Diyarname
Kovara Notosê di dosyaya ku amade kiriye de ev pirs kiriye: Li Tirkiyeyê wêjeyeke kurdî heye?
Kovara Notosê du mehan carekê bi tirkî weşana xwe dike. Kovara ku gerînendetiya weşayê ya wê Semih Gumuş dike ji aliyê Weşanên Notos Kîtap ve tê weşandin. Kovarê niha hejmara xwe ya 11'an a gelawêj-rezberê derxist.
Kovarê di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser wêjeya kurdî bi ser navê "Li Tirkiyeyê wêjeyeke kurdî heye" amade kiriye û nivîskarên kurd li ser vê pirsê sekinîne.
Ji bo dosyayê Semih Gumuş pêşekeke nivîsandiye û diyar kiriye ku armanca wan ew e ku vê meseleyê ronî bikin.
Di dosyayê de Lal Laleş, Muhsin Kizilkaya, Îrfan Amîda, Selim Temo, Şener Ozmen, Abidin Parilti, Dilawer Zeraq, Firat Cewerî, Kawa Nemir, Şeyhmus Diken, Yunus Eroglu, Remezan Alan, Yaqob Tilermenî li ser mijarê nivîsên nivîsandine û ji wan hinan di nivîsa xwe de li ser pirsa dosyayê bersiva 'erê', hinan bersiva 'na'yê daye.
Her wiha di kovarê de çîroka Kamûran Bedirxan "Eyloyê Pîr", a Dilawer Zeraq "Lihêfa Şevê" jî ji aliyê Kawa Nemir ve ji bo tirkî hatiye wergerandin û di vê hejmarê hatiye weşandin.


