logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Di Rewşenberiya Me Kurdan de Deqa Kor
  2. Ji bo 9 rojan belgefîlm li benda temaşevan in
  3. Belgefîlmê li ser Cegerxwîn 'Kî Me Ez?' tê nîşandayîn
  4. Di Documentaristê de belgefîlmên bi kurdî
  5. The end ji bo rexnelêgirtina ‘Rêberê Rastnivîsînê’!
news-details

KCD: Bi rihê seferberiyê em destekê bidin Kobanî

Nûnerên 97 rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên di bin sîwana KCD'ê de cih digirin, ji bo serketina berxwed

  • Dîrok: 01/10/2014
  • Beş: Nûçe

AMED

Nûnerên 97 rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên di bin sîwana KCD'ê de cih digirin, ji bo serketina berxwedana Kobanê bang kirin ku bi ruhê seferberiyê destek bê dayîn.

97 rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên di bin sîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de cih digirin, der heqê êrîşên li hemberî Kobanê de li ber avahiya KCD'ê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di dema dayîna daxuyaniyê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevşaredarên Erxenî, Henê, Hezro û Yenîşehîrê, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, nûnerên Platforma KESK'ê ya Şaxan, ÎHD û Odeya Tabîban a Amedê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên mora wan li binê daxuyaniyê hene, amade bûn.

Daxuyanî jia liyê endamê Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê Hîlmî Aydogdû ve hat xwendin.

Aydogdû diyar kir ku Kobanê bi komkujiyên komên barbar ên bi çekên giran re rû bi rû ye û destnîşankir ku dorpêçiya Kobanê êrîşek li hemberî hebûna gelê Kurd û ji holê rakirina destketiyên li Rojava ye. Aydogdû da xuyakirin ku li gel çekên xwe yên sivik jî Kobanê bi rojane berxwedaneke mezin nîşan dide û got, "Dilê tevahiya Kyurdan bi gelê Kobanê re rê dide. Dijderketina li van êrîşên hovane, xwedîderketina li têkoşîna bi rûmet a gelê Kobanê ne tenê wezîfe û berpirsyariya Kurdan, ya tevahiya gelên Rojhilata Navîn e. Li dijî van êrîşan piştgirîdayîna gelê Kobanê, berpirsyariyek însanî ye û parastina gelê Kobanê di heman demê de berpirsyariya exlaqî û hiqûqî ya dewletan û civaka navneteweyî ye."

BANGA LI KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ

Aydogdû bal kişand ser hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ku di peymanên mafên mirovan ên navneteweyî de jî weke sûcê li dijî mirovahiyê û sûcê şer tê pênasekirin û got, "Parastina vî gelî, berpirsyariyeke civaka navneteweyî ya ji ber belgeyên bingehîn ên wan bi xwe ye. Em bang li hêzên koalîsyona navneteweyî dikin ku dawî li dorpêçiya Kobanê bînin û ji bo pêşî li komkujiyeke gengaz bigirin, tedbîrên bi bandor ên leşkerî werbigirin."

Aydogdû da zanîn ku ew pêşniyara herêma tampon weke hewldaneke xwedî niyeteke baş nabînin û anî ziman ku ev yek wê xizmetê ji neçareseriya pirsgirêkê û tevlîhevkirina pirsgirêkê bike. Aydogdû bang li Tirkiyeyê jî kir ku helwesta xwe ya ji bo DAIŞ'ê di ber çavan re derbas bike.

'BI RUHÊ SEFERBERIYÊ EM TEVKARIYÊ LI BERXWEDANA KOBANÊ BIKIN'

Aydogdû diyar kir ku ji bo gelê Kobanê yê rastî êrîşên herî hovane tê, ew li benda hestyarî û piştevaniya di asta herî bilind de ne û got, "Roj, li dijî barbariyê xwedîderketina li gelê me yê Rojava ye ku bi berxwedana herî rewa ya dîrokê re hewl dide xwe biparêze. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku ji bo serketina berxwedana Kobanê, bi ruhê seferberiyê tevkariyê bike û piştgiriya xwe nîşan bide."

Aydogdû ragihand ku banga DBP'ê ya "rawestandina jiyanê" di 2'ê Îlonê de, bangeke rast e û xwest, tevlîbûnek xurt li vê bangê were kirin.

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 10 06 2026

Xelata Hemingway dan nivîskar Burhan Sonmez

news
  • 10 06 2026

Li Kobanî 27 hezar xwendekaran karne girt

news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
Ev jî hene
ad

Ji bo 7 mebûsên DTP'ê fezleke hat amadekirin

ad

Çarîk fînalîstên dawîn diyar dibin

ad

3 helbest ji 41+1'ê

ad

Bulent Arinç sînyala çareseriyê da

ad

Konsera Kardeş Turkuler li dar ket

ad

Nivîskarên kurd li Amedê wê biaxivin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Di Rewşenberiya Me Kurdan de Deqa Kor

  • 13 06 2026
news

Ji bo 9 rojan belgefîlm li benda temaşevan in

  • 13 06 2026
news

Belgefîlmê li ser Cegerxwîn 'Kî Me Ez?' tê nîşandayîn

  • 14 06 2026
news

Di Documentaristê de belgefîlmên bi kurdî

  • 14 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname