logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye
  2. Hûmara newî ay "Bajar"î veciya
  3. Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir
  4. Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da
  5. Ji Lîsê 5 romanên dawî yên derketine
news-details

Jêderên îlhamê

Jêderên îlhamê hişyarî, hestdarî û zîrekiya wêjevan e. Wêjevan dayik in û berhemên ku diafirînin, zarokên wan e. Dayik n

  • Dîrok: 24/11/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

KAMRAN SIMO HEDILÎ

Jêderên îlhamê hişyarî, hestdarî û zîrekiya wêjevan e. Wêjevan dayik in û berhemên ku diafirînin, zarokên wan e. Dayik neh mehan zaroka xwe di zikê xwe de xwedî dike. Heta ku zarok dibe, dayik diçe wê dinyayê û tê, dibe bimire, dibe bimîne jî. Her afirandinek mîna bûyîna zarokekê ye. Wêjevan jî divê xwe li şûna dayikê deynin û zaroka xwe bînin, wan mezin bikin. Zarok anîn bi tenê ne erka dayikê ye, mezinkirin û perwerdekirin jî pêwîst e.
Wêjevan jî ne tenê dinivîsin, nivîsên xwe xweşik dikin, mebesta xwe di nav de dihûnin û piştre pêşkêşî xwendevanan dikin. Bi wî awayî bîr û baweriyên xwe bi berhemên xwe li nav civatan belav dikin. Yanî heta berhema xwe qenc perwerde nekin dev jê bernadin.
Bauderlaire li ser vê mijarê dibêje, "divê helbestvan desthilatdarê helbestê be, rê nede ku helbest desthilatdariyê lê bike. Da zanîn, hişyarî, aramî û rastiya hunerî di helbesta xwe de bicivîne. Karibe li ser wate û derbirîna helbestê desthilatdar be." Heta gelek zaneyên mîna Spîndar bi pêştir ve çûn û gotin, "Ked û zehmetî, di helbestê de her tişt e." Van zanyarên wêjeyê, di nirxandina wêjeyê de nirxê îlhamê kêm kir û bal kişand ser zîrekiya wêjevanan. Piştî van nirxandinan nêrîneke din li Ewropa dest pê kir û li hemû cîhanê balav bû. Ked, zehmetî û zîrekî kete pêşiya îlhama ku mirovan bawer dikir ji hêzên nependî tê. Li gorî ked û xebatên ku berhemên wêjeyî xweşik dikin, nirx bi wan bêrheman hate dayîn.
Wêjevan ji gelek tiştan îlhamê digirin, her tişt îlhamê didê wan. Şevên tarî, rondikên çavan û poşmanî dibin jêderên îlhama wan. Kêliyên ku rondikên çavên xwe nîşan nadin, wan berdidin nava xwe. Demên ku xwestine tiştekî bikin û nekirine, an soz dane û soza xwe bi cih ne anîne. Li cihên ku arîkarî pêwîst û destên xwe dirêj kirine, lê destdirêjkirina wan negihiştiye cihê xwe. Mirovên ku rûyê hezkirinê nîşanî wan da û wan wer zaniye ku ji wan hez dikin û ew xapandine. Kesên durû yên ku ji mirovên li ser xwe re, li ber piyan di pêşbirka şelafiyê de ne û mirovên li jêr xwe re lehengê virek in. Evînên qeçax, ên ku newêrin ji çûkan re jî bibêjin, hezkirina welat û jiyana li biyaniyê, hesreta zarok û malbatan, peyamên dayîn heval û hogirên xwe, ev hemû dibin kaniyên îlhama wêjevanan.
Lê ya herî zêde, evîna di nava wan de şaxvedayî jêdera îlhama berhemên wan e. Ev jêder dibine sedem ku hest li ser dil û mêjiyê wan bişemitin. Ew hestan ji xew hişyar dikin, bi zîrekî û zehmetî hestan digirin û dikin berhemên wêjeyî. Ew berhemên xwe dinivîsin, ne hêzên veşartî bi wan didin nivîsandin. Yanî peydekirina rîsê tevna berhemên wan, rêstin û li mensûrê pêçanê jî ew dikin. Paşê bi kerkitê ew rîs bi serhev de didewisînin û xelîça xwe çêdikin. Ne Xwedayên xirabiyê ji bo peydekirina peyvên lihevhatî arîkariya wan dikin û ne jî Xwedayên qenciyê di xweşikirina formê de rê nîşanî wan dikin. Hemû bar li ser şanên wan e û ew hûnandina berhemên xwe dikin. Tişta ku dixwazim bibêjim ew e ku ji roja ku mirovî helbest dîtî ve guftûgo li ser naverok, form, wate, giyan û xizmeta wê di pêşxistina ziman û civatê de tê kirin. Di van guftûgoyan de hin rola mezin didin îlhama Yezdanî û hin rola mezin didin jîrî û keda wêjevanan. Jêderên îlhama her kesî hene, ji ber ku her kes dijî. Yên ku şemitandina hestan li ser mejî û dilên xwe hîs dikin û karibin wan bigirin, girtin bi tenê jî têrê nake. Bi jîrî û kedeke mezin zanibin bînin ziman, berhemên wêjeyî dinivîsin. Ev jî, wer diyar e ku ne hêzên veşartî îlhamê didine wan, ew îlhamê di nava xwe de digihênin, bi kedeke mezin îlhama xwe dihûnin û tînin ziman. Wêjevan bi hostetiya hosteyên ku ji gerdenên sipehî re ristikê çêdikin, li ser berhemên xwe dixebitin. Hosta çawa şikil didine zêrê ku li ser kar dikin, milîmeke kêm û zêde nahêle û piştre nirxê gerdeniyê, an bazinê ku çêdikin, didinê. Wêjevan jî wisa li berhemên xwe dinihêrin. Her wisa dema ku pêşî cewher ji bin erdê tê der, ne cewherekî pirr bi nirx e. Pêşî ji bin erdê derdixin piştre bi destê hosteyan di makîneyan de li ser kar tê kirin û dibe cewher. Nirxandina cewher li gorî karê ku li ser tê kirinê ye. Wêjevan jî bi xweşikhûnandina berhemên xwe nirxê jê re diafirînin. Bi afirandina nirxa berheman re jî xwe diafirîne. Bi afirandina xwe, berhemên xwe dikin kaniya ku herkes karibe avê jê vexwe.
kamransimo@hotmail.com
24.11.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

diyarname podcast festival3 4 #diyarname #deng

news

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

news

NOFA / Eylul Nazlier

news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e#shortsvideo #shortsviral #shortsvideos

news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

news

diyarname podcast festival#shortsfeed #shortsvideos #diyarname#shortsviral

news

'Çand li ser mekan ava dibe' Ji festîvala çand û hunerê a Tetwanê #diyarname#shortsfeed#shortstory

news

diyarname podcast festival #diyarname#shortsfeed #shortstory #shortsfestival #shortsyoutube

news

diyarname# #diyarname#festival# #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortvideo #3deqe #deng

news

Huner, hunermend û Hozan Dîno

news

Nivîskar Yaqob Tilermenî beşdarî Diyarnameyê bû #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortsvideo

news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

news

diyarname# #podcast #3deqe #booktok #deng

news

ZERBAN

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

Video Project 2 4

news

diyarname podcast #diyarname #3deqe #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng#sinema #konferans

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Çengên bavê min (yên şikestî)

ad

Gelo Baba Tahir ev gotin gotiye, negotiye?

ad

AKP'ê nehişt lêkolîn li ser kuştina Elçî bê kirin

ad

Piştgiriyek ji bo malbata Şaban Dayanan

ad

Ji A'yê heta Z'yê em Silopî binasin

ad

Li Sûriyeyê hejmara miriyan derket 5 hezar û 814 kesî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye

  • 07 08 2026
news

Hûmara newî ay "Bajar"î veciya

  • 07 08 2026
news

Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir

  • 07 08 2026
news

Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da

  • 07 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname