logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  4. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Tirkiye li Îzlandayê winda bû!

  • Dîrok: 09/10/2016
  • Beş: Spor

Cemil Oguz


Ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018'an maçên hevtêkbirinê didomin. Îro li Îzlandayê tîma neteweyî ya Îzlanda û ya Tirkiyeyê hatin hemberî hev. Îzlandaya ku nifûsa wê bi qasî navçeyeke Stenbolê tuneye Tirkiye bi 2-0 têk bir û destvala şand mal. 

Di temamê maçê de Îzlanda serdest bû. Ligel 2 golên avêtin, gelekên nekarîn biavêjin jî hebûn. Li Tirkiyeyê lêdanek ku mirov bibêje ev çawa veneguherî golê tune bû. Îzlandayê di deqîqeya 42'yan de ji Omer Toprak (Elmar Bjarnason li gogê da, gog li Toprak ket û bû gol) û di deqîqeya 44'an de bi gola Alfred Finnbogason bi ser ket.

Maçê careke din nîşan da ku tîmên xwedî pirsgirêkan têk diçin, tîmên li hev hatî, xwedî taktîk û baweriyê bi ser dikevin.

Em niha maçê deynin aliyek û hin îstatîstîkên li ser her du tîman pêşkêş bikin.

- Tirkiye nifûsa wê 78 mîlyon e, yê Îzlandayê 323 hezar.

-Yê Tirkiyeyê 400 hezar leşkerên wê hene ku bi vê 2'yemîn artêşa mezin a li nav NATO'yê ye, lê yê Îzlandayê wê artêş nîn e.

- Buhaya tîma Tirkiyeyê 161.750.000 EURO ye, yê Îzlanda 46.400.000 EURO ye.

- Teknîk dîrektorê Tirkiyeyê Fatih Terim e ku salane  1.200.000 Euro meaşê digire, Teknîk Dîrektorê Îzlanda Heimir Hallgrimsson e, pereyeke gelek biçûk distîne, li ber Terîm jixwe ne hewceye em qal jî bikin.

- Terim pereyên digire têra wî dike ku karek din nake, lê Hallgrimsson di heman demê de diransaz e û heta çend meh berê ev karê xwe dom jî dikir.

- Tirkiye bi nîqaşên li nav tîma neteweyî rojev dagirtiye, Îzlanda bi lîstikvanên xwe yên ji jêr de hatine û li nav tîma neteweyî cih girtine xurt e.

- Tirkiye di Euro 2016'an de nekarî ji Koman derkeve, Îzlanda ji Koman derket, ji nav 16'an jî derket, ev jî ter nekir heta çarîk finalê çû û di çarîk fînalê de li hemberî Fransayê xwediyê malê têk çû.

- Li Tirkiyeyê bi ser 500 hezarî de lîstikvanên fûtbolê yên qeydkirî hene, li Îzlandayê ev hejmar 21 hezar û 500 e.

- Qeleparêzê Tirkiyeyê (Volkan Babacan) tu karek din nake hem li nav tîma neteweyî, hem li Başakşehirsporê bi têra xwe pereyan digire; qeleparêzê Îzlandayê Hannes Halldorsson (32 salî) di heman demê de derhênerê sînemayê ye.

-Li Tirkiyeyê stada ku 80 hezar kes lê temaşe dikin heye, li Îzlandayê stada herî mezin cihê 15 hezarî ye.

- Lîstikvanên Îzlandayê di tîmên mezin ên Îtalya (Juventus, Udines), tîmên Îngilistan (Fulham, Swanse City, Cardiff City, Charlton) û Almanyayê (Kaiserslautern, Agusburg, Lokeren) de dilîzin. Yên Tirkiyeyê jî li derveyî Tirkiyeyê hene mînak Arda li Barselonayê ye, Burak li Çînê û hwd. lê tîma Tirkiyeyê li nav xwe bi pirsgirêk e.

Wekî gotina dawî: Di Koma I de 6 tîm hene, hê 3 maç hatine lîstin. Di van sê maçan de Hirvanistan û Îzlanda xwedî 7 pûanan, Ukrayna bi 5 pûanan sêyemîn û Tirkiye bi 2 pûanan 4'emîn e. Finlandiya û Kosova her yek pûanek wan heye. Ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018'an hê gelek maye û hê gelek maç hene lê bi lîstina ku her du tîman îro lîst, ger guherîn çêneben encam ji îro de diyar e.


Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin #audiobook

news

'Dilop'ek nû derket #diyarname

news

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'#Angela Merkel bi navê "Freiheit. Erinnerungen# #diyarname #audiobook

news

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev #podcast #diyarname #deng #live

news

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan ,diyarname podcast festival #diyarname #podcast

news

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 29 08 2026

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

news
  • 28 08 2026

Ji bo Lîga Ewropa û Lîga Konferansê pişke hat kişandin

news
  • 27 08 2026

Ji bo Lîga Şampiyonan pişke hat kişandin, reqîb diyar bûn

news
  • 24 08 2026

Amedspor li Kocaeliyê bi 2-0 têk çû

news
  • 22 08 2026

Premier Lîgî bi 3 golan dest pa kerd

news
  • 21 08 2026

Ji bo Rodri tîmên Real û Barça pev ketin, Barça bi ser ket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Amed û Van Spor ji bo mexdûrên erdhejê li sehayê bûn: 4-2

ad

Masiyên Tî

ad

Niha dem dema Festîvala Fîlman e

ad

Li Ranyeyê ji bo karê destê jinan pêşangehek hate vekirin

ad

Tesbîtên ji bo guherînê

ad

Oxir li Şêrko Bêkes tê kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname