Diyarname
Koma "Gorulmuştur" bi navê "Xêzên Dîwar Qulkirine" pêşangeha karîkaturan vekir. Pêşangeha ku duh li Komeleya Dîvrîgî Kulturê ya li Beyogluya Stenbolê vebû, îro jî didome.
Berê ji karîkaturên girtiyan bi heman awayî du pêşangeh vekiribûn û niha yeka din lê zêde kirie.
Di pêşangehê de 70 berhemên 22 karîkaturîstên ji girtîgehê hene.
Her wiha bi navê "Duvarlari Gelen Çizgiler" ku dîsa karîkaturên girtiyan têde bûn pirtûkek ji Weşanên Utopya derxistibûn.
Koma "Gorulmuştur" ji bo alîkarî û piştgiriya girtiyan ji ser malpera "gorulmustur.org" name û dîtinên girtiyan belav dike.