî bû sedem ku gelên Kurdistanê dev ji çanda xwe, dev ji axa xwe, dev ji hemû nirxên xwe berdin û welatên ewropa ji xwe re bikin cî û war.
Roj, meh, sal derbas dibin lê cihûwarê nû yê ku bi rehetî gezek nanî tê de dixwin tu carê ji wan re nabe welat. Loma her çi qasî her roja wan î li welêt bi êş û dert derbas bûbe jî ew her tim di dil û mêjî de welatê xwe dijîn. Dema dirêj û dûrî, hest û evîna wan a niştimanî tu carî kêm nake.
Ne kolanên fireh û birêkûpêk, ne tirimbêlên modern û ne jî geza nanî ya ku bi rihetî dixwin nikare welatê wan li ber çavên wan reş bike, nikarê dilê wan jê sar bike. Ew her tim bi hesreta welatê xwe dijîn. Hêvî dikin ku dê rojekê vegerên cih û warê rastîn.
Gelo çi ye ev kirûya ku welat şêrîn dike. Welatê ku tê de belengaz bûn, di bin zora zilmê de, di nav êş û derdan de bûn çima wan dikişîne. Ew derûnî, ew seqa tiştekî çawa ye gelo?
Helbet ji penaberên kurd, nifşê navsere û yên mezintir, ligel bi hêsanî peydabûna geza nanî, ligel serbestiya Ewropa û tunebûna zilma dagirkeran û her weha parastina zagonên van dewletên modern û demokratîk; di jiyana rojane de ne bextewer in.
Ji ber pirsgirêka wan a zimên, ji ber seqaya ku ji wan re gelekî biyan e û tu carî ew nikarin xwe tê de îfade bikin, ev nifş her tim di nav tengasiyê de, di nav derûniyeke xerab de ne. Nifşên nû jî ligel asîmîlebûn û daxwaza adaptasyonê jî ji ber çanda malbat û netewî tu carî bi awayekî sergihayî û bi rêk û pêk entegreyî civaka Ewropa jî nebûn. Di vî warî de, çi qasî hewl bidin jî, li ba ewropiyan ew her tim ser-reş in.
Apê Kato, kurdekî êzîdî ji gundê Efşê yê li ber quntara çiyayê Bagokê bû. Li gundê Birguriya ya Nisêbînê, him cîranê me, him kirîvê me bû. Lê hezkirin û rêzdariya min a ji Apê Kato re, ne ji cîrantî û ne jî ji kirîvantiyê ye. Ew mirovekî mêrxas û her weha welatparêzekî dildar bû. Di zarokatiya me de radyoya Êrîvanê vedikir û dixwest em lê guhdarî bikin. Wê demê têkoşîna Mele Mistefa û Mam Celal a li hemberî diktatoriya Seddamê xwînxwar germ bû û wî her tim behsa têkoşîna neteweyî ya Başûrê Kurdistanê dikir.
Piştî karesata Dozdehê Rezberê ya sala Hezar û neh sed û notî, ku gelek welatparêzên kurd bi dinyayê terqandin, Apê Kato jî da dû zarokên xwe, xizmên xwe yên ku berî wî çûbûn û çû welatên sar û dûr. Piştî çûna wî bi bîst salan, ez li Germenistanê bûme mêvanê wî. Jiyana wî, mîna jiyana masiyekî di nav akwaryumê de bû. Bi awerta di her hevoka wî de, yan navê welêt, an behsa welêt an jî bêhna welêt hebû. Çavên wî êdî qet nedidîtin, dilê wî bi hesreta welêt dikeliya. Pir dixwest, qet nebe careke dî werê welatê xwe, axa xwe bêhn bike, hewaya Çiyayê Bagokê bikşîne dil û hinavên xwe.
Digot, “Ez bimrim jî, bi mirîtî jî be jî ez ê werim welatê xwe.”
Zêdeyî sî sal temenê xwe li welatê Ewropa derbas kir lê ew her tim li Kurdistanê dijiya. Ligel ku çavên wî nedidîtin, her tim li ber telewîzyonê bû û li nûçe û agahiyên welatê xwe guhdar bû. Bedena wî li Ewropa bû lê dil û mêjiyê wî li Deşta Nisêbînê, li Çiyayê Bagokê, bi tevahî li Kurdistanê bû. Îro bedena wî jî anîn Kurdistanê li quntara Çiyayê Bagokê li cihê ku dil û mêjiyê wî tê de bûn, binax kirin. Îro bi hezaran, bi mîlyonan mirovên mîna Apê Kato, li penaberiyê dîlê jiyanê, dîlê mişextiyê ne. Bawer dikim heta welatê kurdan azad nebe, dê penaberî her tim qedera wan be. Bi hêviya dahatûyeke azad ku her mirov li ser axa xe be, ne ku bi mirinê bigihe axa xwe.


