Diyarname
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku du warê çand û hunerê de xebatên baş dike, kovareke nû pêşkêşî kurdan kir: "Folklora Kurdan".
Şaredarî bi navê "Folkrolar Kurdan" kovareke nû pêşkêşî kurdîhezan kir. Kovarê bi diruşma "Zargotin zêrgotine , zêrgotin zorgotin e" dest bi weşana xwe kiriye. Kovara ku ji 88 rûpelî pêk tê û hemû rengîn e dê ji sê mehan carekê derkeve. Hejmara yekem a kovarê wekî rêbendan, reşemî û adar derketiye û ew niha amadehiya hejmara duyemîn dikin.
Kovar bê pere tê belavkirin û di hejmara yekem de hemû kovarên ku hatibûn çapkirin hatin belavkirin.
Folklora Kurdan dike ku deriyeke nû li folklora kurdî veke. Kovar dê hem berhemên folklorî yên kurdî ku hatine bevhevkirin careke din bigihîne ber destên xwendevanan, hem jî tiştinên nû pêşkêş bike. Ji ber vê deriyê kovarê ji bo her kesê dixwaze keda xwe bixe nav kovarê vekiriye.
'Folklor û berhevkirina folklorê', 'Navlêk', 'Di zargotina kurdî de demsala zivistanê' û gelek nivîsên din ên cur bi cur hatine weşandine. Li ser 'maniyan', 'nifiran', 'çîroka stranan', 'payizokan', lîstikan nivîs hatine weşandin. Her wiha hin çîrokên gelêrî yên balkêş jî di nav kovarê de cihê xwe girtine.
Ji bo têkilî û xwestinê:
folklorakurdan@gmail.com