Diyarname
Prens Harry û Meghan Markle biryar dan ku ji Malbata Kraliyeta Îngilistanê veqetin û ragihandin ku dê vê wekî pirtûkek biweşînin. Pirtûk dê bi navê "Finding Freedom" (Dîtina Azadiyê) dê bê weşandin. Amazonê ji bo pêşfirotinê çawa pirtûk derxist ser malperê di 24 saetan de rekor şikand.
Amazon ku ji bo pirtûk pêşfirotina pirtûkê ragihand wisa nivîsî: "Gelek hindik kes bi çîroka rastîn a Harry û Meghan dizanin. Ev pirtûk dê kîteyên wan ên nayên zanîn bîne ba hev, dê gelek gotegotên wan aciz dike zelal bike û agahiyên ji manşetan wêdetir pêşkêş bike."
Di pirtûkê de gelek kîteyên aîdê prens û prensesê, dîsa agahiyên derketina wan ji malbata kraliyetê cih bigirin. Li gor gotina Amazonê roja 11'yê gelawêjê dê wekî dîjîtal, 20'ê gelawêjî jî bi awayê çapkirî derkeve piyaseyê.
Çawa Amazonê firotina pirtûkê ragihand 24 saetan de ket ser lîsteyê herî têne firotin û di rêza yekemîn de cih girtin.