Diyarname
Yek ji rexnegirên girîng ên wêjeyê nivîskar Fethî Nacî jiyana xwe ji dest da. Fertî Nasî di nava wêjeya tirkî wekî "rexnegirê herî mezin ê li jiyanê" dihat qebûlkirin.
Weşanger, rexnegir û nivîskarê bi nav û deng ê edebiyata tirk Fethî Nacî wefat kir. Nacî di sala 1927'an de li Gîresûnê hatiye dinê. Fakulteya Îktisadê ya Zankoya Stenbolê xwendiye. Piştî salên 1940'î di kovar û rojnameyên cur bi cur de helbest û çîrokên wî hatine weşandin.
Fethî Nacî bêhtir bi nasnameya xwe ya rexnegiriya edebiyatê nav da û di wî warî de bi dehan berhem afirandin.
Mirina Fethî Nacî di nav derûdorên wêjeyî de bû sedemê xemginiyê.
Wêne: ji Radikalê hate girtin


