Diyarname
Egîtîm-Sena Batmanê îsal 3'yemîn car Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt da dest pê kirin. Yên bixwazin divê heta 15'ê gelawêjê berhemên xwe bişînin ber destê komîteya amadekar.
Egîtîm-Sena Batmanê ji bo balê bikişîne ser binpêkirina mafên mirovan yên li Tirkiyê û ji bo afirandina berhemên xweser û hêja yên wêjeyî derxe holê, sê sal in li ser navê ŞERZAN KURT (1989-2010) ê ku dema li Zanîngeha Muglayê dixwend di 12'yê gulana 2010'î de, di pevçûnekê de rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana ji dest da pêşbaziyê li dar dixe.
Pêşbazî îsal jî bi zimanê kurdî (kurmancî) û tirkî hatiye lidar xistin. Şertên pêşbaziyê bi vî rengî ne:
1. Berhemên ku tevlî pêşbaziyê bibin divê berî niha li tu deveran (pirtûk, kovar, înternet hwd.) nehatibin weşandin.
2. Zimanê pêşbaziyê Kurdî (Kurmancî) û Tirkî ye. Ji bo her zimanekî wê xelatek bê dayîn. Heke jûrî hewce pê bibîne dikare xelatê parve bike.
3. Heta 15ê Gelawêja 2013an divê çîrok tevî kurtejiyan, navnîşan û wêneyekî ji maila serzankurt2011@gmail.com re bên şandin.
4. Piştî ku encama XELATA ÇÎROKAN A ŞERZAN KURT A III. eşkere bû, dê berhemên ku jûriyê maqûl dîtine wek pirtûkekê bên weşandin. Kesên ku tevlî pêşbaziyê bibin vê xalê dipejirînin.
5. Encamên pêşbaziyê wê bi rêya çapemeniyê bên eşkere kirin û xelat di 8ê Kanûnê de, di rojbûna ŞERZAN KURT de digel bernameyekê wê werin dayîn.
6. Xelat, peykerekî ku bi taybetî hatiye çêkirin e. Xelat wek pere nayê dayîn.
DESTEYA HILBIJÊR
Hesenê Metê, Brahîm Ronîzêr, Lokman Ayebe, Feratê Dengizî, H. Kovan Baqî, Ömer KURT (Bavê Şerzan KURT e. Wê ray bi kar neyîne.)
***
REKLAM
Hejmara nû ya kovara Dîwar li benda we ye!
Ji bo abonetî û pirsên din:
Ji bo nûçeya li ser kovarê jî wêneyê kovarê bitikînin.