Diyarname
Li 92 girtîgehan nêzî 4 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji bo piştgiriya Kobanî ketin gireva birçîbûnê.
Roja 9'ê mehê girtiyan li Girtîgeha Gebze dest bi greva birçîbûnê ya dorvegerî kir. Di vê 15'ê mehê de jî li 92 girtîgehan ev grev fireh bû û nêzî 4 hezar girtî niha beşdarî grevê bûne.
Li ser navê girtiyan Deniz Kaya daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye: "Heta ku bi ser Kobanî re tehdîda komkujiyê hebe, heta hevkariya AKP-DAIŞ bidome, heta hikumeta AKP'ê ji bo alîkariya Rojava korîdorê veneke û heta daxwazên me neyên cih emê greva xwe bidomînin. Em wekî girtiyên ji doza PAJK û PKK'ê em diyar dikin ku li cem gelê xwe yê di her rewşê de ber xwe dide, li ber şervanên YPG û YPJ'ê ne, em jî parçeyeke vê berxwedanê ne."
Kaya bang li gel û malbatên xwe jî kiriye ku li her derê serhildanên radîkal li dar bixin, têkiliya AKP-DAIŞ'ê teşhîr bikin û xwedî li berxwedana Kobanî derên.