Amed
Berendama mebûsiyê ya Ak Partî ya di 22'yê tîrmeha 2007'an de niha bû rektora Zanîngeha Dîcleyê.
Di hilbijartina 22'yê tîrmeha 2007'an de ji Amedê yek ji berendamên mebûsiyê yên ji Ak Partî jî Prof. Dr. Ayşegul Jale Saraç bû. Saraç ku wê demê nehat hilbijartin niha bû Rektora Zanîngeha Dîcleyê ku li Amedê ye. Rektoriya Saraç îro ji aliyê Serokomar Abdullah Gul ve hate erêkirin.
Di civîna YOK'ê ku di 21'ê tîrmeha 2008'an de li dar ket de 20 endam beşdar bûn û endaman ji bo rektoran dengên xwe bikar anîn. Di wê lîsteyê de, ji bo rektoriya Zanîngeha Dîcleyê endamên YOK'ê dengên xwe bikar anîn û lîse amade kirin. Lîsteya ku YOK'ê pêşkêşî Serokomarî kir û yên ku çend deng girtibûn wiha hatibûn rêzkirin:
Rêza Yekem: Prof. Dr. Ayşegul Jale Saraç (12 deng),
Rêza Duyem: Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem (12 deng),
Rêza Sêyem: Prof. Dr. Talip Gul (14 deng)
Lîste bi vî awayî ji YOK'ê ji bo Serokomarî hate pêşkêşkirin û Serokomar jî îro rektoriya Prof. Dr. Saraç erê kir.
Balkêş e, hin berendamên ku di rêza yekem de hatibûn bi cih kirin jî ji aliyê Gul ve ew nehatin peywirdarkirin.
Ji Ntvmsnbc hatiye girtin