Çewlig
Berendamê DTP'ê yê Çewligê Firat Anli li Çewligê bi rojnamegerên herêmî re hevdîtineke pêk anî.
Şaredarê Yenîşehîra Amedê û berendamê Şaredariya Çewligê yê DTP'ê yê niha Firat Anli di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de îro bi rojnamegerên li Çewligê re hat cem hev. Anli li ser xebatên xwe yên ku li Yenîşehîra Amedê kirine agahî da rojnamegeran, da zanîn ku dema li Çewligê bê hilbijartin ewê xizmetê bike, ji rojnamegeran jî xwest ku di rewşeke wisa de ew rexneyên xwe pêşkêş bikin.
Rojnamegeran eleqeyeke baş şanî Anli da.