CANAN DÎLAN
Ziman û çand hebûna gel bixwe ye.
Ancax gel bixwe deshilatdar be dikare sazî û dezgehên ku bi dest xistine têxe xizmeta gel.
Di dema şaredariyên kurd de wisa bû.
Di 8 salên dawiyê de hemû xebatên şaredariyên kurd; çê xirab, pir hindik ketin xizmeta gel
Em piçekî behsa berî şaredariyên kurd bikin.
Behsa salên talanê bikin.
Dema Ahmet Bîlgin û berî wî bi giştî xebat ne ji bo gelê kurd û çand û zimanê wî bûn.
Wan şaredaran hemû tişt xistin xizmeta çanda ereban,
Navê şanoya şaredariyê danîn, Mehmet Akif Ersoy,
Navê hemû taxên ku nû hatî çêkirin, navê mezinê tirkan û ereban danîn,
Taxa Şêxşamîl yek ji wan taxan e ku piranî ji kurdên bi darê zorê ji gundên xwe hatine derxistin pêk tê. Dîsa Taxa Şêxşamîlê Çeçen, Mewlana Xalid, Taxa 5 Nisanê (şaredarên wekî wan berata hemşerîtiyê dane û kirine hemşeriyên Amedê) Kolana Buyuk Alp, Kolana Medîneyê, Kolana Kibris, Lefkoşe giş di dema van şadaran de lê hatine kirin. (Bêtehemûliya Şaredariya Wanê û şaredar Burhan Yenigunê ku 3 meh ji me û wî re maye ji ber vê ye. Ji ber vê ye navê Yaşar Kemal û Musa Anter li wan giran tê. Dîsa Şaredar Ahmet Bilgin tehamulî Şanoya Şaredariyê (Ku hemû listikên xwe bi tirkî pêşkêş dikirin) nekir û girt û her lîstikvanekî wê bi derekê de belav kirin. Konferans û civînên wê demê li ser ol û olperestiyê û danasîna çanda ereban pêk hatin.
8 salên dawiyê û desthilatdariya gel
Şano û şanogerên ku hatibûn belavkirin, bi qedr û qîmet dîsa ketin xizmeta gelê xwe, koroya ku mirov jê re dikaribû bigota Koroya Celal Guzelses, bi stran û rihê kurdewar vejiya, êdî salonên şaredariya Amedê têra wê nekirin û berê xwe da taxan, berê xwe da heta Amerîkayê û gelek welat û bajarên din.
Mirov dema şaredariyên kurd bi rehetî dikare wekî Şoreşa Yekemîn a Ziman û Çanda Kurdî bi nav bike.
Festîvalên Çand û hunerê ku li hemû bajarên kurdan pêk tên, bi salan re kemilîn û dirûvê mihrîcanên çand û hunera kurdî girtin. Yekem car nivîskar û rewşenbîrên kurd yên bi taybetî li çar parçeyên Kurdistanê û li hemû cîhanê belav bûyî bi saya van festîvalan hatin ba hev û hezkirina gelê xwe qezenc kirin. Pirtûk, kaset û hemû berhemên ji hêla şaredariyan ve derketin û hîn jî derdikevin ji çand û hunera gelê kurd re xizmet kirin.
Şaredariyan piştî hinek tecrubeyan hemû xizmetên xwe an bi kurdî kirin an jî kurdewar kirin.
Hemû axaftinên şaredaran bi kurdî dest pê kir û nivîs û belavokên li bajêr hatin belavkirin bi kurdî hatin amadekirin.
Her wiha bi dehan berhemên nivîskarên kurd bi alîkarî û desteka şaredariyan bi kurdî hatin weşandin,
Atolyeyên ziman, ji bo hemû beşên hunerê peywira zanîngeh û dibistanan dît.
Konferans û rojên wêjeyê li Amedê lidarketî asoyên ziman û Edebiyata Kurdî fireh kirin û bi ba û heyecana wan çalakiyan ku li hemû bajarên kurdan belav bûyî bi dehan pirtûk û berhemên bêhempa hatin nivîsandin.
Radyoya Erîwanê, bi bilûra Egidê Cimo, bi dengê Feyzoyê Rizo zindî bû, Gelê kurd kurê Cegerxwîn, neviyên Ehmedê Xanî nas kirin.
Bregoviç û Sezen Aksu li ber sedhezaran stranên biratiyê gotin.
Me got ev dem şoreş e.
Belê şoreş bixwe ye.
Nivîskar û helbestvanên ku berhemên xwe ji zarok û malbata xwe re dixwendin, daketin salonên bi heybet û pirî caran salon têrî wan nekirin.
Şanoya Şaredariya Mezin a Amedê û ya Şaredariya Sûrê bi dehan lîstikên kurdî pêşkêş kirin. Temaşevanên kurd yekem car bi kurdî keniyan û bi kurdî giriyan.
De ka mirov dê çawa bi destê xwe mala xwe xirab bike û partiyeke ku weke bername û rêziknameya xwe li ser qirkirina gelê kurd amade kiribe li bajarên kurdan bike desthilatdar,
Ma dê Apê Mûsa ji gorê ranebe û her du tiliyên xwe di çavên me re neke?
Dê tenekeyan bi dûvika me ve neke û me li kolana Ehmedê XanÎ, Yilmaz Guney û li parka Ayşenûr Zarakolu teşhîr neke?
Ji Azadiya Welat hatiye girtin


