ENQERE
Kes an jî kesên ketin avahiya rêxistina HDP'ê ya Enqereyê bi kêran êrîşê endamê Meclisa Partiyê (MP) yê HDP'ê Ahmet Karataş kirin. Karataşku ê ji gelek cihên xwe birîndar bû rakirin beşa lezgin ya nexweşxaneyê. Hê jî talûkeya mirina Karatay heye.
Vê serê sibê kes an kesên nasname nediyar ku ketin avahiya HDP'ê bi kêran êrîşê Karataş kirin û ew bi giranî birîndar kirin. Li gor agahiyên ku endamê MP'ê Alî Urkut da serê sibê Ahmet Karataş bi tena serê xwe li avahiya partiyê bû, êrîşker an jî êrîşkeran di deriyê partiyê ya vekirîbûn re ketine hundir û êrîşê Karataş kirine. Ew bi 7 derbeyên kêrê birîndar kirin û reviyane.."
Xetereya jiyanê heye
Hate diyarkirin ku Karataş ê bi giranî birîndar bû, demek bi birîndarî di avahiyê de maye û gelek xwîn jê çûye. Endamên partiyê ku hatine avahiyê Karataş di nava xwînê de li erdê dîtine û rakirine Nexweşxaneya Nûmûne ya Enqereyê. Hat gotin ku xetereya jiyana Karataş heye.
'Di encama AKP'ê hedef nîşan daye êrîş pêk hatiye'
Urkut, destnîşan kir ku di avahiyê de kamera hene û piştî qeydên di kamerayê de binêrin ew dê êrîşker an jî êrîşkeran diyar bikin û got ku êrîş di encama piştî hikumetê partiya wan hedef girtiye pêk hatiye. Urkut ewê bûyerê bişopînin.


