Li ser rêya festîvalê ji nava me bar kir Dost Çiyayî
Cemil Oguz
Van rojan Festîvala Çand û Xwezayî ya Mûnzûrê didome. Tam 5 sal berê li ser riya vê festîvalê me helbestvanekî xwe winda kir. Ew "Xemxurê zimanê kurdî" Dost Çiyayî bû.
Dost Çiyayî (Mahmut Çaça) di sala 1972'yan de li gundê Qelendera Mêrdînê hatiye dinê. Li gund, Mêrdîn û Qoserê xwendiye. Di sala 1991'ê de derbasî Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê dibe. Di sala 1992'yan de êþa gurçikan lê hasil dibe û du caran emeliyet dibe. Bi enfeksiyona jehrpêketina xwînê dikeve komayê, di dema ku her kes jê bêhêvî dibe de ew hêza xwe ya çiyayî ya ku di heman demê de ji paþnavê xwe girtiye nîþan dide û li jiyanê vedigere.
Çiyayî di sala 1995'an de ji beþa Mamostetiya Seretayî mezûn dibe û dest bi karê mamostetiyê dike. Di heman salê de dizewice. Lawek jêre çêdibe û navê Baz li kurê xwe dike. Di vê navberê de helbest û çîrokên wî di kovarên wekî Jiyana Reþen, Pelîn, Nûdem û Nûbiharê de diweþin. Ji berhemên Metîn Kaygalak, Muzaffed Îzgu û Murathan Mungan wergeran dike.
Li ser berhema Kaygalak helbestvan Dost Çiyayî ji hevalê xwe Remezan Alan re wisa dibêje, "Tu dizanî, hem gelek li xweþa min çû û hem jî heyfa min pê hat ku ne bi kurdi ye; Halbûkî êþa tê de çiqas ji me ye!"
Li ser kurdî serê xwe pir diêþand
Helbestvan Dost Çiyayî ku li ser kurdî gelek serê xwe diêþîne, her dest davêje amadekirina, nivîsandina berheman di havîna 2003'yan de ji bo beþdariya Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bibe berê xwe dide Dêrsimê. Û di dema ku diçû festîvalê li ser rê qezayeke trafîkê derbas dike û jiyana xwe ji dest dide.
Çiyayî berî wefata xwe diçe Weþanên Avestayê, li ser pirtûkên xwe bi Edîtorê Weþanxaneyê Abdullah Keskîn re xeber dide lê bêyî ku bi awayekî çapkirî pirtûkên xwe bibîne xatir ji vê dinyayê dixwaze.
Piþtî wefata wî, di sala 2005'an de pirtûka wî ya helbestan "Qetran" û pirtûka Metin Kaygalak ku bi navê "Bîra Rûyê Min" wergerandibû ji Avestayê têne weþandin, bêyî ku ew bibîne. Û ji wî ev berhem ji me re dimînin, hin jî nivîsên din ku hê ne diyar e li ku ne.
Di 5 saliya wefata Dost Çiyayî de heval û dostên Çiyayî ji me re qala wî kirin.
Nivîskarekî azwer bû
Weþangerê wî Abdullah Keskîn wisa Çiyayî bibîr tîne: "Berî mirinê dema hatibû cem me biryar dabû ku hem wergera wî, hem pirtûka wî çap bikin. Hem wekî þexsiyet, hem jî berhema wî pir bala min kiþandibû. Wî hêviyek cidî dabû min, lê mixabin zû ji nava me bar kir."
Nivîskar Rezeman Alan jî di pêþeka ku ji bo "Bîra rûyê min de" nivîsandiye de wisa dibêje li ser Çiyayî: "Bavekî zana bû; ji bo ku di vê berpirsiyarî de nelikume heya çendekê barê xwendina pirtûkên pedagojîk dabû ser xwe. Malxwûyekî nazik, dildar û heqþînas bû. Mamosteyekî xebatkar bû; þagirtên wî zîrekên dibistanên xwe bûn. Maqûlekî bi sebir û semax bû; heya bêjeya dawîn bi guhên dil guhdarîdikir. Dostekî hêja bû; sadiqê jîvan, soz û sazan bû. Û helbet ew nivîskarekî azwer bû."
Hevalê wî çîroknivîs Yaqob Tilermenî jî bi van gotinan Çiyayî bibîr tîne: "Ew xemxurê zimanê kurdî bû. Ji peyva çiya pir hez dikir. Ji navê Qelendera ku navê gundê wî ye pir hez dikir. Me bi pirtûka Fepî Huseyîn Sagniç bi hev re xwend û ji wê em hînê kurdî bûn. Ji Feqî Huseyîn pir hez dikir. Çîrok, helbest û roman lêkir."
Eger jiyabûya dê temeke nû hilgirta helbesta kurdî
Helbestvan Arjen Arî jî li ser Dost Çiyayî dibêje; "Eger jiyabûya dê temeke nû hilgirta helbesta kurdî" û wiha didomîne: "Li gor wê temenê xwe ya ciwan serê xwe diêþand li ser edebiyatê. Nirx dida edebiyatê, tiþtek hêja didît. Ji nimuneyên hiþtine jî diyar e, erê di lêgerînekê bû lê bi ser ketiye."
Arî diyer dike ku "Dost hê vê gavê tê gihabû nasnameyeke helbestî bi dest bixe" û van gotinan bilêv dike: "Helbesta wî li ser piya ye, eþkere ye. Berê xwe daye bidestxistina îmgeyan. Li gora wê demê kurdewar e, îro jî kurdewar e. Riheke helbestî ya stûr mirov dibîne di nava helbesta wî de.
Wekî kes jî bi têra xwe li ser edebiyata kurdî, HAWAR'ê, helbesta kurdî û yên kurdên bi tirkî jî dinivîsand diþopand."
Arjen Arî wekî kes jî bi van gotinan pesnê Çiyayî dide: "Mirovekî dilovan, dilsoz bû. Hurmetkar bû. Nefsbiçûk bû."
***
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe û nivîsên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe û nivîsên Diyarnameyê qedexe ye.
**
Nivîsên bi vê re eleqedar:
- MAHABAD Wê Li Dêrsimê Ji Bo Dost Çiyayî Bistrê
Fotoyê Dost Çiyayî ji malpera Weþanxaneya Avestayê hatiye girtin