Diyarname
18'emîn Komcivîna Awarte ya Giştî ya CHP'ê îro li Enqereyê li dar ket. Komcivîna ku lê hilbijartin ji bo serokatî hebû de du berendam hebûn: Serokê Giştî yê CHP'ê yê niha Kemal Kiliçdaroglu û mebûsê Yalova yê CHP'ê Muharrem Înce. Kiliçdaroglu bi îmzeya 944, înce bi îmzeya 177 kesî bû berendamê serokatiyê. Ji 1155 delegeyan 740 kesî deng da Kiliçdaroglu û 415 kesî jî deng da Înce. Yanê Kiliçdaroglu sedî 64.1, înce sedî 35.9 deng ji delegeyan girt. Di encamê de Kiliçdaroglu careke din ji bo serokatiya CHP'ê hat hilbijartin.
Roja 6'ê mehê di roja duyem a kongreyê de vê carê ji bo Meclisa Partiyê dê hilbijartin pêk bê.
Piştî hilbijartinê Kiliçdaroglu sipasiya delegeyan kir û bang li berendamê din Înce kir ku ew jî were ser dikê. Înce sipasiya Kiliçdaroglu kir û got ku heta gavek berê Kiliçdaroglu reqîbê min bû, niha serokê min e. Ez sipasiya her kesê deng daye min û nedaye min dikim.


