Diyarname
Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek ku roja 11'ê gulanê hatibû binçavkirin û bi îdîaya "endamê rêxistinê" ye vê sibê hatibû tewqîfkirin, di cih de hat sirgunkirin jî. Yuksek bi awayekî sirgunî şandin Girtîgeha Edeneyê
Parêzerê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Mesût Beştaş der barê girtina Yuksek de karên lêpirsîna li muduriyeta polîsan û dozgeriyê dişopîne, dest nîşan kir ku lêpirsîn li ser sîparîşan bi rê ve diçe. Beştaş da zanîn ku, bi nêzîkatiyeke wekî "Çima hûn siyasetê dikin" nêzî Yuksek bûn û diyar kir ku di lêpirsînê de rexnekirina desthilatdarî wekî sûc hatiye dîtin.
Navenda Giştî ya DBP'ê jî li ser girtina Yuksek daxuyanî da û li hemberî biryara girtinê ya bi hincetên ne cidî û neexlaqî nerazîbûn nîşan da. Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Semra Demîr diyar kir ku hedef pûçkirina kongreya wan a giştî ye û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ew ê dev ji înşakirina Komara Demokratîk û Xweseriya Demokratîk bernedin.
Kongreya DBP'ê dê roja 21'ê vê mehê li dar bikeve lê ji bo 28'ê mehê bi paş ve hat talûqkirin.


