Top modela brezîlyayî Gisele Bundchen ji bo balê bikişîne AIDS'a li Afrîkayê derket pêşberî kamerayê.
Mankena navdar, Bundchena 28 salî wêneyên cihêreng pêşkêşî kovara Elle kir û got: "Hatine ku ji van wêneyan bê bidest xistin dê ji bo saziyên ku li Afrîkayê li dijî AIDS'ê têdikoşin bê pêşkêşkirin." Wêneyên mankenê di hejmara reşemî ya Elle de cih girtin. Wêne di 30 çapên cihê yên kovarê de hatine weşandin.
Mankenê da zanîn ku ew bi xwe jî ji welatekî feqîr hatiye û ev yek lê çêde kir: "Guh bidin dilê xwe û dengê hundirê xwe. Ger derfeta we hebe hûn tiştek bikirin ku dê alîkarî ji bo hinan be, vê firsendê bikar bînin. Min her dixwest ez alîkariya hinan bikim. Her kesê ku ev îmkanên wan hebe divê bikin. Ev peywirek e."
Di wêneyan yekê de Gisele Bundchen firçe di dest de ye wêneyan çêdike, di yekê de spagettî dixwe.
Notên li ser AIDS'ê:
- Li temamê dinyayê 33 mîlyon kes bi wan re vîrusa HIV/AIDS heye.
- Gelek caran rojê tenê du heban bixwin jî tesîr li nexweşên vê nexweşiyê dibe.
- Di du salên dawî de 2.5 mîlyon kesî fêde ji van alîkariyan girtiye.