Diyarname
Tam di 20'ê tîrmeha 1969'an de Nail Armstrong gav avêt nava hîvê û ev wêne hat kişandin. Ew gav "ji bo wî gavek biçûk, lê ji bo mirovahî gavek mezin" bû û wêneyê wê li wê derê hat kişandin. Niha vî wêneyî 49 salên xwe temam kirin û derbasî 50 bû. Yanê nîv esir.
Wê çaxê du blok hebûn di bin pêşengiya Bloka Rojava de DYA hebû, di ya Bloka Rojhilat de Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst hebûn ku ew di her warî de di qayişkêşanê de bûn. Yek ji qayişkêşan, bi gotineke din pêşbaziya wan her du blokan de jî derketina hîvê bû. Neil Armstrong ê ji amerîkayê li ser navê Bloka Rojava derket hîvê.
Armstrongê ku wekî yekem mirovê gav avêtiye nava hîvê ket nav rûpelên dîrokê wisa gotibû. "Ev gav ji bo min biçûk, lê ji bo mirovahî gavek mezin bû". Armstrong piştî vê gavavêtinê ligel hevalê xwe yê astronot Devin 'Buzz' Aldrin sê saetan li ser rûyê hîvê geriya.
Ji sala 1969'an heta 1972'yan NASA'yê ev wêne û 8 hezar wêneyên din ku ji wir girtin di Flickr'ê de weşandin. Em jî di vê salvegera vî wêneyê û ew gava mezin de carek din derdixin pêş û pêşkêş dikin.