Rifat Arya
“Werin, em dagerin jêr, zimanên
wan tevlîhev bikin da ku ji
gotinên hevdû fêm nekin.”
Tekwîn-VI
Daxwaza fêmkirina ji “kesên mayî” meraqeke merivan a gelek kevn e. Pêdiviyek pir bi hêz e ku meriv ji zimanê “yên xêncî” xwe fêm bike. Ev daxwaz û pêdivî ne bes ji bo têgihiştina bi axaftin û galegalên ‘benîadem’ in, her wiha ji bo têgihiştina bi zar û zimanê hemû candar û ruhberên li ser rûyê erdê ne jî.
Gelek çîrok û fablên ku mirov û heywanat tê de, bi hevdû re diaxivin, me guhdarî kirine û xwendine. Ji destpêkê heta îro, mirovan xwestiye ku wê nezaniya xwe ya di der barê zimanek biyanî de têk bibe. Çi ye, ev meseleya Sultan Silêmanê ku haydarî zimanê hemû lawir û sewalan e! Û Feqiyê Teyran ê ku bi zimanê tevekî teyr û tilûran dizane! Ev tişt ji derî rastiya fesaneyan, rastiya hewleke pir xurt a mirovan e ku ew dixwazin hemû dengên xwezayê deşîfre bikin û xwe bigihînin wateya wan.
Di nava civakê de, pirsgirêka ragihandinê pirsgirêkek sereke ye. Ji ber ku di hemû têkiliyên aborî, çandî, siyasî û hwd. de, yekane alav ziman e û ji sedema ku her civakek xwedî zimanek cihê ye, di warê ragihandin û ji hev fêmkirinê de pirsgirêk rû didin. Her wiha, civak mecbûrî pêwendariyek daîmîne ku ev yek jî dike ku ew ê hewla çareserkirina vê pirsgirêkê bidin. A divê qonaxê de werger wekî rastiyek jênager derdikeve holê. Her çiqas beşek giran ji kesên wêjevan û zimanzan li hember wergerê bin jî, ji ber sedemên ku me behs kirin, çare nîn e divê werger bêne kirin. Tirs û fikara van kesan ev e ku (bêhtir jî di derbarê metnên wêjeyî de) di navbera du zimanan de, wateyên ku tu car hevdû qepeçe nakin (li hevdû nabanin) hene, ji rûyê mantiqên jihevcuda, pirî fenomenên hêmayî tekabûlê hevdû nakin. V. Wolf dibêje; “Tiştek bêkêr e ku mirov wergerên ku ji zimanê Girekî hatine kirin, bixwîne. Çimkî wergêr bi tenê dikarin wergerek wan ê nexuyayî (rûpoşkirî) bidin destê me.” Lê W. Humbolt bi nêrînek hişktir nêzîkê pirsgirêkê dibe û ji binî ve li hember wergerê disekine: “Her wergerek, li gorî min, tiştek bê çareserî ye ku mirov rabe, çareser bike.” Mirov dikare têbigihêje ku Humbolt çi dibêje, lê hinek zehmet e ku mirov tevlî nêrîna wî bibe. Lê, Wolf bi nirxandinên xwe yên li ser wergerê, pêşkarî krîtîka wê dibe û mirov dahfî ser rêyên maqûl ên pêkanînên wê dike dide û dike ku mirov van pirsan dayne ber xwe: Werger, lê wergerek çawa? Du civakên ku lîstik, şahî, çand û tore û radeya pêşketina teknîk û zanyariya wan ji hevdû cûda be, wê li hevdû wergerandina zimanên wan jî dijwartir be û wê pirsgrêk jî girantir bin.
Ji ber ku di wergerandina metnên zanistiyê de naverok grîng e û şêwaz ne pirsgrêkek ewarebûnê ye, divê mirov bêhtir li ser wergerên wêjeyî-hunerî serî biêşîne. Lewra, di metnên wanî de, hema bigire şêwaz cehda pêşiya naverokê dike. Wergêr, wexta ku bi zimanê dereke (biyanî) re rû bi rû dimîne, divê ev sê pirs bêne bala wî:
Nivîskar çi dibêje ?
Nivîskar qesta çi dike ?
Û ew vê tiştê çawa vedibêje ?
Pirsa yekem û ya duyem girêdayî zanebûna wergêr a di derbarê zimanê biyanî de ye. Yanê, wergêr ji bo ku dest bi karê xwe bike, wekî krîter carekê divê van herdû tiştan bizanibe û ji gotin û rêzikên wê nivîsê fêm bike. Mînak, ku çav bi rêzikek mîna “Mère souvenirs, maîtresses des maîtresses”* bikeve, bi kêmanî nizanibe ku ev hevok tê wateya “Dayika serpêhatiyan, delala delalan” û qesta helbestvan jî (li gor kesa ku behsa mijarê ye) heskiriya wî, an jî jineke dîtir e, wergêr wê nikaribe dest bi karê xwe bike. Pirsgirêkên dijwartir di zikê pirsa sêyemîn de, ango di nava çawagotinê de ne ku di vî warî de, divê wergêr hêzdarî têgihiştina zimanê biyanî û yê bikaranîna derfetên zimanê xwe be; ji alî hilbijartina peyvên rast, vegotin û xweşgotinek dirust ve....Ango ku metnên di dest wergêr de, em bikaribin bişibînin prîzmayek sêparsû; parsûyê girîng û bala xwendevên li ser, yê sêyemîn, yanê yê “çawa vedibêje” ye.
Ji bo wergêr, werger ne mijûliyek bazarê û aborî ye. Ku kareke vî karî hebe, ev jî kêfxweşiya naskirin û bi karanîna du zimanan e. Wergêr replîkek, an jî helbestek û çîrokek xwendiye, jê hez kiriye û dixwaze ku wê li zimanê xwe yê zikmakî wergerîne û her wiha, vê kêfxweşiyê bi kesên dîtir re parve bike. Lê ji vir û şûn de kelem derdikevin pêşiya wergêr. Çimkî, ji bo wergêr zanebûna bi gremara herdû zimanan û feraseta wêjeyî bi tenê qîm nake. Divê ku ew heta radeyekê, tahmek ji berhema ku ew dê wergerîne, werbigire û wê biecibîne jî. Tê zanîn ku berhemên ku li derveyî vê pîvanê hatine wergerandin-tevî ku ji alî naverokê ve rast hatine wergerandin jî- serê carê dilikumin an jî nekarîne ji binê atmosfera zimanê biyanî biçin der. Yanê, bi gotineke belavbûyî; “bêhna wergerê, ji wergerê tê.”
Werger ji karê nivîskarê esas (ê xwediyê metna orjînal) bi zehmetir e. Wergêr, ji bo ku bixwaze, an jî liv û tevgerekê bîne zimên, gava ku lê bigere, di zimanê wî bi xwe de, li ber destê wî gelek peyv peyda dibin, ango ji bo tevkirina vê tiştê zêde natengije û dikare peyva guncav bineqîne. Lê di wergerê de, ne ew qasî serbest e û mecbûr e ku wateya herî nêzîk hilbibijêre. Wexta ku wergêr biryara peyvê da, divê ku li ser hemû pêjn û qetsên îhtimal ên nivîskar û heyama ku ew tê de jiyaye, bisekine.
Helbet, di şulê wergerê de, pirsgirêka bingehîn guhestina biwêjan û hin îbareyên biwêjî ne. Çimkî, biwêj û gelek îfadeyên seyr, wesfên netewî û lokal hildigirin nava xwe. Loma jî, pirrî caran wergêr bêçare dimîne, gava ku wateya biwêjekê beramberî ya zimanê hember dike. Tişta ku ji destê wî bê û bike; neqandina wateyên wan ên nêzî hev e. Ev jî, pirrî caran pirsgrêka “dilsoziya bi metna bingehîn re” derdixe holê. Mînak, di zimanê fransî de biwêjek heye, ji min re mereq e ku gelo di tu zimanî de biwêjek ku wê qepeçe bike heye an na: L’esprit de l’ecalier (Giyanê derenceyê).
Mirovek ku ji derenceyê dadikeve jêr û ji nişke ve li ser pêpelûkên wê disekine û... dibê; “xwezî min ev tişt wiha nekiriba, an jî xwezî min wiha ne lê wiha gotiba”. Ango, biwêj ji bo dema ku li şaşî û kêmasiyekê vardiqile, an jî di rewşên didulmayînê de tê bi kar anîn. Çîrok ev e ku li ser derenceyê giyanê wî kesî diguhere. Ez bawer im tiştek seyr e ku yekî îngilîz rabe, vê gotinê wekî “Sprit of the groud”, an jî tirkekî wekî “Merdîven ruhu” wergerîne. Dîsa, kîjan wergêr bêyî ku ravekirinek taybet bike, wê bikaribe rengdêra kurdî “porkurê”, an jî biwêja “pere gevizandin”(ku yek pereyên yekî dereng dixîne, tê bi karanîn), wergerîne ser zimanê xwe?
Wergêr, her tim di nava du pirsgrêkên wergerê de diheciqe: Heger ku ew ji bo dilsozî metna bingehîn bimîne, gotin bi gotin wergerîne û bi tevî ku hişk û bêtahm in jî peyvên ku rasterast wateya hevdû dibînin dayne, werger ê bibe wergerek mekanîk. Na, heger ku çêjek ji wergerek bi vî rengî netsîne, azad tevbigere û wergera xwe bi gotin û biwêjên zêde biedilîne, wê çaxê jî talûkeya binpêkirina metna orjînal xwe dide der. Rewşek nazik e ku hûn him bikaribin metna orjînal biparêzin û him jî hêza vegotineke estetîk û hunerî ya zimanê xwe bi kar bînin. Serêşiya wergerê ya esas ji nava van herdû pirsgrêkan diçe der. Vê serêşiyê bêhtir di wergera helbestê de, bi taybetî jî di helbesta bi wezin de çêdibe. Lewra, wergêr mecbûr e weznê biparêze, dengên ku di zimanê wergerandî de saz dibin, divê ku bi qasî zimanê orjînal helbestane, nerm û herikbar bin. Û bi vê yekê re, divê wate jî ji dest neyê berdan! Gelo rewşa kesekî ku helbesta bi wezin werdigerîne hinek naşibe ya wî dimsfiroşî ku di her destekî wî de eyarek dims heye û bêyê ku yekî ji wan deyne, hem divê devê wan girêde û hem jî dims nerijîne! Ez dibêjim heger rewşa wergêr ne bi qasî ya dimsfiroşî rewşek pêsîrtengiyê be jî gelek zehmet e û bêguman pisporiyek temam dixwaze.
Heger bê qebûlkirin ku werger jî hunerek e, wê çaxê divê bête zanîn ku gelek girêk û pirsgrêkên wê, gelek kul û kurederên wê jî hene. Lê, wergerek, qet nebe, divê ji bo destpêkê ji gelek pîvanên xwe haydar be û hewl bide ku eslê metnekê dema tê bihîstin bandorek çawa dike, divê li ser xwendevanên zimanê lê wergerandî jî heman bandorê bihêle.
----------------------
*Rêzek ji helbesta Le Balcon a helbestvanê Fransî yê bi nav û deng, C. Beaudelaire.