logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Rifat Arya/ Mesîla Dil

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil

Çîrokên Mînîmal

  • Dîrok: 28/05/2007

Ez bawer im li Tirkiyeyê, yê ku cara yekem xwe li çîrokên mînîmal ceriband Ferîd Edgu ye.

Di nava kurdan de jî, heger em çîroka bi navê 'Baba'  ya Roşan Lezgîn wekî îstisnayek bi bîr bixin û bidin alî, nivîskarê yekem ê ku bi çîrokên mînîmal derketiye pêşberî xwendevanên kurd, çîroknûs Ronî War e* û li dû wî jî rojnameger Cemîl Oguz** tê.

Ez berî hemû kesî ji xwe dipirsim: ev nivîskar bi çend rêzikên xwe yên kurt dixwazin ji me re çi bibêjin gelo?  Em ên ku ji zarokatiya xwe de guhdarvanên çîrok û çîrvanokên dûr û dirêj in, emê çawa qîma xwe bi van kurteçîrokan werînin?  Hinek ji van çîrokan, bi qasî “jenerîka” çîrokên me yên gelêrî jî ne dirêj in ku bi vî awayî dest pê dikirin: “Carek ji caran, rehmet li dê bavê hazir û guhdaran û xeynî ji cendirme û mişkên qulên dîwaran...”

Ez bawer im ew dixwazin ji me re bibêjin pêdivî bi dirêjkirina peyvê nîn e û carinan tenê gotinek jî dikare temamî romanekê di zikê xwe de bihemilîne, çawa ku dareke çinarê dikare di zikê libek tovê de veşêre! Heger tiştê ku ew dixwazin bêjin me ev be, emê pirsnên dîtir ji wan bikin: Lê tevin (kurgu)? Bûyer? Leheng? Ma we dil heye ku hûn van hîmên sereke ji bin dîwarên çîrokê bikişînin û wan bidin aliyekê? Lê her ku ez ji van çîrokan yekê dixwînim dîmenên îtirazkar û yên bi israr ên van nivîskaran li ber çavên min bi gewde dibin ku ew stûyê xwe ber bi pirtûkên xwe ve dirêj dikin û çavên xwe dikutin ser çîrokên xwe û vê şîretê li min dikin: “Qenc dêhna xwe bidiyê, hestên xwe mînîmîze bike, tu yê xweş bibînî ku leheng jî, bûyer jî tevin jî tê de bi pisporî hatine mînîmîzekirin!”

Loma jî bi hêviya şika di dilê xwe de bikujim, dest davêji pirtûka Ronî War a bi navê “Bêlome be” û wê ji nava pirtûkan dikişînim û ji nû ve li çîroka wî ya “Kevçiyên Sisiyan” mînîmîze dibim:

Sê kes bûn, wê şîv bixwarana;

 “Ka te kevçiyê sisiyan neaniye?”

“Wîîîî... çavê min birije, çawa min ji bîr kir, te dît!”

 Û rabû, ji bona ku kevçiyê sisiyan bîne, bi hêla mitbaxê ve çû....

Û pê re ringînî ji mejiyê min tê, çavên min zelal dibin, bişirîneke sivik li ser lêvên min dilîze û hesteke serbilindiyê dadirije nava dilê min. “Wey çavê min birije”  dibêjim ji xwe re mîna lehenga çîrokê, “ev çi bêfamî ye ku ez tênegihiştim kevçiyê sisiyan ji bo mêvanek Xwedê divê timî li ser sifrê hazir be ku nivîskar bi vê cîrikoka xwe dixwaze bala xwendevên bide ser comerdî, dilovanî û mêvanperweriya civaka me û hem jî bi dilpaqijiyek bêhempa, ku lehenga wî “Wîîîî... ” dibêje û ber bi mitbaxê ve dipengize.

Nexwe, mesele ne di piçûkbûn û mezinbûnê, ne jî di dirêjbûn û kurtbûnê de ye. Mesele meseleya gûza kor û ya tije ye; roman in hene, çîrok in hene ku gava hûn di serî de dikevinê û di binî re derdikevin, di devê we de, ji bilî tahma gûzeke tahl û pûç tu tiştek namîne. Gotinin hene ku tahma kakilekî çêjdar li ser zimanê we dihêle ku hûn nema dikarin ji bîr bikin.

Ji birêz Ronî War, çîrokeke dîtir a mînîmal da ku em tahma vî kakilî bi hevdû re parve bikin:

“Wan ez bi çolê xistim û bi dorê bazdan ser min.”

“Hiş be porkurê !”

“Ji çiçikên ku minê dergûşên xwe pê şîr bidaya, girêz diherikî bi hilkehilkan re.”

“Hiş be te gû di me dayê !”

“Pişta min dabûn erdê û her ku diçû ez ji lephilanînê diketim.”

“Hohoo, hahoo... dê li min rebenê!”

“Di wê nîrê teng de, ji ber bermiradiya min...”

“Pepûkê, dûrî serê bav û biran !”

“Û tîremaran jahra xwe berdidan hundurê min.”

“Wey li minê, wey li minê ! Keçê hiş be, wê te bikujin, porkurê !”

Birêz Ronî War, sipas ji bo wê zimanê te yî Mêrdînî, şabaş ji bo wê kedera te ya gerdûnî!

 

*Ronî War, "Bêlome be", Weşanên Bîr
** Cemîl Oguz, "Qurtek Evîn", Weşanên perî

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Dizê we ji malê ye!

  • 24 Gulan 2007

Hin nav û gotin û çîrok hene qet ji bîr nabin, hetan  ku hûn rihê şêrîn bi xwe re bigerînin ew wekî morîkên şîn di nava...

Li ber şûşeya şeravê

  • 18 Avrêl 2007

Îroniyeke narîn bû zeman, li vî bajarê ku ji çiyê dadirije deştê… Pêjna pişkivîna laleyê bû demsal bi sorahiyek ku li ser hevdu vedibû re...

Çend gotin li ser wergerê

  • 16 Gulan 2007

 “Werin, em dagerin jêr, zimanên wan tevlîhev bikin da ku ji gotinên hevdû fêm...

Hemû Nivîsen Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Hikumeta Cejnê' tê avakirin!

ad

Di Super Lîgê de fîkstur diyar bû

ad

Lîrîk û Rimbaud tevî sergêjiyeke şiirane

ad

Li TMO'ya Amedê birinc pir erzan e

ad

Etîketa qehweyeke ji dawiya salên 1700'î mayî: Chicorée au Kurde

ad

500 TL tê, 1000 TL li rê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname