Diyarname
Jimartina dengên ji bo senatoyê ya eyaleta Georgiyayê didomin û hindik mane bi dawî bibin. Li gor agahiyên dawî Demokratan kursiyek bi dest xistine û ev temam e. Maye kursiya din jî ger Demokrat bi dest bixin di senatoyê de hejmara endamên wan dê bigihîje 50'ê û serdestiya senatoyê dê bikeve destê wan. Lê ger li senatoyê hejmara endamên senatoyê yek be mafê gotinê ya dawî dikeve destê Cîgera Serokdewleta DYA'yê Kamala Harris.
Li gor AP'yê (Associated Press) sedî 98'ê dengan hatine jimartin enramê Partiya Demokratan Raphael Warnock li hemberî endama Komarparêzan Kelly Loeffler bi sedî 50.6 bi ser ket û kursiyeke ji kursiyên Senatoyê bi dest xist. Dengên ku ji hilbijartina din hatin bi kêfî berendamên Demokratan Jon Ossoff tên ku 12 hezar deng li pêş in. AP dibêje encamên teqez îro dê eşkere bibin.
Li DYA'yê senato girîng e. Gelek biryar ji wir derdikevin. Ger Komarparêz endamek ji eyaleta Georgiya ji bo senatoyê bi dest bixin dê kursiyên wan zêde bin û ev yek di dema hilbijartinê de dê zorê bide Joe Biden. Ji ber ku dema Biden bixwaze zagonan biguherîne pêdiviya wî bi dengên endamên Senatoyê heye.
(Foto ji AP'ê hatiye girtin. Kelly Loeffler di dema hilbijartinê de ligel Biden e)


