Diyarname
Heta niha di dîroka Oscarê de tiÅŸtek wisa çênebûbû niha çêbû: Lîstikvanek bi navê Kelly Mantle di xelatên Oscarê de îsal hem ji bo xelata lîstikvanê herî serketî hem ji bo xelata lîstikvana herî serketî bûye berendam.
Lîstikvan Kelly Mantle xwe wekî "gender -fluid" (cinsiyetê/a guherbar*) dibîne, yanê xwe carinan jin, carinan mêr dibîne. Ji ber vê yekê jî ew bi rola di fîlmê "Confessions of a Womanizer" de hem ji bo xelata lîstikvanê, hem ji bo xelata lîstikvana herî serketî berendam hatiye nîÅŸandayîn. Yekemîn car e di dîroka Oscarê de tiÅŸtek wisa çêdibe.
Di dema serîlêdanê de sazkarên fîlm diyar kiribû ku Mantle dixwaze wekî "gender-fluid" bê nasîn, Akademî jî ev yek qebûl kiriye. Di rojên pêÅŸiya me de berendamên Oscarê dê zelal bibin û bêne nîÅŸandayîn.