logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Rifat Arya/ Mesîla Dil

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil

Cejn e, zarokan bikujin

  • Dîrok: 04/04/2007

Gelo mimkûn e ku gur û mîh ligel hev biçêrin? Dibe ku tiştek bi vî rengî pêk were, nexwe, wê biwêjeke bi vî rengî di zimanê me yê gelêrî de cihê xwe wernegirta: “Roj bê, wê gur û mih ligel hev biçêrin.” Wiha reng e ku hûn dikarin çûka mirîşkeke mirî bi dû qazekê an jî werdegekê bixin, da ku ew ji sêwîtiyê xelas bibe. Kesên ku hinek bi jiyana gund dizanin, miheqeq wan bihîstine, an jî bûne şahid ku berxekî dê mirî bi çêlekekê didine mijandin.

Belê, dilovanî ne karê me mirovên tenê ye. Bêguman, Xwedê rehm û dilovaniyê ji lawirên xwe yên mayîn re jî bexişandine, ji xeynî cisnê mar !
Cisnê mar, ji erdem û feraseta aştiyê bêpar e; xweperest, bêewle, çikûs û xayîn e!
 
Qewmin hene mîna cisnê mar in. Hûn bi tu awayî nikarin doza dilovaniyê, doza aştiyê li wan bikin. Hûn tu car nikarin destên xwe dirêjî wan bikin. Heger hûn vê yekê bikin, wê destên we bi awayek jehrdadayî li we vegerin.
 
Cisnê mar, ji xeynî çêjikên (çêlîkên) xwe, nema dizane ji yên kesek din hez bike. Ji xeynî yên xwe, çavê wî li xwarin û daqurtandina yên yê din e. Zikreş e, bi nava zikê wî ve bostek pirça reş şîn hatiye. Xiniz û çavnebar e; ji hebûna kesên din diheside, dibeheje, bi çavnebariya xwe navdar e cisnê mar.
 
Yekane hesta wî ya hundirîn tunekirina yên ji xeynî xwe ye. Ew qas tewş e ku hebûna kesên bêhtirî xwe wekî neheqî dihesibîne. Ev yek rêya kuştin û tunekirina kesên din bi ber wî dixîne. Bi sermestiya lawerik şêt û hişwenda dikuje. Ji kirinên xwe têr nabe. Poz û guhan jê dike û wan dide rêzê, wan dijimêre û bi keneke bêyom dide tîqe tîqê û har e...
 
Şahiyên gewre li dar dixîne, qedehên mişt ji xwînê bi ser xwe de dike  û wiha dipispise: “Şahînet, ji bo yên ku me tev de kuştin! Şabaşî,  ji bo yên ku bi mêrxasî ew kuştin!” û karnawala xwînê berdewam dike. Zarokên ku hêviya aştiyê ji dilê wan qut nebûye, dijberî meşa hesin, barûd û kîmyasala ku ber bi bajar û sînorên wan ên birîndar ve diherike, ber bi peytexta cumhuriyeta maran ve berepêş dibin û dikin xulexul û çîveçîv: “Bes me eçî bikin, bes bavên me bikujînin, em şel naxwajin, me kulîlkên bilatî û aştiyê anîn ji we le”.
Cisnê mar xwe ditewîne bi ser komeke zarokên rengîn ku di çavên wan de ewrên biharê dibezin û vê pirsê dike: “Hûn kî ne, zarokno ku hûn şerefê li me zêde dikin bi beşdarbûna vê cejna zarokên me?”
Zarokên rengîn ên ku ewrên biharê di çavên wan de dibezin, bi devkeniyek ku ji nava tirsê diçizire, wiha dibersivînin: “Em kuld in”.
Çavên cisnê mar şêlû dibin, enî lê diqermiçe, kef bi ser dêv dikeve, ricfek erjeng radije laşê wî û mîna ku teqlîda zarokek bike, hetan jê tê diqîre û ev ferman dide: “WAN BIKUJÎNIN û bila şahî berdewam
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Maqûlên Berê

  • 06 Tîrmeh 2008

“Zanîn bibîranîn e”Bîra min nayê kî ev peyvê gotibû, lê wisa maye bi hişê min ve û her tim ez lê dihizirim…Lê kê gotibe...

Pê şabûm

  • 16 Gulan 2007

Min bi tirs dest jê re hejand, bi didulî, bi şikebarî... Di bin siya sipîndarekê de bûm wê awirên xwe yên ku ez hînê bendewariyê kiribûm, raserî...

Hêvî

  • 28 Gulan 2007

 Emê berî bidin kavilên evînê, vê havînê.Emê rûnên li wê şaneşîna ku hîveronêRû li te dikir berfa kitanî ya...

Hemû Nivîsen Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Tartuffe' vê carê li Mêrdînê tê lîstin

ad

Gel û HDP'ê barî kat têk bir û ber bi Cizîrê ketin rê

ad

Şîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûşperê)

ad

Parkên Kobanê têne nûkirin

ad

Nêrînek dîtir li Perde û Gêrîneka Guercinayê

ad

'Tuyê kengê Guantanamoyê bigirî?'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname