AMED
Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê, ku navenda wê ya giştî li Amedê ye, bi serlêdana xwe ya li Walîtiyê re fermî bû.
Endamên Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê ji bo fermiyeta komaleyê piştî serîlêdana Walîtiya Amedê li ber avahiya walitiyê daxuyanî dan çapemeniyê.
Hevserokên Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê parêzer Gulşen Ozbek û Serhat Eren û gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevseroka Hiqûqnasên Kurdistanê Gulşen Ozbek daxuyanî xwend û got ku ew ê ji bo welatiyên ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê ji ber nasname, ol, zayend, nêrîna xwe rastî neheqiyê tên, têbikoşin û got: "Di bingeheke meşrû û demokratîk de emê têkoşînek hiqûqî bidin û me biryar da ku navenda komaleya me li Amedê be."
Ozbek diyar kir ku ew wekî hiqûqnasên ku pirî caran li hemberî astengiyên mafên xwezayî û azadiyê tên ji bo ku di navbera xwe de yekîtiyek pêk bînin û ji bo ku mafên hiqûqî yên mirovan biparêzin ev komale ava kirine. Ozbek, destnîşan kir ku ew ê li cihê hiqûqa ku desthilatdar ji bo berjewendiyê xwe bi kar tînin, ji bo hiqûqek ku hemû derdorên civakê pê bawer in bixebitin û wiha dom kir: "Em ê ji bo binesaziya hiqûqeke ku hemû takekesan diparêze û ji bo ku pergala dadê pêk were xebatan bimeşînin."
Hevseroka Komeleyê Ozbek got ku 70 kes avakarên komeleyê hene û ew ne tenê li Amedê li hemû bajarên Kurdistanê ji bo ku şaxên komeleyan ava bikin jî dixebitin û piştgirî ji hemû hiqûqnasan xwest.
Ozbek biryara Serdozgeriya Amedê a der barê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê de dabû jî bi bîr anî û wiha berdewam kir: "Em hêvîdar in ku ev biryar ji bo me jî derbasdar bibe û bi tu astengiyê re em rû bi rû nemînin."
Ozbek di dawiya axaftina xwe de jî got ku ew ê wekî avakarên Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê di her qadê jiyanê de li hemberî neheqî û zilmê têbikoşin û bi vê armancê alikariya hemû welatiyên ku mafên wan hatine xwarin bikin.