Umran Aran
Ev nivîsar diyarî ye ji bo Roja Zimanê Kurdî û ruhê C. A. Bedirxan
Ez vê nivîsarê bi îlhama gotara Mikail Bülbül a bi navê “Rola Paşgira Partîsîp di Çêkirina Raweyên Ragihandinê, Dananî û Mercî da” dinivîsim ku di jimara yekem a kovara Weqfa Mezopotamyayê di Folklor û Zimanê de hatiye weşandin.[1]
Bülbül li ser mijareke gelekî giring û girift nivîsiye, hêvî ew e ku li ser vê mijarê gengeşe zêde bibin da ku zelaliyek bê bidestxistin.
Tiştên ku ez ê di vê nivîsarê de bibêjim, ne gotina ewil û ne jî gotina dawî ye; bi tenê hewldanek e ji bo ku ji çareserkirina aloziyekê re bibe arîkar.
Ez ê pêşiyê behsa mijara partîsîpê bikim, dûre behsa raweyên dananî û dijfaktuel bikim û herî hewl bidim tîpolojiyeke raweyên mercî ava bikim ku armanca sereke ya nivîsarê ev e.
Partîsîp
Partîsîp lêkera rengdêr/hevalnav (sîfet) e anku di partîsîpê de lêkerekê karaktera navdêrekê bi dest xistiye û bûye rengdêr. Bo nimûne şuştin lêker e, lê şuştî partîsîp e û partîsîpa dema borî (past participle) ye.[2] Mîsal di “kincên şuştî” de, şuştî rengdêr e.
Partîsîp di kurdî de bi vî awayî tê bi destxistin: reha dema borî + î. Heger reha dema borî bi dengderekê qediyabe formul dibe: reha dema borî + yî. Ji vê “-î”yê re paşgira partîsîp tê gotin.
Bo nimûne em partîsîpa hatinê bi dest bixin: heger em paşgira raderê ji lêkerê biavêjin, hat dimîne ku reha dema borî ya lêkerê ye, ku em “-î”yê bînin paş wê, partîsîpa borî hatî tê bidestxistin. Bi vî awayî: kirin > kir > kirî; gotin > got > gotî; çûn > çû > çûyî; man > ma > mayî.
Weku Bülbül diyar kiriye “paşgira partîsîp di kurmancîyê da, ne tenê formên nominal yên rengdêrî çêdikin, lê di avakirina hin raweyên ragihandinê, dananî û mercî da jî dihê bikaranîn.” Bülbül bi vê tesbîta xwe, dike ku em avaniya raweyên kurdî baştir fam bikin.
Bülbül angaşt dike ku du paşgirên partîsîp hene: -î û -i. Herçend ew jêgirtinê ji Kurdo jî dike ku dibêje “îhtîmal e ku “-î”ya partîsîp kurt bûbe û bûbe “-i””, dîsa jî meyla gotarê li ser wê qebûlê ye ku di kurmancî de du partîsîpên borî hene. Bi vî awayî du partîsîpên borî yê lêkera ketinê ev in: ketî, keti.
Li gor vê yekê heger em lêkerê li gor kesê sêyem ê yekjimar di dema borî ya temam û di dema borî ya dûr de bikêşin: Ew ketîye. Ew ketibû.
Bi min di kurmancî de bi tenê partîsîpeke borî heye, ew jî ew form e ku bi paşgira “-î”yê hatiye sazkirin, her çi forma bi paşgira “-i”yê ye, ew tenê kurtkirina forma ewil e, loma ez ê jê re bibêjim partîsîpa borî ya kurtkirî.
Di kurdî de dema borî ya temam bi vî awayî hatiye bidestxistin: partîsîpa borî + kopulaya dema nuha (lêkera bûnê). Heger mantiqa dema borî ya temam bînin bîra xwe, têkiliya wê bi dema nuha re dê baştir bê danîn û mijar ê xweştir bê famkirin. Li gor vê yekê em lêkera hatinê li gor şeş kesan bikêşin:
Ez hatî me. Em hatî ne.
Tu hatî yî. Hûn hatî ne.
Ew hatî ye. Ew hatî ne.
Dîsa di kurdî de dema borî ya dûr bi vî awayî hatiye bidestxistin: partîsîpa borî + kopulaya dema borî (lêker bûnê). Li gor vê yekê em lêkera hatinê li gor şeş kesan bikêşin:
Ez hatî bûm. Em hatî bûn.
Tu hatî bûyî. Hûn hatî bûn.
Ew hatî bû. Ew hatî bûn.
Lê belê paşgira partîsîp “-î” kurt bûye û bûye “-i”. Heger ev “-i” paşgireke partîsîp ya serbixwe bûya, lazim bû me bikariya ew di formên nomînal/navdêrî jî de bi kar bianiya, lê belê bikaranîneke wisa tuneye û diyar e ku encama kurtbûnê ye. Di soranî de jî ev diyarde heye: hatûwa (temam), hatibû (dûr).
Herwiha diyar e ku formên wek çûyî bêtir kurt bûne, bo nimûne li berriya Mêrdînê kesên temenmezin nabêjin çûbû, dibêjin çûibû. Di wê navberê de “i”yeke kurt heye ku ev yek angaşta kurtbûna partîsîpê bihêztir dike.[3]
Nakokiya Bülbül û Rêbera Rastnivîsînê
Heger em li gor Rêbera Rastnivîsînê lêkera hatinê li gor şeş kesan bikêşin: Ez hatime. Tu hatîyî. Ew hatiye. Em/hûn/ew hatine.
Li vê derê tevî ku dem û binyat yek in, çima di kesê duyem û sêyem de partîsîpa borî hatî, lê di kesên din de hati ye. Bersiva muhtemel ev e: li bakurê Kurdistanê di kurmancî de bi tenê di van kesan de ew “-î” hatiye parastin, lê di kesên din de kurt bûye. Jixwe dema ku em li Behdînanê dinerin em dibînin ku partîsîpa borî hatiye parastin û ji bo hemû kesan “hatî” ye. Lê hemin Rêbera Rastnivîsînê û gotara Bülbül hewl didin bi awayekî normatîf pêşniyazinan bikin, pêşniyaza min jî di çarçoveya vê normatîfiyê de ew e ku em ji bo hemû kesan “hati”yê bi kar bînin û standard bikin.
Kêmasiyeke Bülbül
Dema ku Bülbül behsa bikaranîna paşgira partîsîp di raweyên dananî û mercî de kiriye, behsa formên bihatima û hatibûma kiriye, lê belê behsa raweya dananî ya dema borî ya temam nekiriye. Yanî behsa hatibimê nekiriye ku ew jî bi vî awayî hatiye avakirin: hat+i+b+im û heman “-i” di wê de jî heye. Lê belê ev ne kêmasiya mamoste Bülbül tenê ye, ya hekemên wî ye jî. Herwiha Bülbül xwe nedaye ber binavkirina van raweyan jî; gotiye dananî û mercî lê negotiye bê ka kîjan kîjan e; xwe nexistiye rîskê.
Raweyên Kurmancî (Moods)
Bi giştî du raweyên sereke hene di kurdî de: 1. Raweyên Ragihandinî (Indicative), 2. Raweyên Neragihandinî (Non-indicative). Raweyên neragihandinî jî di nav xwe de dibin sê beş: 1. Raweya Fermanî (Imperative), 2. Raweyên Dananî (Subjunctive), 3. Raweyên Dijfaktuel (Counterfactuel).
Naxwe em dikarin dabeşkirina xwe ya ewil ji bîr bikin û bibêjin ku di kurdî da çar rawe hene: 1. Raweyên Ragihandinî (Indicative), 2. Raweya Fermanî (Imperative), 3. Raweyên Dananî (Subjunctive), 4. Raweyên Dijfaktuel (Counterfactuel)
Dibe ku xwîner şaş bimînin; ji ber ku ji kitêbên gramerê navên wek “raweya bilanî”, “raweya daxwazî”, “raweya mercî” hwd fêr bûne. Binyat ev in; ev raweyên din, binyatên van raweyan bi kar tînin. Bo nimûne raweya ku navê “raweya bilanî” lê hatiye danîn, bi vî awayî tê sazkirin: bila +kesê sêyem+ raweya fermanî. Raweya fermanî: Biçe! Biçin!; Bilanî: Bila (ew, Berfîn, Bahoz) biçe! Bila (ew, zarok, xwendekar) biçin! Li vê derê kêşana lêkerê yek e; naguhere, qest ji binyatê ev e. Îcar em vegerin ser mijara xwe dîsa.
Weku tê zanîn raweyên ragihandinî deman diyar dikin; wek dema nuha, dema bê, demên borî hwd. Her çi raweya fermanî ye, fermanan dide kesê li hembera xwe. Vê gavê ji bo me raweyên dananî û dijfaktuel giring in; ji ber ku ew beşdarî avakirina raweyên mercî dibin.
Raweyên Dananî (Subjunctive)
Raweyên dananî di kurdî de du cure ne: 1. Raweya dananî ya dema nuha (present), 2. Raweya dananî ya dema borî ya temam (present perfect). Ev rawe, rewş û kirinên potansiyel/mimkun derdibirrin.
1. Raweya dananî ya dema nuha (present): bi+reha dema nuha ya lêkerê+ paşgirên kesane.
Di vê raweyê de bi piranî hestên wek daxwaz, pêwîstî, karîn, armanc hwd tên derbirrîn.
Mînak: Ka ez çi bixwim? Belkî em îro/sibe biçin bajêr. Lazim e hûn li min guhdar bikin. Berfîn hez dike li Kurdistanê bigere. Azad naxwaze li malê bimîne.
2. Raweya Dananî ya dema borî ya temam (perfect): partîsîpa borî ya kurtkirî +b+paşgirên kesane. (Esasen, b+paşgira kesane = raweya dema nuha ya lêkera bûnê/kopulayê ye = ez bim, tu bî, ew be, em/hûn/ew bin).
Ev rawe bêtir ihtîmalan derdibire. Raweya berî vê jî ihtîmalê jî derdibirre; lê ferqa vê ev e ku ihtîmaleke ne di destê mirov an jî ne di bîra mirov de tê de heye. Bo nimûne: “Dibe ku Ehmed sibeyê biçe bajêr” (haya min jê heye). “Dibe ku Ehmed îro/do çûbe bajêr” (haya min jê nîne).
Mînak: Belkî hatibe. Xwedê bike deng neçûbe bavê te!
Raweyên Dijfaktuel (Counterfactual)
Raweyên dijfaktuel di kurdî de du cure ne: 1. Raweya dijfaktuel ya dema boriya sade, 2. Raweya dijfaktuel ya dema boriya dûr. Ev cure, rawe rewş û tevgerên hîpotetîk (grîmanekirî/hesibandî) û nerast (irreal) derdibirrin.
1. Raweya dijfaktuel ya dema borî ya sade: bi + partîsîpa dema borî ya kurtkirî + paşgirên kesane + a (paşgira pêknehatinê).
Referansên vê raweyê dema nuha û dema bê ne, lê ji ber ku ne-reel e bi reha dema borî hatiye sazkirin.
Mînak; Xwezî ez jî îro bi we re bihatima.[4] Xwezî sibeyê baran bibariya.
2. Raweya dijfaktuel ya dema borî ya dûr: partîsîpa dema borî ya kurtkirî + kopulaya dema borî (reha dema borî ya lêkera bûnê+paşgirên kesane) + a.
Di vê raweyê de referans jî dema borî ye, sazkirina lêkerê jî.
Mînak;
De hema do ev xebera hanê gihîştibûya min, ma wê qiyamet rabûya!
Xwezî ez jî do hatibûma[5].
Weku tê dîtin “Xwezî ez jî îro bihatima” û “Xwezî ez jî do hatibûma” di her du hevokan de jî reha borî ya lêkerê hatiye bikaranîn. Lê belê referansên wan cuda ne; di hevoka ewil de axêver xweziya xwe bi dema nuha tîne, di hevoka duyem de xweziya xwe bi dema borî tîne. Rast e, li gelek herêman ev her du tên tevlihevkirin, lê li ser sînorê bakur û rojavayê Kurdistanê ev ferq parastî maye. Heger em van hevokan bi vî awayî temam bikin, cudahiya semantîk dê baştir bê famkirin.
“Xwezî ez jî îro bihatima, lê mixabin ez nayêm/ ez dê neyêm.” “Xwezî ez jî do hatibûma, lê mixabin ez nehatim.”
Hasilî kelam ev mijara raweyên dananî û dijfaktuel ji bo kurdî gelekî giring e û heger ez xal bi xal cihên bikaranîna wan binivîsim, dibe ku çil pêncî xal derkevin. Herwiha ji ber ku bi xêra van raweyan, hevokên kompleks jî tên avakirin, giringiya wan zêdetir dibe. Lê belê li vir ji bo pêşhaziriyeke ji bo raweyên mercî ev hinde bes e.
Raweyên Mercî
Weku tê zanîn di kurdî de di hin rewşan de raweyên mercî bi awayê “heger+ raweyên ragihandinî” tê avakirin, lê li vê derê mijara me ew e bê ka raweyên mercî, bi raweyên neragihandinî çawa tên avakirin.
Li gor van daneyên di dest me de, em ê hewl bidin tîpolojiyeke raweyên mercî derxin holê. Em ê li gor dema reha lêkerê û reel ne nereelbûna wan, wan bi nav bikin. Li gor vê yekê çar raweyên mercî derdikevin holê. Yên reel: 1. Raweya mercî ya dema nuha 2. Raweya mercî ya dema borî ya temam. Yên nereel: 1. Raweya mercî ya dema borî ya sade 2. Raweya mercî ya dema borî ya dûr. Naxwe çar raweyên mercî bi vî awayî ne: 1. Raweya mercî ya reel a dema nuha (tîp1), 2. Raweya mercî ya reel a dema borî ya temam (tîp2), 3. Raweya mercî ya nereel a dema borî ya sade, 4. Raweya mercî ya nereel a dema borî ya dûr (tîp4).
reel | dema nuha | Heger ew îro/sibeyê wî bibîne, ew ê jê re bibêje. (tîp1) |
dema borî ya temam | Heger wî îro/do ew dîtibe, wî yê jê re gotibe. (tîp2) | |
nereel | dema borî ya sade | Heger wî îro ew bidîta, wî yê jê re bigota.[6] (tîp3) |
dema borî ya dûr | Heger wî do ew dîtibûya, wî yê jê re gotibûya. (tîp4) |
Li vir beşa diyarker, beşa ewil a hevokan e, yanî binristeya mercî (if clause/protasis) ye. Mimkun e beşa duyem a hevokan, yanî binristeya encamî (resault clause/ apodosis) bi lêkerên wek karînê bi awayine din jî bên sazkirin, lê binyata demî naguhere. Mînak: “Heger ew sibeyê wî bibîne, ew dikare jê re bibêje.” Ji bilî van çar tîpan, tîpa têkel a tîp2+tîp1 (“Heger wî îro/do ew dîtibe, ew ê sibe/îro jê re bibêje.”) û tîpa têkel a tîp4+tîp3 (“Heger wî do ew dîtibûya, wî yê îro jê re bigota.”) jî heye. Bala xwe bidin hevterîbiya tîpên têkel! Bi vî awayî tîpolojiya me ya raweyên mercî temam dibe.
Weku me got li hin herêman ferqa tîp3 û tîp4 nemabe an jî yekê şûna yekê girtibe jî, ji Qoserê heta Amûdê li berriya Mêrdînê ev ferq heye û bi min divê em van forman biparêzin ku ji dewlemendiya zimanê kurdî ye.
***
Ji ber ku gelek ciwanên me wergera ji îngîlîzî dikin, ez ê mînakinan ji tîpên îngilîzî wergerînim. Weceke din a vê yekê ew e ku bi vî awayî ferqa tîp3 û tîp4 a kurdî dê baştir bê famkirin.
If he studies, he will learn. (Type 1): Ku ew bixebite, ew ê bielime. (tîp1)
If he studied, he would learn. (Type 2): Ku ew bixebitiya, ew ê bielimiya. (tîp3)
If he had studied, he would have learnt. (Type 3): Ku ew xebitîbûya, ew ê elimîbûya. (tîp4)
If I see him tomorrow, I will talk to him.: Ku sibeyê ez wî bibînim, ez ê pê re bipeyivim.
If I saw him now, I would talk to him.: Ku nuha min ew bidîta, ez ê pê re bipeyivîma.[7]
If I had seen him yesterday, I would have talked to him.: Ku do min ew dîtibûya, ez ê pê re peyivîbûma.
Weku tê dîtin di îngilîzî de sê tîp, di kurdî de çar tîp hene.
Herwiha mixed typea (type3+type2) îngilîzî jî bi heman awayî di kurdî de bi tîpa têkel a (tîp4+tîp3) tê avakirin:
If I had passed my exams last year, I would not follow this ourse now.: Heger min par azmûnên xwe derbas kiribûna, ez ê nuha neçûma vê kursê.
If I had graduated last year, I would work with you now.: Heger ez par mezûn bûbûma, ez ê nuha bi te re bixebitîma.
If he had been operated on last month, he would start to work next week.: Heger ew meha borî emeliyat bûbûya, wî yê meha bê dest bi xebatê bikira.
***
Nîşe: Dema ku lêkera bûnê di protasîsê de be, apodosîs bi tîp3 jî, bi tîp4 jî çêdibe; ji ber ku di lêkera bûnê de ferqa her du raweyên dijfaktuel tuneye. Her du form jî: bûma, bûya[8], bûna ye.
Heger ez bûma, ez ê îro biçûma cem wê.
Heger ez bûma, ez ê do çûbûma cem wê.
Gotina dawî: Ev tîpolojî pêşnûmayek e, angaşta wê ya teqeziyê tuneye. Min ji bo xatrê Roja Zimanê Kurdî îro dest bi vê nivîsarê kir û îro qedand. Heger kêmanî an şaşiyên min pir bin, hûn ê li min negirin û bidin xatrê vê leza ji bo vê roja biqîmet.
Çavkanî
Bülbül, M. (2020). “Rola Paşgira Partîsîp di Çêkirina Raweyên Ragihandinê, Dananî û Mercî da”, Folklor û Ziman, rr. 110-126.
McCarus E. N. (2009).“Kurdish”, The Iranian Languages, Edt.Gernot Windfuhr. Rouletge. rr. 587-633.
Thackston, W. M. (2006). Kurmanji kurdish: a reference grammar with selected readings. (kopîya çapnekirî).
[1] Lînka wê ev e: https://dergipark.org.tr/tr/pub/folklorziman/issue/54068/694447
[2] Mixabin di kurdî de partîsîpa dema nuha tuneye, dibe ku em jî rojekê wek tirkan ji farisî bistînin; konuşan adam: zilamê peyiven(de).
[3] Herwiha roniyê dide ser wê yekê bê çima li berriyê nabêjin biçûma lê dibêjin biçûyama. Xuya ye di vê raweya dijfaktuel de partîsîp bi qasî “çûibû”yê kurt nebûye. Heger em ji hev de bixin; biçûyama: bi +çûyî + m+ a > biçûyîma > biçûyima > biçûyama.
[4] “Bihatima” bi awayê “bihatama” jî tê bilêvkirin. Ev paşgira dawî “-a”ya nereelkirinê guvaşê li ser “i”ya “im”ê dike û wê dike “a”. Heger ez spekulasyonekê bikim û çavdêriyên xwe yên li ser zarokan bidim ber çavan, ez ê wisa bibêjim: berê “hatim” heye û berî wê jî “bi” bi taybetî ji raweya fermanî û dananî hatiye bidestxistin. Herî dawî jî ev form tê bidestxistin: bi+hatim+a. Mîsal xwarziya min sê salên xwe temam kirin, hîn nû derbirînên wek “bihatima” bi lêv dike.
[5] “Hatibûma” bi awayê “hatibama” jî tê bilêvkirin. Dîsa bi guvaşa paşgira “-a”yê “û” vediguhere “a”yê. Heta ji ber vê yekê kêşana kesê sêyem ê yekjimar bi temamî tê kurtkirin: hatibûya >hatibaya> hatiba. Ji ber ku du “a” li dû hev tên, ziman yekê diavêje. Bi heman awayî “bihataya” jî dibe “bihata”.
[6] A rast ev “bigotaya” ye. Bi vî awayî hatiye bidestxistin: bi+goti+a > bigotiya > bigotaya. Lê ji ber ku du “a” li dû hev tên, ziman yekê diavêje. Lê ku kesek di nivîsînê de di awayê formel de israr bike; heqê wî heye, ku awayê herî formel “bihatiya” ye.
[7] An jî bipeyivîyama. Em ji hev de bixin; bipeyivîyama: bi + peyivîyî+ m+ a > bipeyivîyîma > bipeyivîyima > bipeyivîyama. (Partîsîpa borî ya peyivînê: peyivîyî)
[8] Ji bo kesê duyem awayê formel ev e: bûyîya. Lê ji ber ku ev bilêvkirin pir zehmet e, ew jî wek ya kesê sêyem tê kêşan.