Vê sibehê, hestekê mîna naqarata klamek ku di nava qatên demê de krîstalîze bûbe li dilê min da û derbas bû !
Dibe ku gazincek be ji bo vê bihara ku xatir ji me xwest û çû: “Bila darbesta min ji dara kevotê be !” Dibe ku ne tiÅŸtek wilo be, lê li dora maneyek bi vî rengî pêlek metaforîk bênavber zîvirî û ez ji hinav de cûtim.
Dema ku ez xwe dibînim li ber qeraxê qadeke sûcdariyê, ewqas dixwazim ku hin kes tiÅŸtek vebêjin ji min re; bila ayetek, klamek, helbestek bê xwendin. Bila rêçên min li ser zemînek bi keder bêne xêzkirin, êÅŸeke gelêrî bila bibe doÅŸeka hemû wêneyên min ên ku strûxwar hatine kiÅŸandin...
Miriyek... Ji dêvla ku hemû çîrokên xwe ji min re bibêje ew xistine qûtîkek zîvîn û daye ber serê xwe. Ez di ser gora wî re sekinîme, diranê xwe lê diqiricînim û giliyên xwe pê dikim, lê ew wek keÅŸîÅŸek hesûd û bi israr wiha dibêje min: “Wek keysarekî Ûrartûyî hilkiÅŸiya ser ÅŸikêrên bilind, wek ku bergên çavên xwe daxîne ser erdnîgara temamî cîhanê girt û xencer kiÅŸand û bi ÅŸehwet bi ser dilê xwe de xist xwarê !” Bi vê gotina yê mirî re dibînim ku li ser peyarêyek yasayî, atmosferek yasayî hildimijim û diçim. Li rast û çepê min tabelayên ku li ser “Li xwe miqate bin: xetera jiyanê heye” hatine nivîsandin li min diborin. Åžika min ne li ser min û bi xeterbûna min e, ji ber ku ez her di nava xwe de helbestek bi xwe re digerînim ! Ji ber ku kesên her û her unîforme li ser xwe digerînin gava ku li kolanekê derbas dibin nivîsên tabelayan jixweber wilo duguherin: “Li xwe miqate bin: xetera mirinê heye !” Wê çaxê ez li ser îhtimala berdewamiya van peyvên yê mirî difikirim: “Nakokî, ev gewdeyek nepenî ye ku du serî wî ber bi aliyên ji hevdu cuda ve dikakijînin, loma jî xincer xelet hatiye ÅŸixulandin, heger ji wan seriyan yekî jêkiriba wê niha di destê we de anoreke we yî azadkirî hebûya !” Dengekî mirî çawa dikare zimandirêjiya anora min bike, dibêjim û bêhtir diranên xwe diqiricînim ! Wilo difikirim û li serê kolanê difitilim ku li ser tabelayek spî ku bi tîpên sor nivîsek wiha darî çavên min dibe: “Li xwe miqate bin: seyên bêxwedî, zarokên kolanan û karkerên înÅŸahatan ên Colemêrgî hene !”...
Ne li cîhek ku her kes bikaribe texmîn bike, lê li nuxteyek dijber bisekinim û vê pirsê bikim: “Ey cihûyê rîÅŸa kotî pêketî, te dîroka min di nava paçikên xwe yên kitanî de rizand, niha tu yê bikaribî li ber pêlên hêrsa min bisekinî !?
Ji berê de min ji xwe re kiriye edet û ez wiha difikirim ku ne ez, lê mirovekî wek min timî di hundurê min de radibe ser xwe û bi qêrîn pirsên wiha dike, mirovek ku bi eslê xwe welatekî qerase û bêsînor e ! Her ku ev mirov di nava min de dilive ez herdu çepilên xwe bi herdu aliyên nivînê xwe ve berdidim û çavên xwe ber arîkên odeyê ve, ber bi jorê jor ve, ber bi asîmanê heftan ve hildidim û wiha dibêjim: “Ji ber ku min ji xwe re kiriye edet û ez her sûc û gunehan dikim, di dunyayek zemînrizyayî û pirqeraxî de min barê jiyaneke rolyef hildaye ser milê xwe; ku difikirim, kesek ji serdemên kevnare me, ku dimeÅŸim lorînên arkaîk ên serdema neolîtîk dibihîzim, lê ku li sûcekî radibim bi yasayên îroyîn têm cezakirin ! Ezê ku zimanê wî yî dayikê mîna dergûÅŸekî ku hê çavên wî nebiÅŸkivîne, ezê xwedî heskirinek biqisûr û xwedî fikrên bi udir, ez mîna bobelateke spastîk rawestiyame li naverasta rohilata vê jiyanê !”...
Wilo bi emanetî disekine dengê min di gewriya min de, hûnê bêjin qey wê dengê min li zincîrê bixin, lê helbest di wê derê de her mayînde ye, wek rivîna agirekî ku bê lê radibe, serê guliyên wî dialêse lê nikare wî ji kokê ve hilbiqetîne. Ew kederek gerdûnî ye ku wek pandûlekê bi çar hêlan ve diheje û dilovaniya netewan rûberî hevdu dike ! Loma jî min ji xwe re kiriye edet gava ku ez dibînim bayê rojava dide ser spîndarên me û wan ditewîne, ez li wergera helbestekê ya ji bo zimanê xwe yî zikmakî difikirim, lewra di pirtûkxaneya min de dîwanên Cegerxwîn û yên Beaudelaire timî li teniÅŸta hevdu disekinin ! Ez lê hay dibim ku ev herdu hozan jî bengiyên kafiyeyê ne û di helbestên herduyan de jî kafiye wek avê cîh diguhere û miqamxweÅŸ dibe! Sedem çi ye nizanim, lê gava ku cudahiya di navbera van herdu hozanan de meraq dikim, difikirim ku yek jê teqez wek bohemek an jî bi frakek reÅŸ, yê mayî jî rû li Zagrosan û bi çavên vekirî daye ser rêya mirinê ku bi qasî ku tê gotin li wan deran hê jî awirek bi keser di devê namlûyên tivingan de dimeyê !
Parsekek çîrokan im ez, mîna naletiyekî destê xwe li ber nankorê xwe vedikim û ji nû ve dikevim doza berhevkirinê, ji ber ku tu derek ku ez pê de biçim nema, li vir dimînim û nalet li min dibare... Lê dîrokek min heye ku vêga li hêvî û hêlsenga xwe digere û her min ji xwe re kiriye edet ku ez di rêya wê de bûme koçberekî rezîl ! Wiha difikirim û tînim bîra xwe ku yê mirî di berdewimaya peyva xwe de wilo gitibû: “Seydxanê Ûsibê Seydo ÅŸervanekî bixezeb bû, li ser piÅŸta hespê xwe yî ku mîna gulle diçû hevsar berdida û bi herdu destan tiving zevt dikir, egala wî diket stûyê wî û mîna alekî bi boçika balafirekê ve li ber bê bikeve li ba dibû û bi vê lezê jî gulle dibarandin. Û yê din jî Silê Pitê bû, wî lawikê Dêrsimî, yê ku topên cimhûriyetê digindirand Newala Laçê, wî bazê bi rik ê li ser pozê çiyayên bilind ! Ji ber ku ev herdu ÅŸervan ji xwe re kiribûn edet û timî nîÅŸangeha tivingên xwe maç dikirin, hê jî bi zimanê dayîka wan tu helbestek nekariye bête nivîsandin !”
Ev e, vê sibehê ku ez bi kûrahiya dîrokeke îxfalkirî ve çûm, min dît ku ez li ber qeraxê mirineke sar im û li ser doÅŸega ku ji laÅŸê min re bûbû zemîneke bi azar, min xwe ser kêlek kir û bi kenekî cemidî min wiha got: “Bila darbesta min ja dara kevotê be !”