RIHA
Ji 180 hezar kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koç kirin, 48 hezar ên hatine Pirsûsê bi derfetên gel tên vehewandin. Hikûmeta ku di her kêliyê de ji bo kobaniyan dibêje "me hembêza xwe ji bo wan vekir" bi tenê 6 hezar ji wan li konên AFAD'ê bicih kiriye. Koordînasyona Qeyranê ya Kobanî raporek amade kir, bi hatina zivistanê re bal hat kişand ser pêwîstiyên lezgîn û banga seferberiyê dubare kir.
Ji 15'ê rezbera 2014'an ve çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Kobanî dikin. Heta niha nêzî 180 hezar kobaniyî neçar man Kobanî biterikînin. Ji van 17 hezar li wargehên ji konan ên li Pirsûsê dimînin. Koordînasyona Qeyranê ya Kobanî li ser rewşa kobaniyan raporeke amade kir. Li gor raporê ji kobaniyên neçar mane koç bikin 35 hezar li navenda Rihayê, 15 hezar li Bêrecûgê, 4 hezar li Sêwregê, 600 li Serêkaniyê, 3 hezar li Curnê Reş, 12 hezar ke li Hewengê dimînin. Li gorî raporê li navenda navçeya Pirsûsê 20 hezar 101, li konên li navenda navçeyê 9 hezar 864 û li gundên ser bi navçeyê 17 hezar welatî li mal, kargeh, kon û depoyan dimînin. Li konên AFAD'ê yên dewletê jî bi tenê 6 hezar 100 kes dimînin.
Li bajarên din ên Kurdistanê jî, 11 hezar li Amedê, 4 hezar li Mêrdînê, 3 hezar li Meletiyê, 5 hezar 500 li Semsûrê, 4 hezar 500 li Dîlokê, hezar û 800 kes jî li Antalyayê dimînin û her wiha 7 hezar kes jî derbasî başûrê Kurdistanê bûne.
Di raporê de hat ragihandin, ku tevna alîkariyê ya bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava, ji roja destpêkirina koçberiyê û vir ve 240 qamyon barê alîkariyê gihandine Pirsûsê, 87 qamyom û TIR'ek jî piştî destpêkirina êrîşan ji Kobanî re hatine şandin. Li gorî raporê, hejmara qamyonên alîkariyê yên di nava du salan de ji bo Kobanî hatine şandin barê 840 qamyonan e.
PÊŞNIYAR
Di raporê de piştî xalên hatine diyarkirin, di beşa dawî de pêşniyar hatin kirin û kar û barên divê bi lezgînî werin kirin, hatin destnîşankirin. Di raporê de ev pêşniyar hatin kirin:
"-Ji bo rawestandina DAIŞ a dixwaze Şoreşa Rojava bi xwînê bifetisîne, di serî de civata navneteweyî, divê hemû hêzên demokrasiyê bi lezgînî bikevin nava tevgerê.
-Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwarin û stargehê yên kobaniyên ji şer reviyane, girîng e seferber bibin. Ji ber hatina demsala zivistanê, ji bo pêwîstiyên kincên ji bo zivistanê û betaniyan, destekek xurttir ji bo kampanyayên alîkariyê bên dayîn.
-Ji bo birîna rêyên veguhastinê yên DAIŞ'ê, êrîşên hewayî yên bi bandor werin kirin û hewl bê dayîn çavkaniyên malî yên DAIŞ'ê bên çikandin.
-Ji bo gihandina alîkariyên însanî û leşkerî ji bo Kobanî, rê bê vekirin û heta xeteriya DAIŞ'ê bê beralîkirin, korîdora derbasbûnê ya ewle, vekirî bê hiştin.
-Pêwîste hikumet dest ji kodên xwe yên dîrokî ku kurdan mîna gefekê dibîne berde, kantonên Cizîr, Kobanî û Efrînê nas bike û bi wan re têkiliyê deyne.
-Pêwîste hikumet tavilê dest ji hewldanên 'herêma ewle' ya ji bo tenêhiştina kantonên Rojava difikire bike, berde.
-Ji bo lidarketina Kongreya Neteweyî divê bi lezgînî gav werin avêtin û li dora stratejiyeke hevpar a parastinê kombûn pêk were.
-Ji bo alîkariya çekên giran û ji nû ve çêkiririna avahiyên ji ber pevçûnan xera bûye, di asta navneteweyî de destê alîkariyê bê dirêjkirin.
-Pêwîste dewleta Tirkiyeyê, Neteweyên Yekbûyî û UNICEF tavilê bi Koordînasyona Kobanî re bikeve nava diyalogê û ji bo bi deh hezaran kobaniyên koçber, alîkariya pêwîst pêşkêş bikin.
-Hikûmet divê li ser birîndaran bes polîtîkaya şantajê bike.
-Pêwîste qeydên kobaniyan ên li cem AFAD'ê bi lezgînî bên temamkirin û xizmetên tenduristiyê ji her kesên hem li hundir hem jî li derveyî kampê re bê dayîn.
-Ji xizmetên tenduristiyê bên dayîn doktor bên wezîfedarkirin û kar û barên pêwîst di vî warî de werin kirin.
-Divê êdî ji kobaniyan heqê derman û reçeteyê neyê stendin.
-Xizmeta ambûlansa hewayê ya ji bo veguhastina birîndaran li nexweşxaneyên derdorê û projeya Nexweşxaneya Sehra ya ji aliyê rêxistinên tenduristiyê ve hatye pêşniyarkirin, divê bi lezgînî bikeve jiyanê.
-Ligel xizmetên tenduristiyê divê ji bo kobaniyan bernameyeke desteka psîko-sosyal jî bê dayîn.
-Wezareta Tenduristiyê pêwîste kobaniyan li bernameya derziyê ya li tevahiya Tirkiyeyê tê meşandin, bi cih bike û ji bo vê kampanya bide destpêkirin.
-Rêxistinên jinan ên li Kurdistan, Tirkiye û qada navneteweyî, ji bo jinên Kobanî yên travma şer jiyane, seferber bibin.
-Li konan, pêwîstî bi aktîvîstên jinan hene ku karibin bi hêsanî bi jinan re diyalogê deynin.
-Rewşa wargehên ji konan, divê li gorî şert û mercên zivistanê bên amadekirin, pirsgirêka germkirinê ya li wargehan bê çareserkirin.
-Li wargehan ji bo perwerdeya zarokan bi lezgînî pêwîstî bi dibistanên prefabrîk heye. Hewcehî bi mamosteyên dildar ên bi kurdî dizanin jî heye. Lewma divê konên fitarê yên şaredariyên herêmê, destpêkê pêşkêşî xizmetên dibistan, kreş û civakî bên kirin.
-Divê li wargehên ji konan, projeya cihê şûştina kincan bikeve meriyetê."


