Diyarname
Kovara W dosyayeke li ser Mihemed Şêxo amade kiriye: Navê gund jî, sala bûyînê jî bûye mijara nîqaşê.
Hejmara nû ya kovara W ya rezber û kewçêrê derket. Di vê hejmarê de kovarê li ser hunermendê navdar Mihemed Şêxo dosya amade kiriye. Dosyaya ku bi navê "Êvîndarê Gulê Mihemed Şêxo" hatiye pêşkêş kirin de van kesan nivîs nivîsiye:
"Destpêk û zelalkirina çend xalan" Azad ZAL - Dîlan AYDIN, "Jiyana Mihemed Şêxo û hunera wî" Îbrahîm EBDÎ û Mişelê OSMAN, "Stran sînoran nas nakin" Qado ŞÊRÎN, "Mamosteyê ola Îslamê û hunermendê gelê xwe; Mihemed Şêxo" Îkram Balekanî, "Kurtejiyana Mihemed Şêxo" Sedran C. NEWADAR, "Mihemed Şêxo û hilbijartina gotinan" Konê Reş, "Dema bilbil bo gulê dixwîne Bavê Felek tê bîra mirov" Tayîp TEMEL, "Nefela çarpel" Rêwar Evîndar, "Nameya Mihemed Şêxo ya destnivîskî" M. Xelef - S. F. Moctevî, "Nalîna axa bi şewat; Mihemed Şêxo" Mehdî Mutlu, "Awaza evîndarî û dengê yekîtiyê Mihemed Şêxo" Mizgîn DÎLAN, "Xwedîderketina li miriyan" Rizoyê Xerzî, "Çend stranên Mihemed Şêxo digel notayan" Amadekar: Sedran C. NEWADAR. Her wiha di çarçoveya dosyayê de hevpeyvîna ku Mustafa Gazî bi kurê Mihemed Şêxo Birûsk re kiriye jî cih girtiye.
Xala herî balkêş a dosyayê sala rojbûn û gundê ku hunermend Mihemed Şêxo lê hatiye dinê ye. Di dosyayê de gelek nivîskaran her yekî bi awayekî sala rojbûna Şêxo û navê gundê ku lê hatiye dinê diyar kiriye. Û tevliheviyê xwe nîşan daye. Ji dosyayê ev xalên ku serê xwendevanan tevlihev dikin:
- Îbrahîm Ebdî û Mişelê Osman: Di sala 1947'an de li gundê Xecokê ji dayik bûye.
- Qado Şêrîn: Di sala 1948'an de li gundê Gibawî hatiye dinê.
- Îkram Balekanî: Di sala 1948'an de careke din gundiyên Girbavê mizgiriyê didin hev.
- Sedran C. Newadar: Hostayêmezin Mihemed Şêxo di sala 1948'an de li Xecokê ji dayik bûye.
- Tayîp Temel: Di sala 1948'an de li gundikê Xecokê yê bi ser Qamişloyê hatiye dinê. (Li gor nota kovarê Temel ev agahî ji malbata Şêxo girtiye)
- Wîkîpeia Kurdî: Humermendê kurdê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948'an de li başûrê rojavayê welêt, li gundê Gîrbanîn ya Qamişloyê tê dinê.
Di dawiyê de kovarê biryara xwe li ser hejmareke û gundekî li hev kiriye û wisa gotiye: "Em, 'Di sala 1947'an de di meha Sibatê de li gundê Xecokê' bûyîna wî; ya rastir dibînin û wisa dipejirînin."
Di kovarê de Abdûrahman Bakir bi navê "Apê Mûsa", Arjen Arî jî bi navê "Birîna Reş" li ser Musa Anter nivîs nivîsiye. Receb Dildar "Ji dîroka Amedê çar rûpelên wendayî" girtiye dest, Bahadîn Robar jî "Mizgefta Mishefa Reş" nivîsandiye.
Di hejmara 22'yan a W'yê de her wiha çîrok, helbest û nivîsên din hatine pêşkêş kirin.