Diyarname
Walîtiya Stenbolê konsera NÇM'ê ya bi navê "Silav" ku dê li Zindanên Yedîkuleya Stenbolê li dar bikeve qedexe kir. Êdî di nav qedexeyan de "silav"dayîn jî heye.
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dê roja 25'ê mehê bi beşdariya hunermendên xwe konsereke mezin bida. Navê "Silav" li konsera xwe kiribûn û bi gelek zimanan dê "silav" bidana. Ji bo vê yekê amadehî temam bûbûn, bilêt hatibûn firotin. Lê roja 24'ê mehê Walîtiya Stenbolê biryara Lijneya Parastina Hebûnên Tebîetê û Çandî ya wekî "Li Zindanên Yedîkuleyê çalakî nikarin bêne çêkirin" nîşan da û konsera NÇM'ê qedexe kir. Walîtî îdîa dike ku du sal berê ev biryar hatiye dayîn. Niha pirs ev e: Ger wisa ba çawa pêşî destûr hat dayîn, çima di kêliya dawî de, rojek berî konserê biryara qedexeyê hat dayîn?
NÇM'ê li ser vê yekê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku li hemberî vê biryarê bi hemû hunermendên xwe roja 25'ê mehê saet 18.00'an de daxuyaniya çapemeniyê bide.
Her wiha NÇM'ê got ku dî vexwendname û bilêt girtine bila wan veşêrin heta bernameyeke din ku dê cihê wê jî eşkere bikin.


