logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

DÎPLOMASİYA SEQET

Di van şert û mercên ku bi giştî niha kurd tê de derbas dibin, hewcedariya kurdan û bi taybetî ya Rojavayê Kurdistanê ji

  • Dîrok: 18/07/2014
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Rizoyê XERZÎ


Di van şert û mercên ku bi giştî niha kurd tê de derbas dibin, hewcedariya kurdan û bi taybetî ya Rojavayê Kurdistanê ji her demê bêtir bi hevgirtin û yekrêziyê heye. Di warê dîplomasî de hewcedariya Rojava bi têkliyên dîplomatîk ên Bakur û Başûrê Kurdistanê heye ku di raya giştî ya navnetewî de piştgiriyê bi Rojava re bikin.

Têkilyên Başûr bi gelek dewletan re heye û dikare vê dîplomasiya xwe têxe dewreyê ku rastiya êrîşên li ser kurdan ji saziyên navnetewî re aşkera bike. Lê mixabin em dibînin ku li şûna vê yekê hin partiyên kurd ên ku ji wan têkliyên dîplomasî ên başûr sûdê digirin di nava raya giştî ya Ewropayê de li şûna piştgiriyê zirarê li şoreşa Rojava dikin û rastiyan berobajî dikin. An jî hin mijarên biçûk mezin dikin û li dijî tevgera gelê kurd a ku şerê man û nemanê dike dike bikar tînin.

Her wiha Bakur jî nikare di warê navnetewî de rola xwe ya dîplomatîk bilîze û rastiya şoreşa Rojava ji raya giştî ya navnetewî re bi rengekî profisyonek û akademîk pêşkêş bike. Tenê di warê nûçe û agahdariyê dimîne.

Herêma Başûrê Kurdistanê  dikare di warê van têkliyan de roleke pir mezin bilîze lê mixabin ji ber nakokiyên siyasî û hin tiştên biçûk pêşeroja hemû gelê Rojava dixe xetereyeke mezin û di wî warî de xwedî lê dernakeve û carna jî dibe hevparê ambargoya giran ya li ser Rojava.

Di dema dawî de rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê bi rayedarên dewleta tirk re li hev civiyan û mijarên wekî çeteyên DAIŞ, revandina sefîr û dîplomatên tirk û hin mijarên din nîqaş kirin. Her kes dizane ku nêzîkaya herî zêde ji bo peymanên firotina petrolê ne û kesek li dijî têkliyên bi vî rengî ên ku sûdê bide Herêmê nasekine. Lê pirsa mirov şaş û mat dihêle ew e ku gelo bi qasî van cîranan mafê Rojava jî tune ye ku hûn ji bo van mijaran hevdîtinê bi wan re bikin. Biratiyê jî deyne aliyekî ew jî li ser sînorê te ye, ew jî cîranê te ye,  ma gelo bi qasî wan cîranên din jî mafê van birayan li ba we tune ye. Ma gelo pêwîstî bi şêwira wan tune ye ji bo destnîşankirina qeder û paşeroja Rojava.

Qe nebe wekî bi cîranên xwe re bi wan re şêwira çawaniya parstin û berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ’ê nîqaş bike.

Bi rastî wekî seferberiya ku niha bakurê Kurdistanê ji bo Rojava dest pê kiriye, divê di warê dîplomatîk de jî seferberiyek wiha ji bo Rojava were destpêkirin. Hemû partî û rêxistinên kurd li Bakur, Rojhilat û Başûr ji bo xwedîderketina li parçeyeke ji dilê xwe dest bi seferberiyê bikin. Qe nebe hûn hinekî ji deynê bi dehê salan ê gelê Rojava ku di hemû şoreşan de hûn bi tenê nehiştin ji stûyê xwe derxînin.


18.07.2014 / Azadiya Welat 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hejmara nû ya Tîrojê derket

ad

Li Helebê taxa kurdan hat bombekirin

ad

WC'yên Tirkiyeyê pîs in

ad

Festîvala Sûc û Cezayê dest pê kir

ad

KCD'ê ji bo Ocalan daxwaza 'Hepiskirina li Mal'

ad

Helbestvan Dilzar di temenê 101 salî de koça dawî kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname