AMED
Heyeta Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku ji 9 kesan pêk tê dê here Rojava û hin hevdîtinan pêk bîne. Heyeta di bin Serokatiya Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan de, ji bo rewşa Rojava bibîne, li ser zor û zehmetiyên ku gel dijî bibîne diçe Rojava.
Di nav heyetê de ligel Turkdogan, Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê parêzer Serdar Çelebi, parêzer Osman Suzen, Sekretera Giştî Selma Gungor, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî Sevim Salihoğlu, Nûnerê Herêmê Şevket Akdemir, Serokê ÎHD'ya Amedê Raci Bilici, Serokê ÎHD'ya Sêrtê Vetha Aydin û Rêberê ÎHD'ya Culemêrgê Ferzende Taş cih digirin.
Heyet îro ji Deriyê Dirbesiya Qoserê dê derbasî Rojava bibe. Heyet pêşî li Kontora Cizîrê wê li Qamişlo hevdîtinan pêk bîne. Heyet ligel Serokwezîrê Kantonê, Serokê Meclisê, wê bi rêveberên Rêxistina Mafên Mirovan a ku li Rojava hatiye avakirin re jî hevdîtinê pêk bîne.
Heyet dê li ser xendekên ku PDK'ê li ser sînorê Rojava û Başûr kolandine jî lêkolînê bike. Li gor gotinan di vegerê de Heyet wê çavdêriyên xwe wekî raporek pêşkêş bike.


