Diyarname
Pêşengeheke wêneyan û seramîkan a têkilhev, bi navê "Rengên Biharê", li Navenda Çand û Hunerê ya Îbrahîm Gurbuz ku di bin banê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî de ye hat vekirin. Pêşengeha ku ji berhemên sê hunermendan pêk tê, dê heta 9’ê Gulanê vekirî be û li benda kesên eleqedar be.
Fehim Guler: Pêşwaziya Biharê û Vejîna Hunerê
Rêveber (kurator) û yek ji hunermendên pêşengehê Fehim Guler, derbarê armanc û wateya pêşengehê de agahî da Diyarnameyê. Guler diyar kir ku 15’ê avrêlê li seranserî cîhanê wekî "Roja Hunerê ya Cîhanê" tê pîrozkirin û wiha axivî: “Wekî ku ji navê wê jî diyar e, ev pêşangeh bi navê 'Rengên Biharê' hat vekirin. Armanca me ew e ku em hem pêşwaziya biharê û Newrozê bikin, hem jî Roja Hunerê ya Cîhanê pîroz bikin. Bihar tê wateya jiyaneke nû û vekirina kulîlkan. Ji ber vê yekê, bi rêya vê pêşengehê em di hunera wênesaziyê de jî afirandina têgihîştin û hişmendiyeke nû dikin hedef. ”
Gulsume Oguz: Ev beden ji nû ve jiyanê dide pîrozkirin
Hunermenda Hunerên Hemdem Gulsume Oguz jî ku bi 10 berhemên xwe yên seramîkî tewlî pêşangehê dibe, li ser têkiliya berhemên xwe û biharê bom e wisa got: “Mirov dizane ku her xew bi şiyarbûnekê naqede; Zivistan wekî mirinê bêewle ye! Belkî jî ji ber vê yekê, şiyarbûna Biharê ji serkeftineke li hemberî mirinê jî wêdetir e; vejîna ji nû ve ye! Mirov, têgeha xwişk û biratiyê ji demsalan wergirtiye. Memikên piçûk ên dibişkivin, zikên ku di hundirê xwe de bi hezaran tov vedişêrin, diwermin û diwelidin di bedena jinê de dîtiye. Ev bedena ku ji nû ve jiyanê dide pîrozkirinê. Cejnên ku dê birayan bîne cem hev bi nav kirine û ew spartine xwişka xwe Biharê: Çarşema Sor, Paskalya, Newroz, Xidirêlez, Nehê Adarê, Floralia, Holi, Hanami...”

Hunermend û Berhemên Wan
Di pêşengehê de sê hunermend bi şêwaz û agahiyên xwe cih digirin:
• Hatice Kaçar: Hunermend bi du xebatên xwe yên bi navê "Dêrsim" û "Newroza Sor (Kizil Newroz)" beşdarî pêşengehê dibe. Kaçar di berhemên xwe de, wekî şêwazeke vegotinê, zêdetir balê dikişîne ser rewşa civakî û jiyana siyasî ya herêmê.
• Gulsume Oguz: Bi hunera seramîkê balê dikişîne ser îmgeya jinê. Oguz di xebatên xwe de, bi pêvajoya dayîkbûn û afirîneriya mirov re, perspektîfeke xurt a ku jiyana jinê geş dike û vedijîne pêşkêşî temaşevanan dike.
• Fehim Guler: Hunermend di berhemên xwe de zêdetir li ser mijarên ku wekî qedera herêmê tên dîtin hûr dibe; mijarên balkêş û kûr ên wekî "Koç" û "Govend"ê bi hunera xwe tîne ziman.
Agahiyên Serdanê û Naveroka Pêşengehê
• Naveroka Berheman: Di pêşengehê de bi giştî 18 xebatên hunerî hene. Ji van berheman; 3 tabloyên boyaxa neftî, 5 xebatên bi teknîka çapa xweser, xebateke bi teknîka têkel û 10 jî berhemên seramîkê hene.





