logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  2. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  3. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
  4. Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!
  5. Lîstikvan Sam Neil mir
news-details

Ferhengeke vegera li kokên xwe

Di Ferhenga Mîtolojiya Kurdî de, bîr, bawerî û çanda proto kurdan merhale bi merhale heya roja îroyîn destnîşan kiriye,

  • Dîrok: 19/01/2021
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Rêdûr DÎJLE

J.J. Campbel, di "Mîtolojiya Dêrîn" de, bal dikişîne ser bivênevêbûna mîtolojiyê û dibêje, "Tu civata mirovan tune ye ku di rê û resmên xwe de li dor motîfên mîtolojîk neçûbe, tu civat tune ye ku bi kahîn, hozan, teolog û feylezofên xwe motîfên mîtolojîk şirove nekiribe; di stran û kilamên xwe de ew nepesinandibin û di xewn û xeyalên xwe de yên ku jiyanê zexim dikin, neceribandibin."

Modernîteya kapîtalîst, ji roja ku xwe noqî tar û terîşkên candaran kiriye û ew mendehoş kirine, mudaxeleyî gelek waran kiriye. Pê re pê re, hundirê gelek tiştan qewartiye û berteng kiriye. Yek ji van jî vegera li kokên xwe, xewn û xiyalên jiyanê zexim dikin, rêbaza ravekirina heqîqetê, mîtolojî ye. Modernîteyê hîs û pêjna wê jî tecrîd kiriye û ew kiriye qurbana rêbaza zanistî. 

Bi destê pozîtîvîzmê, wê ew di qadeke berteng, qadeke "metafîzîk" de asê kiriye û îtibara wê binpê kiriye. Hêla wê ya ku xwe dispêre jiyanê, hêla wê ya hawirdorparêz, azadîxwaz, nedetermînîst û hêla wê ya ji bo biberketina heqîqetê pûç kiriye. Biberketina "heqîqetê" bi pirranî spartiye rê û dirba zanistî. Ev bêîtibarkirina ku bi destê rêbaza zanistî hatiye kirin, kiriye ku esehiya rasteqînî û heqîqeta dîrokî ya li paşperdeya mîtolojiyê dejenere û manîpule bibe. Bi vî hawayî pêşî li ber biberketina çand, bawerî û kevneşopiyê girtiye. Ev bêîtibarkirin di heman demê de, bîr û hafizeya mirovan jî mehkûmî feraseteke analîtîk û matematîkî kiriye. Li gor felsefeya exlaqî-polîtîk, ev feraset, li "dijî jiyanê ye",  pêjn û hîsên candaran ku hemû tiştên derbarê jiyanê de di xwe de dihewînin, paşguh kiriye.

Lê belê, Ramazan Çeper, li gor derfetên xwe hewl daye ku li dij vê bêîtibarkirinê rol û rista mîtolojiyê ya esil û xweser cardin lê bar bike, guhartin, tehrîfat û berevajîkirina di mîtolojiya kurdî de tespît bike.  

Çeper, di Ferhenga Mîtolojiya Kurdî de, bîr, bawerî û çanda proto kurdan merhale bi merhale heya roja îroyîn destnîşan kiriye, bandora wê ya di şikilgirtina hebûna civakiyî ya kurd de eşkere kiriye. Wî ev yek di çarçoveya şaxên mîtolojiyê; teogonî, kozmogonî, antropogonî û eskatolojiyê de li gor sê metodên sereke kiriye. Metoda ewil, navên mîtolojîk an jî di çarçoveyeke çanda aktuel de esasgirtina qewimînan; metoda diduyan dîrok û metoda sisêyan jî di çarçoveyeke analojîk de esasgirtina qewimînên mitolojîk de. 

Helbet gava ev tişt kirine, pêwendiya çand û mîtolojiya proto kurdan a bi çand û baweriyên gelên din re jî baş îşaret kiriye. Yanî Çeper, ferhenga xwe di “homojenbûnê” de nefetisandiye. Ji xeynî vê, mîtolojiya kurdî di sînorekî bîr-baweriyê de asê nekiriye, pêwendiya wê ya bi tib, zanist û astrolojiyê re jî eşkere kiriye. Ji bo vê dermanê bi navê Zelanî ku niha di tiba modern de tê bikaranîn, wekî nimûne nîşan daye û gotiye, ev derman, navê xwe ji navê qiralê kurd Mîtrîdates û xwedawend Mîtra girtiye. Li gel vê, ji bo navê komstêra Siryus û Virgo jî gotiye ku navê xwedawendên Mazdaîzm û Hurriyan e. Ji bo navlêkirina vana û gelek tiştên din jî baweriyên proto kurd referans nîşan dane. 

Di Ferhenga Mîtolojiya Kurdî de tê dîtin ku gelek mîtên dema Medan hatine tehrîfkirin û daxilî nav mîtolojiya farisî hatine kirin. Çeper, diyar kiriye ku Avesta jî nesîbê xwe ji vê pêvajoyê girtiye û navê “Zend Avesta” lê hatiye kirin. Halbûkî têgiha “Zend Avesta” ji têgiha “Zenda” ya di Avestayê de hatiye darijtin û wateya wê “a ku şaş şîrove dike” yanî “Avestaya şaş” bixwe ye. Çeper, destnîşan dike ku di sererastkirinên sedsala 8’an de di beşên bi navê “Zend” de tehrîfat û xerakirineke mezin hatiye kirin û gelek mijarên aîdê Medan, adapteyî çand û edetên farisî hatine kirin.

Her wiha Çeper, ji bo barê xwendevan sivik bike beşeke “çavkaniyê” jî li ferhenga xwe bi keys kiriye. Kîjan navên mitolojîk ji kîjan çavkaniyê hatibin referekirin, bi çavkanî diyar kiriye. Bi vê xwestiye ku pêşî li ber şiroveyên spekulatîf bigire. Her wiha di nivîsandina ferhengê de awayekî akademîk esas girtiye û agahiyên hatine derpêşkirin jî spartine çavkanî û referansên berbiçav. 

*Ramazan Çeper, di sala 1998’an de hatiye girtin û di sala 2004’an de hatiye berdan. Di sala 2006’an de cardin hatiye girtin û niha di Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F’yê de ye.

*Kurt Mitolojisi Sozlugu, Ramazan Çeper, Weşanên Aryen, 2020; 2017'an tevî Kamuran Yîtîk jî wî Ferhenga Mîtolojiya Kurdî nivîsand û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî ew weşand. 

17.01.2021, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Nanê Gel li benda gel e

news

Rewşa dawî ya Birca Belek

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Xelata Feqî Huseyîn Sagniç dan Onen

ad

Li Rojava perwerdehî dest pê kir, vane hemû agahî

ad

Osman Ozçelîk dixwaze bibe Şaredarê Mêrdînê

ad

Mazlum Dogan hat bibîranîn

ad

Amnesty bang li Îranê kir: Îdamkirina Penahî rawestînin

ad

PE'yê muzakereyên ligel Tirkiyeyê dan rawestandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026
news

Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike

  • 14 07 2026
news

Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!

  • 13 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname