Diyarname
Helbestkar, wergêr û weşanger Lal Laleş vê carê bi navê “Matmayînên Ronyayê”pirtûka xwe ya helbestan derxist. Pirtûka ku ji Weşanxaneya Lîsê derketiye sêyemîn pirtûka helbestan a Laleş e.
Weşanxaneya Lîs ku navenda wê li Amedê ye di van çend salên dawî ku dest bi karên weşangerî kiriye de li dor 150 pirtûk derxist qada weşangeriya kurdî. Lîsê niha yeka din li van zêde kir.
Lal Laleşê ku di sala 1975’an de li Qosera Mêrdînê hatiye dinê digel helbestkariya xwe, wergêrî û weşangeriyê jî dike. Laley di sala 2003’yan de pirtûka helbestan “Berbejna Rê” (Weşanên Belkî, Amed) û di sala 2009’an de “Deqên Qesas” (Weşanên Lîs, Amed) derxistibû, niha jî bi helbestên xwe yên nû, bi pirtûka nû “Matmayînên Ronyayê” derket pêşberî xwendevanên xwe.
Lal Laleş heta niha berhemin ji tirkî, ji navên wekî Kuçuk İskender, Ahmet Telli, A. Hicri İzgoren (ligel Yaqob Tilermenî), Sema Kaygusuz, Murathan Mungan (ligel Îrfan Amîda), Mehmet Çetin (ligel Kawa Nemir), Cuma Boynukara (ligel Rêzan Tovjîn û Fehîm Işik) û Yavuz Ekinci wergerandine kurdî.
Matmayînên Ronyayê ya Lal Laleş, dîwana ku bi hêz û şiyana dawerivandina kurdî ve xwe li kûrahiyên zimên radikişîne, movik bi movik, kurt û bi kurmancî bi pêş de tê, ji 20 helbestên kurt ên ku bi lalîya xwe dipeyivin pêk tê. Ev helbest di nava qewareya xwe ya teng de naverokên berfireh radiçînin, pevgirêdanên helbestî yên xef î qewîn li tevnê dixin û xwendevanên jîr û jêhatî di nava mîtosên çi gerdûnî çi jî kurdewarî re dibe pabendê qanûnên deqên helbestî, yên ku di sercema xwe de dibêjin:
“Ronya! Qendîlê pêxe,
Bila fîlozofên mûsima salê tev termên newalê
Bên ser sifreya Kurdistanê.”
Berhemên helbesta nûjen a kurdî he ku diçe zêde dibin. Niha “Matmayînên Ronyayê” ya Lal Laleşê jî li van berheman zêde bû.
Matmayînên Ronyayê / Lal Laleş/ Weşanên Lîs / Helbest / 64 rûpel


