logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

'Li Rojava 822 hezar xwendekar hene'

Ji bo Cejna Zimanê Kurdi gelek çalakî hatin li dar xistin. Me wekî Diyarname jî ji ser twitterê re dîwanek sazkir û ji Q

  • Dîrok: 16/05/2021
  • Beş: Serbest

Diyarname

Ji bo Cejna Zimanê Kurdi gelek çalakî hatin li dar xistin. Me wekî Diyarname jî ji ser twitterê re dîwanek saz kir. Ji Qamişlo, Amed, Hewlêr, Mêrdîn, Stenbol, Almanya û Swîsreyê axivêr bûn mêvan û dîtinên xwe anîn ziman. Ferîd Mîranê ku ji Rojava beşdar bûbû got, "Li Rojava li dibistanan 822 hezar xwendekar dersê dibînin."

Diyarname her hefteyê roja şemiyê dîwanê li ser twittirê saz dike lê ji qunciknivîskarên xwe yekî dike mêvan. Vê hefteyê ji ber ku Cejna Zimanê Kurdî bû me biryar da ku bernameyeke taybet saz bikin. Bername bi ser navê "Mêvanên Diyarnameyê dinirxînin: Kurdî ber bi ku ve..." li dar ket. Bernameya ku nivîskarê Diyarnameyê Yeqîn H. bi rê ve bir de edîtorên Diyarnameyê Zekî Ozmen, Cemil Oguz, ji Amedê weşanger Berfîn Huseynî, ji Mêrdînê Dr. Kenan Sûbaşî (Kenanê Nado), ji Rojava nivîskar Ferîd Mîtan, ji Başûr rojnameger Şaşwar Mame û nivîskar û werger Ferhad Çomanî wekî axifger beşdar bûn. 

Moderadorê bernameyê Yeqîn H. piştî xêrhatinê wisa got, "Erê, em tev bi wateya vê rojê dizanin û wiha jî em wê hest û nest dikin. Îro 15 Gulanê ye, ango roja zimanê me kurdî ye. Wekî tê zanîn bi keda Mîr Celadet û derdora Hawarê ya wê hingê, di 15'ê Gulana 1932'yan de kovara Hawarê bi tîpên latînî dest bi weşana xwe kiribû. Lema jî di sala 2006'an de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ev roj wekî Roja Zimanê Kurdî pejirand û ji wê rojê ve ye kurd 15’ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin. Wekî min got, em ê îşev xîret bikin ku ligel mêvanên xwe hinekî reng û rewşa kurdî bipeyivin." Paşê mafê axaftinê da axifgeran. 

Vane ji axaftina wan çend not:

HÎNKER GELEK TÊ XWESTIN
Berfîn Huseynî:

Li gor çavdêriyek berfireh a 5-6 salan dikarim vê bibêjim. Li bajar û gundan rewşa zimanê kurdî xerab e. Ew qas xerab e êdî li gundan jî zarok bi tirkî xeber didin. Li bajêr jî di nav esnafan de jî û li tu ciyê din jî kurdî nayê axaftin. Loma wekî şexis jî û civak jî hewce ye em, yên ku xwediyê vê hişmendiyê ne vê berpirsiyarê hilgirin ser milê xwe û li tu cihî bi tu awayî tirkî xeber nedin 

‌Pirtûkên herî zêde tên firotin bo hînbûna kurdî ne. Yên zarokan û yên dîrokî jî zêde tên firotin lê bi giştî eleqe bo hînbûnê -Soranî, Dimilkî Kurmancî - gelek zêde ye. Wekî mînak gere Hînker di destê me da neqede.Wekî online jî siparîş tim tên û xwîner tên ji dikan jî dikirin. Ji aliyê îstatîstîka kesên pirtûkan dixwazin de jî yên zêde dixwazin mêr, jin kêmtir dixwazin.

GEŞEDANA KURDÎ LI ZANÎNGEHAN DIDOME

Dr. Kenan Subaşi: 

- Serî de ez Prof. Dr. Kadrî Yildirim bi hurmet bibîr tînim. Ji bo zanîngehê kedek mezin da. Dîsa gelek hevalên bi KHK’yan (Biryarnameya Di Hukmê Zagonê de) ji kar hatin avêtin, em qala wan jî bikin. Ji kar avêtina gelek hevalan derbe li xebatên zanîngehê da.

Dema li Bakur zanîngehên bi kurdî dest pê kirin eleqeyek gelek mezin hebû. Wê salê 2700 kesî ji bo 500 kontenjanî serî lê dabûn. Hemû dibistanên Mêrdînê ezmûn hebû, geş bû. Pûanên beşa kurdî ji ye beşa tirkî bilindtir bûn. Geşedan hebû. Lê derbe li vê xebatê dan. Derbeyên ku li hemberî kurdî hatin dayîn ev xebat sist kir. Berê sînerjiyek mezi hebû. Wekî berê geş nebe jî ew sînerjî dewam dike.

DI XEWNA XWE DE JÎ ME EV TIŞT NEDIDÎT

Ferît Mîtan: 

- Di xewna xwe de jî me tiştek wisa bawer nedikir. Niha li Rojava, dibistanan de 822 hezar zarokên temenên cur bi cur dersê dibînin, herî hindik nîvî zêdetir ji van xwendekaran kurd in. Bi giştî 38 hezar mamoste hene ji wan herî kêm 20 hezar kurd in. 4 hezar zêdetir dibistan hene. 

Li cihên kurd zêde ne bi kurdî dersê tê dayîn, ereb jî, ermen jî bi zimanê xwe dersê dibînin.

Her wiha li Rojava 3 zanîngeh hebûn, niha li Qamişlo û Kobanî hene, dersê didin, xebatên xwe didomînin. Ya li Efrînê piştî dagirkirinê hat girtin.

Li Rojava par Weşanxaneyan 31 pirtûkên nû çap kirine. Li ser Weşanxaneyan tu zordariya rêveberî nîn e, bi awayekî azad xebata xwe dikin lê ji aliyê bazarê ve pirsgirêk heye. Em bêjin pirtûkên çap dibin ji ber dorpêçkiriye nikarin bişînin Başûr, Bakur, beşdarî fûaran bibin. Problema bazarê heye.

LI BAŞÛR BI KURDÎ BAZARÊ ÇÊNAKIN

Ferhad Çomanî:

- Li Başûr kurdî li gor zemanên din bi paş ve diçe. Bazarê kar pirsgirêkek mezin e ji bo kar çêdike. Yên dixwazin bazar çêbikin naxwazin bazar bi kurdî be, bi zimanên din bazarê çêdikin, ev jî bandoreke neyînî li ziman dike.

Li Başûr çanda xwendina pirtûkan nebû çandek. Rêveberiyê kar nekirin ku pirtûk herin malan.

Televîzyonên Başûr bandoreke mezin li gel dikin, lê xebatkarên televîzyonan ne xwedî ast in ku astek ji bo zimanê kurdî çêbikin. 

Li aliyê din weşanxane çêbûne, veguhestina kurdî dikin, ev yek hêviyê dide mirov. Wergerê dikin, bi vê zaravayan nêzî hev jî dikin. Ligel her tiştî Başûr li gor parçeyên din hinek din pêş ketiye.

LI VIR ÎNGILÎZÎ KETIYA PÊŞIYA KURDÎ

Şaşwar Mame:

- Li Başûr çar zarava hene, lorî, hewranî, kurmancî û soranî. Ji bo hewramî, lorî û kuramncî tu xebat nayê kirin. Hewramî têk diçe û saziyeke bo wê xebatê bike nîn e.

Naxwazin kurmanciya Behdînan pêş bikeve, ji ber ku Behdînan li nav Bakur, Başûr û Rojava de ye û naxwazin ew bigihe hev.

Qîmeta kurdî gelek kêm bûye, dê û bav berê zarokên xwe didin zimanên din, ji ber ku bi kurdî dê bi kar nebînin, loma qîmetê nadinê. Li hemberî îngilîzî xwestekek mezin heye. Niha gelek zarok hene îngilîziya wan ji kurdiya wan baştir e. Zarok hene 5 sal in li dibistanê nikarin bi kurdî binivîsin.

Ji bo Rojhilat jî ez bibêjim, gel bi derfeten xwe kurdî li ser lingan digire. Bajarên piranî kurdî ne bi kurdî didin û distînin, lê bajarên tevlihev kurdî li paş dikeve. Mînak li Mahabadê farisî serdest e.

LI 4 EYALETAN DE DERS HEYE

Zekî Ozmen:

Li Almanyayê li 4 eyaletan dersên kurdî yên fermî hene. Bi dehezaran zarokên kurd ên li wan eyaletan hene lê yan malbat wan rênakin dersên kurdî û yan jî mamosteyên dersê bidin nîn in. Mesela li piraniya herêmên Almanyayê 10 kes bên ba hev û daxwazê bikin li wê dibistanê dersa zimanê zikmayî tê dayîn, lê di vir de jî ew eleqe nîn e, mamoste jî nîn in. Berê sazî û siyaseta kurd li welêt e û derfetên welatê lê dijîn nayên bikaranîn. Pirsgirêk ew e ku sazî û rêxistinên me girseya kurdan a li vî welatî ne wekî “kurdên Almanyayê” lê belê wekî “kurdên li Almanyayê” dibînin. Ev dibe sedem ku li welatên lê dijîn di warê zimên de tiştekî ji bo xwe nekin.

KIRMANCKÎ TÊK DIÇE

Cemil Oguz:

Li Bakur û Tirkiyeyê tê gotin ku 4 mîlyon kirmanc (zaza) hene. Em ne 4 mîlyon em bibêjin mîlyonek heye. Lê par tenê bi giştî 22 pirtûkên bi kirmanckî (zazakî) derketine. Li aliyet bi mîlyonan kirmanc, li aliyê din tenê 22 pirtûk... Kirmanckî her ku diçe ber bi mirinê ve diçe. Belkî rewşa kurmancî jî xirab e, dîsa jî kurmancî pir hindik li ser lingan e, lê kirmanckî her diçe xirabtir diçe.

Ji bo kurmancî jî rewş ne baş e. Em qala 10-15 mîlyon, çi zanim 20 mîlyon kurdî dikin lê binêrin îstatîstîkek din: Par tenê 279 pirtûk bi kurdî derketine. Erê li gor pêrar sedî dehek zêde bûye lê li nav jiyanê her ku diçe bikaranîna kurdî kêm dibe. Dayik û bav jî bi zarokên xwe re kurdî xeber nadin. Dîsa em bi têra xwe bersiva zarokan nadin. Mînak par tenê nêzî 20 pirtûkên zarokan çap bûne. 20 pirtûk dê ji bo çi bibin derban? Mesela Zarok TV heye lê têre nake, divê çend Zarok TV hebin ku her yek bersiva temenek zarokan bike. Em nikaribin zimanê hînê zarokan bikin ji bo pêşerojê pirgsirêk mezin e.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Helbestvan Arjen Arî wefat kir

ad

Nirxandina li ser romana “Tazî”

ad

Klîba Hefteyê: Ji Dîwan-a Dubeytî

ad

Tezkereya ketina başûrê Kurdistanê dirêj kirin

ad

Ji bo zimanê kurdî em dîsa dadikevin qadan

ad

Pênûs misas e, yan gîsin e?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname