Diyarname
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, Hevserokên KCD'ê Hatip Dicle û Selma Irmak, Berdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu û Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek de lêpirsîn da dest pê kirin.
Hevserokan 18'ê mehê li Amedê civîneke* çapemeniyê li dar xistibû û li ser rewşa dawî daxuyanî dabû. Di daxuyaniyê de meseleya xendekan, pirsgirêka kurd û rêveberiya cewherî jî di nav de li ser gelek mijaran dîtinên xwe anîbûn ziman û banga çareseriyê kiribûn. Di daxuyaniyê de Demîrtaş gotibû ew dest ji xweseriyê bernadin û Dîcle jî gotibû mesele êdî ne meseleya xendekan e.
Li ser vê civînê û daxuyaniya hevserokan dozgerî lêpirsîn da dest pê kirin. Niha dê dozger li dîmenên civînê guhdarî bike û paşê doze veke yan na dê diyar bibe.
*Nûçeya eleqedar: