logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
news-details

Notên ji Kongreya HDP'ê

2'yemîn Kongreya Asan a HDP'ê li Salona Ahmet Taner Kişlali ya li Çankayaya Enqereyê li dar ket. Vane notên ji Kongreyê:

  • Dîrok: 22/06/2014
  • Beş: Nûçe

Cemil Oguz / Enqere

2'yemîn Kongreya Asan a HDP'ê li Salona Ahmet Taner Kişlali ya li Çankayaya Enqereyê li dar ket. Vane notên ji Kongreyê:

- Di kongreya n de daliqandina ala Tirkiyeyê mecbûrî ye. Dema aleke biçûk li ser dikê danîn, gel bi diruşma "Bijî Serok Apo" bersiv da.
- Keçik kincên jinên kurd li xwe kirî li ser dikê pêşkêşvanî kir heta dîwan saz bû. Keçikê bi kurdî, tirkî, îngilîzî axaftin kir; axaftineke serketî bi her sê zimanan, axaftineke herikbar. Em ketin dû ka kî ye? Kesî nas nedikir, dema daket xwarê me xwe gihand, navê wê Hacer Ozmen bû, endameke BDP'ê û li Zanîngeha Hacettepeyê hem zimanê îngilîzî,hem pîsîkolojî dixwîne.
- Axaftina destpêkê ya HDP'ê li ser navê rêveberiya partiyê Garo Paylan kir. Paylan got em bi hêvî li bendê ne ku birêz Ocalan jî li rojek li nava me be.
- Piraniya Şaredarên BDP'ê li wir bûn.
- Ji her kesî zêdetir eleqe ji bo Selahattin Demirtaş hemû, dema ket salonê gel bi çepikên gelek dirêj pêşwazî lê kir. Dema Demirtaş ji bo axaftina xwe derket ser dikê jî gel hemû li ser piyan, li çepikan da û diruşma "Kurdistan bi te serbilind e" bilind kir.
- Ji bo mêvanan axaftin li kurdî, tirkî û îngilîzî wekî sîmultane dihat wergerandin. Li ser dikê jî kesek ji bo kesên nabihîzin axaftin radigihand.
Wêneyên Ocalan bi qasî kongreyên din ên BDP'ê nebin jî, hebûn. Dîsa diruşmên Bijî Serok Apo hebûn.
- Gencay Gursoy û Selma Irmak ji bo hevserokatiya Dîwanê hatin hilbijartin. Gencay Gursoy dema dest bi axaftinê kir bi kurdî û tirkî silav kir. Selma Irak jî bi vî awayî, lê Irmak paşê jî kurdiya xwe dom kir.
- Kuma ku madenkar didin serê xwe hem li ser maseya dîwanê, hem li gelek cihên salonêhatibûn danîn.
- Selahattin Demirtaş dema li protokolê rûniştibû, gelek kesên li jêr, li nava salonê bûn ketibûn rêzê bi telefonên xwe wêneyên wî dikişandin.
- Ligel gelek rojnamegerên kurd, bi dehan rojnamegerên tirk jî di kongreyê de amade bûn. Gelek TV'yî kongre şopand.

Gelek pankart hatibûn daliqandin
- Di kongreyê de gelek pankart hatibûn daliqandin. Ji bilî çend parkartan hemû bi tirkî bûn. Pankartên wekî 'Komara Demokratîk, Welatê Hevpar, Neteweya Demokratîk', 'Em berxwedana Rojava silav dikin', 'Soma ne qeza, komkujî ye', 'Li Somayê, Şirnexê daxwaza zêdetir kar mirovan dikuje', 'Ji Roboskî heta Reyhanli, ger em ji bîr bikin bila dilê me hişk bibe', 'Em li newala Zîlanê HES'ê naxwazin', Perwerdehiya Dayikê Mafê Mirovan e', 'Ji bo baweriya azadî', 'Rêveberiya li cihê xwe'.

Endamên MP'yê zêde kirin
- Endamên Meclisa Partiya ya HDP'ê 80 kes bûn, bi biryareke nû ev hejmar derxistin 100'î; endamên yêdek 40 bû derxistin 50'yî. Dîsa li gor rêgeza partiyê ji nav Endamên Meclisa Partiyê komek ji bo Lijneya Rêveberiya Partiyê têne peywirdarkirin. Nehat niha hejmara Endamên Rêveberiya Navendî 25 bû, ew jî derxistin 29'an.
- Meseleya Hevserokatî jixwe di partiyê de hebû, biryar girtin ku li hemû bajar û navçeyên xwe jî heman rêbazê bidomînin.

Ji Başûr, Rojava û ji welatên dinyayê mêvan
- Ji Başûr, Nûnerê Hikumeta Kurdistanê Kemal Kerkûkî, Cîgerê Serokê Parlemena Başûrê Kurdistanê Cefer Îbrahîm, Nûnera PDK'ê Amîna Zikrî, Nûnerê Goran Êvar îbrahîm, Heseroka PÇDK'ê Necîbe Omer hebûn.
- Ji Rojava,Serokê Meclisa Rojava Ebdulselam Ehmed, ji Tevm-Demê Armayla Hecî Qasim, Sekreterê Partiya Kurd a Çep Mihemed Mûsa, Ji Rêveberiya Navendî ya PYD'ê Başîra Dervîş hebûn.
- Cîgirên Serokên HAKPAR û KADEP'ê, Serokê DÎSK'ê Kanî Beko, Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Tekin Bingol, Serokê Keskê Lamî Ozgen, Serokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Serokê Baroya Amedê Tahir Elç û gelek kes û saziyên din hebûn.

Ji dinyayê gelek nûner
- Ji welatên dinyayê jî gelek nûner hebûn. Ji balyozxaneyên DYA, Almanya, Sirbistan, Avusturya, Urdun, Afrîkaya Başûr, Holland, Kraliyeta Yekbûyî, Kanada, Fransa, Brezîlya nûner hebûn. Her wiha Ji Delegasyona Tirkiye ya Yekîtiya Ewropayê Aycan Akdenîz jî hebû.

Bajar bila bibin eyalet

- Bi ya min pêşniyara herî girîng a kongreyê ew bû ku hat pêşniyar kirin ku li Tirkiyeyê her bajar wekî eyalet bê bi rê ve birin û Tirkiye wekî welatek federatîf ku navenda wê Enqere, bi vî awayî bê bi rê ve birin.

Wekî nota dawî: Bi salan e ku ez kongreyên navenda giştî yên BDP'ê dişopînim, ger ez wan kongreyan û vê bidim berhev, ez dikarim bibêjim heyecana Kongreyên BDP'ê ji ya HDP'ê zêdetir bû. Ji alî beşdarî ve jî ev kongreya HDP'ê negihîşt kongreyên BDP'ê. Zêdetir jî kes li bendê bûn ku ka dê çi bibe. Tiştek din nîqaşa herî zêde jî li ser endamtiya Meclisa Partiyê de bû. Gelek kesî dixwest bikeve meclisa partiyê. Jixwe ji ber vê hejmara endamên meclisa partiyê zêde kirin.

**

Nûçeya eleqedar:

- Kerkûkî silavên Barzanî pêşkêşî kongreya HDP'ê kir

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li Amedê dikana tekstîlê şewitî

ad

Dîmenek ji Xelatê

ad

Nivîskarên kurd çûn ser sînorê Kobanî

ad

Birêz Serokwezîr kurd asîmile ne yan entegre ne?*

ad

1'ê Gulanê pîroz be

ad

Hunermend û nandozî!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname