Cemil Oguz
Di çarçoveya İF İstanbul Festîvala Fîlmên Serbixwe de beşeke bi navê "pêşîlêvekirin" hate li dar xistin û di vê beşê de fîlmên kurdî hatin nîşandayîn. Dîsa li ser vê beşê roja 19'ê mehê li The Hallê bi beşdariya Dîrektorê Festîvala Fîlmên Kurdî ya London û New Yorkê Mustafa Gundogdu, derhênerê kurd Hîşam Zeman, Huseyîn Karabey û derhênerê fîlmê "Kurdî" derhênerî îngilîz Doug Aubrey li ser sînemaya kurd gotûbêjeke hate li dar xistin.
Gotûbêj ji aliyê Kordînatora İF İstanbul Serra Ciliv ve hate bi rê ve birin. Ciliv di axaftina xwe ya destpêkê de got ku par dema wan xwest fîlmê Yuksel Yavuz ê bi navê "Close up Kurdistan" (Ji Plana Nêz ve Kurdistan) bînin nîşan bidin gelek fikirîne û wisa dom kir: "Hem naverokê fîlm giran bû, hem jî navê wê. Me yek ji zaneyên vî karî pirsî got; 'Li Tirkiyeyê fîlmên biyanî ji sansurê mehrûm in. Lê dîsa jî dema dozger bixwazin dikarin doz li we vekin.' Li ser vê em hinek tirsiyan. Dîsa jî me got emê nîşan bidin. Me bi Yuksel re xeber da, me got em navê fîlm wekî 'Ji Nêz ve' be. Dûre Yuksel got 'wê çaxê bila Ji nêz ve Kurd' be, me bi vî awayî di kataloga festîvalê de nivîsî. Lê dîsa jî tirsa me hebû. Me bi vî awayî fîlm nîşan da. Felek baş jî derbas bû. Ji bilî hin neteweperestan fîlm bi eleqeyeke baş re rû bi rû ma. Piştre li Amedê Konferansa Sînemaya Kurd li dar ket. Me got li Amedê tişt çêdibin em çima ditirsin. Me got em beşeke fîlmên kurdî li festîvalê zêde bikin. Meseleya 'pêşîlêvekirinê' di rojevê de bû me jî ev nav lê kir. Di vê navberê de me bi Mustafa re (Mustafa Gundogdu) têkilî danî. Gelek alîkarî me jî kir. Ev fîlmê kurdî niha di festîvalê de ne me nîşan dan. Gelek jî hatin ecibandin."
Festîvala London û New Yorkê
Cilic ji bo qala kurtejiyana xwe û qala festîvalên ku li dar dixe bike gotin da Dîrektorê Festîvala Fîlmên Kurdî ya London û New Yorkê Mustafa Gundogdu. Gundogdu da zanîn ku ew ji Dêrsimê ye, di 9 saliya xwe de hatiye Stenbolê, dema di zanîngehê de bûye li Navenda Çanda Mezopotamyayê qursên li ser sînemayê hatine li darxistin li wir dest bi qursan kiriye, lê dûre di karên Mafên Mirovan de xebitiye. Pişte dema çûye Îngilistanê jî dîsa heman tiştek kiriye. Di sala 2001'ê de ew û hevalên xwe fikirîne ku dikarin Festîvala Fîlmên Kurdî li dar bixin yan na? Li ser vê em guh bidin Gundogdu: "Me di sala 2001'ê de festîval da dest pê kirin. Di festîvalê de fîlmên kurdî, fîlmên ku derhêner kurd bin lê dikare mijar ne kurd be, fîlmên ku derhêner ne kurd be lê mijar kurd be, me ew nîşan dan. Di destpêkê de 20 fîlm me nîşan da. Di festîvala par de me 127 fîlmên derhênerên kurd nîşan dan. Her ku çû fîlmên kurdî zêde bûn. Niha fîlmên derhênerên ne kurd rêjeya wan a di festîvalê de daket serî 10'î. Berê ev rêje zêdetir bû. Dema festîval li dar ket, berhemdayîna fîlmên kurdî jî zêde bû. Ji ber ku dîtin dema fîlm bêne kişandin cihê ku lê bê nîşandayîn hene. Dûre me got em li New Yorkê jî festîvalê li dar bixin. Min jixwe dixwest li New Yorkê tiştek bikim. Dema ev fikir jî derket cih de em ketin nav tevgerê."
Ji bo 60 kurdî festîvalek
Mustafa Gundogdu da zanîn ku di dema amadekirina festîalê de wan fîlmên li ser kurdan ên di salên 1926'an, 1932'yan de li Sovyetê, li Ermenistanê hatine kişandin jî bi dest xistine û ew jî nîşan dane. Gundogdu got ku li Îngilistanê li şaredariyeke tenê 60 kurd lê dijîn, hatin ji me re gotin ku em ji bo wan kurdan festîvaleke li dar bixin û wisa dom kir: "Li ciheke tenê 60 kurd lê dijîn şaredar tê dixwaze em festîvaleke li dar bixin, lê li Tirkiyeyê bi mîlyonan kurd hene Festîvala Fîlmên Kurdî nîn e. Ez ev gava İF İstanbulê 'pêşîlêvekirina' wan gelek erênî dibînim. Lê ev 'pêşîlêvekirin'a hukumetê ne erênî ye. Hûn dizanin pêşî gotin 'Pêşîlêvekirina kurd', dûre bû 'pêşîlêvekirina demokratîk' dûre bû 'projeya yekîtiya neteweyî'. Yanê her bi paş ve çûye. Niha wê bi ku de biçe ez nizanim."
Dîrektor Gundogdu got ku bi festîvalê me kurd nas kirin, kurdan xwe bi xwe nas kir, kurd nêzî hev bûn. Ji ber ku amadekarên festîvalê zêdetir ji bakur bûn, pêşî giraniya bakur di festîvalê de çêbû, dûre me derhênerên kurdên parçeyên din jî dîtin û niha ji her derê fîlmên kurdî ji me re tên û em nîşan didin. Yanê gaveke baş, têkiliyeke baş di navbera sînemagerên kurd de çêbû.
Kurdî çîroka kurdekî ye
Derhênerê fîlmê bi navê "Kurdî", derhênerê îngilîz Doug Aubrey jî qala fîlmê "Kurdî" kir. Aubrey got ku ew ji Balkanan vegeriya bû, tevliheviya wê derê dîtibû. Bi vî awayî hay ji miletên cuda çêbûye û ev yek lê zêde kir: "Dema ez hatim Glasgow bi wî çavî min nêrî li wir gelek milet hebûn. Kurd jî heb^nu. Jixwe pevçûnek derketibû û ciwanekî kurd hatibû kuştin. Ez li ser xebitîm, bi Perî (Kesê li ser fîlm çêkiriye, lehengê fîlm) re me hev nas kir. Berî ku li Iraqê şer çêbibe bi du rojan me dest bi kişandinê kir, di 5 salan de fîlm temam bû. Tevî Perî me lêkolîn dikir, raçavî dikir û dikişand. Fîlmê 'Kurdî' vê nîşan dide: Şerekî dikare çawa tesîr li kesekî bike."
Li Stenbolê li ser kurdan dê fîlm bikişîne
Derhêner Hîşam Zeman ji Kerkûkê hatiye dinê, di zarokatiye bûye koçber. Pêşî ji ser Îran, Tirkiyeyê re çûye Norwecê, li wê derê xwendiye û dest bi sînemayê kiriye. Fîlmên wî "Bawke" û "Welatê Zivistanê" di festîvalê de hatin nîşandayîn. Zeman da zanîn ku lehengê wî di fîlmên wî de bi kurdî diaxivin ji ber ku ew kurd e. Zeman got ku ew heta dikare nakeve nav siyasetê lê her ku qala kurdî tê kirin, siyaset tê bîra wan. Zeman wisa got: "Her ku ez diçim festîvalekê ji min dipirsin sînemaya kurd çi ye? Tiştên li ser sînemaya kurd bêne gotin pir in. Hûn zarokekî demeke dirêj dixin odeyekê û derî lê digirin. Dema ew zarok ji wir derkeve yekem tiştê ku bibêje dê êş be. Yê sînemagerên kurd jî wisa ye. Dema dev ji çek ber didin û tişteke dikişînin yekem tiştê dibêjin êş e. Li ser sînemaya kurd çend tişt hene: 1- Ziman, 2- Kevneşopî, 3- Lîstikvan. Ya çaran jî ezê di festîvala bê de bînim ziman."
Hîşam Zeman da zanîn ku ewê li Stenbolê, li ser kurdan fîlmekî bikişîne dûre vegere ser mijarên din. Li ser gotina 'Ew derhênerê kurd e yan na' jî ev yek anî ziman: "Li Norwecê dibêjin derhênerê norwecî, li cem kurdan dibêjin derhênerê kurd, dema ez diçim festîvalên li Rojhilata Navîn jî dibêjin derhênerê rojhilatî. Ez bi xwe, xwe sînor nakim."
'Em qala çîroka xwe dikin'
Derhêner Huseyîn Karabey jî diyar kir ku ji ber ku li Tirkiyeyê pirsgirêka nasnameya kurd heye loma dibêjen derhênerê kurd. Karabey wisa axivî: "Em li ser çîroka xwe tiştan vedibêjin. Girîngiya fîlman heye. Li wê derê êşek heye. Em wê tînin ziman. Carinan ew êş li ber pozê me ye. Zarokên ku kevir avêtin û ketin hepsê hin jê li Dolapdereyê (taxeke Stenbolê), li ber me bûn. Em wan tune bihesibînin di demên pêş de wê pirsirêkên mezin derkevin. Ez niha li ser zarokên ku kevir avêtin, ji bo piştgiriyê fîlmeke amade dikim. Wê ne zêde hunerî be lê ji bo piştgiriya wan divê."
Karabey li ser festîvalên li ser navên gelan jî wisa got: "Pêşî li dinyayê cihûyan festîval bi navê xwe, 'Festîvala Fîlmên Cihuyan" li dar xistin, dûre ereban, 'Festîvala Fîlmên Ereb', dûre 'Festîvalên li ser mafên mirovan' li dar ketin û kurd jî 'Festîvalên Fîlmên Kurdî' li dar dixin. Heta pirsgirêka kurd hebe ev festîval wê bidomin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- 'Pisîkên' Behmen Qubadî li "İF İstanbul"ê ne
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.