Diyarname
PEN'a Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ji bo îmzekirina pirtûkên nivîskarên girtî bi hev re çalakiyeke li dar xistin.
Çalakiya îmzeya pirtûkên nivîskarên girtî li avahiya KESK'ê ya Şaxa Mêrdînê li dar ket. Di çalakiyê de pirtûkên nivîskar Fecriye Benek, Delîl Payîz, Rojbîn Perîşan, Evdê Cano, Nezîr Çakan, Yaşar Aslan, Mem Farqînî, Mahîr Bagok, Cengiz Eker û Îlhan Dayan hatin îmzekirin.
Ligel gelek nivîskaran, Mebûsa HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî li çalakiyê amade bû.
Nivîskar Ahmet Çelik ku li ser bernameyê agahî da, diyar kir ku beşa yekem a vê çalakiyê li Amedê bû, niha ya duyemîn li Mêrdinê ye û ji bo balê bikişînin ser girtî û nivîskarên girtî ew van çalakiyan li dar dixin.
Li gor agahiya Çelîk da, ewê li Şirnex, Batman û Wanê jî van çalakiyan bidomînin û paşê li bajarên Anatoliyê û Stenbolê jî çalakiyên wisa çêbikin.



