logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  5. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
news-details

Dîplomasiya xeta Başûr

Li başûrê Kurdistanê ku bi salan e rêveberî di destê kurdan de ye, heta niha nikarîne sîstemek hevgirtî ava bikin û sazi

  • Dîrok: 12/12/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

ŞASWAR MAME

Li başûrê Kurdistanê ku bi salan e rêveberî di destê kurdan de ye, heta niha nikarîne sîstemek hevgirtî ava bikin û saziyên rêvebirinê bikin saziyên niştimanî. Ji hikumeta Şêx Mehmûd Hefîd heta rêveberiya di bin xeta Mele Mistefa Barzanî hate avakirin, welat li gorî berjewendiyên malbat û eşîran hatiye birêvebirin û bikaranîn. Ev rewş, heta îro jî didome û bûye sedema jidestdana gelek destketiyan.
Ger mirov kiryarên di bin navê "dîplomasiya Kurdistanê" li Başûr bike mînak, wê baştir fêm bike ka ev xet çiqas zirarê dide pêvajoya gelê kurd û çiqas destketiyan winda dike.
Di dîroka başûrê Kurdistanê de, têkiliyeke nîştimanî bi welatên derdora Kurdistanê û cihanê re nebûye. Her têkiliyek çêbûbe, têkiliya eşîrekê bûye yan têkiliya kesatiyeke siyasî bûye yan jî di vê dawiyê de têkiliya partiyan bûye.
Di sedsala 20'an de ku sedsalan liv û tevgerên kurdan bû, têkiliyên ku dihatin danîn, li ser navê eşîr û kesatiyên civakî bûn. Piştî avakirina PDK'ê jî, têkiliyên ku ji aliyê siyasetmedarên PDK'ê ve dihatin danîn, di xizmeta berjewendiya eşîra Barzan de bûn. Mînaka wê jî tevgerên Celal Talebanî, berî avakirina YNK'ê ye. Heger têkiliyek ji derveyî wê hatiba avakirin, ji aliyê Mele Mistefa Barzanî ve dihat têkbirin, ji ber ku baweriya wan bi partîbûnê tune bû. Jixwe, gotineke bi nav û deng a Mele Mistefa heye ku dibêje, "Ji min re bibêjin...., lê ji min re nebêjin serokê partiyê!"
Îran, Tirkiye, Sovyet, Amerîka, Îsraîl, Iraq û welatên Erebî jî wekî serokê eşîrekê bi Barzanî re miamele dikirin. Ji ber ku daxwazên eşîran ne mezin bûn û bi hêsanî dihatin pêkanîn û tu prensîpên neteweyî û nîştimanî li cem wan tune bû. Ev rewşa di nav eşîrên kurdan de hebû, piştî serhildana 1991'ê derbasî nav partiyan bûye. Heta niha jî her aliyek bi serê xwe dikeve nav têkiliyên veşartî bi dewletên herêmî û navneteweyî re. Ji ber ku di van têkiliyan de tu prensîbeke siyasî û exlaqî tune ye, her tim partiyên Başûr ji aliyê hêzên derve ve ji bo berjewendiyên xwe tên bikaranîn. Bûyerên piştî encamdana referandumê, berhema van nêzîkatiyên partiyên Başûr bû. Her sal bi mîlyonan dolar ji bo biwarê têkiliyên derve ji budceya Kurdistanê tê standin. Lê kes nizane ev têkiliyên ku tên danîn li ser çi bingehî ne. Ji ber ku bingeha van têkiliyan tune ye û têkiliyên demkî ne, mirov dibîne her dewletek rojekê wekî dost xwe nîşan dide, rojekê jî wekî dijmin. Niha her yek ji Nêçîrvan Barzanî û aliyên din bi awayên cuda hewl didin dîsan têkiliyên xwe bi dewletan re çêkin. Ji bo vê jî amade ne bi her awayî tevbigerin. Ew jî dizanin di nav gelê Kurdistanê de cihê wan êdî tune ye, dixwazin hebûna xwe bi têkilî û piştevaniya dewletekê biparêzin. Çawa ku berê ji bo parastina desthilata xwe, hêzên Îran, Tirkiye û Iraqê anîn Başûr, niha jî li rêyekê digerin ji bo ku careke din bandora xwe xurt bikin. Çûyîna Nêçîrvan Barzanî bi qaçaxî ber bi Tirkiyeyê ve û piştre ber bi Parîsê ve, di vê çarçoveyê de ye.
Sala 1958'an dema ku şoreşa Ebdulkerîm Qasim li Iraqê çêbû, gelek mafên kurdan jî di destûra nû de hatin bicihkirin. Bi sedema wê jî Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî vegeriyan Iraqê. Dewleta Iraqê hat guhertin û derbasî sîstema Komarî bû, lê nêzîkatiya Barzanî û PDK'ê - wê demê tenê ew partiya kurdan bû li Başûr- nehatin guhertin û sîstema eşîrî dewam kir.
Mele Mistefa Barzanî ku wekî rêber û serokê kurdan dihat naskirin, digot: "Ez ne rêber û serok im, ez eskerekî Ebdulkerîm Qasim im, ez solê Ebdulkerîm Qasim im". Talebanî dibêje, çiqas me jê lava dikir ku wisa nebêje û wekî serokekî tevbigere, lê bi gotina kesekî nedikir. Mesûd Barzanî jî wekî bavê xwe li hember Hafiz Esedê serokê Sûriyê, heman tişt gotibû, li hember Îran û Tirkiyeyê jî ev nêzîkatî heta îro didome.
Dema ku serok û partî wisa tevbigerin, mirov çawa dikare li benda piştevaniya navneteweyî û bipêşxistina dîplomasiya kurdan be?
Van salên dawî, her ev partî û serokê wan bûn ku welat bi welat digeriyan û daxwaz dikirin da ku PYD û YPG wekî hêzên terorîstî nasbikin û alîkariya wan nekin. Heta niha jî ENKS li ser vê xetê dimeşe.
Niha her yek ji PDK û YNK'ê ku koka wan yek e, û ji bo desthilatdariya xwe bûne du partî, bi serê xwe têkiliyên li gorî berjewendiyên xwe yên teng bi welat û aliyên derve re çêdikin. Her yek ji bo berjewendiyên cur bi cur yên aliyên navneteweyî û herêmî dixebitin. Bi doza gelê kurd û Kurdistanê dilîzin. Her aliyek derve zêdetir pere bide wan, bi wî re tevdigerin. Di bingehê de ev partiyên bazirganiyê ne. Ku mirov dîroka xwe baş bizane, fêm dike ku ev bûyerên niha diqewimin, ne bûyerên nû ne. Ev rewş her tim bi awayên cur bi cur di sedsala bihurî de hebûye û zû bi zû dubare dibe. Hêzên desthildatdar ên Başûr ku bi eslê xwe eşîr yan malbatek in û ji bo berjewendiyên xwe bi navê partiyê tevdigerin, li ser xeteke siyasî ya herêmî û navneteweyî dimeşin. Tu caran ev têkilî li ser bingeha berjewendiyên Kurdistan û gelê kurd nebûye, her carê pîvana van têkiliyan berjewendiyeke teng bûye. Ku mirov qala mînakan jî bike, divê gelek pirtûkan binivîse. Ji ber ku di arşîva veşartî ya dîroka me de gelek tişt zelal in, hewce nake ez li vir binivîsim. Bila hogirên rastiyê ji bo zelalkirina dîroka ku rastiya îro derdixe, bikevin lêkolînan.
Lê ya girîng ew e ku xuya ye êdî dîrokeke nû tê nivîsîn. Xeteke din li Kurdistanê bi pêş dikeve ku vê rewşê diguherîne. Xeta siyaseta demokratîk a Rojava wê rê li pêş dubarekirina dîroka sedsala 20'an bigire.
12.12.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Lîsteya şaredarên girtî

ad

Yekbun û Dîlan Îzol: 17 sal in ev zilm li ser me didome

ad

Lîstika 'Bekoyê Ewan' li ser dikê ye

ad

SAMSA , KAFKA Û KURD

ad

Nûbihar bi 'Berxwedana Araratê' derket

ad

Akin li ser “Lêkolînên zimanasiya kurdî” diaxive

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname