Diyarname
19'emîn Pêşbaziya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî hate dest pê kirin. Kesên bixwazin beşdar bibin divê heta 15'ê rezberê berhemên xwe bişînin ber destê amadekarên pêşbaziyê.
Ji bo bîranîna Huseyîn Çelebî ji sala 1993'yan ve Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê pêşbaziya çîrok û helbestan daye dest pê kirin. Merasima xelatdayîna pêşbaziyê ya îsal dê li Hambûrgê ku Çelebî li wê derê hatiye dinyayê bê dayîn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya amadekaran îsal jî bi tirkî û kurdî, id kurdî de bi kurmancî û kirmanckî pêşbaziyê li dar dixin
Amadekaran gotin ku par jî di berhemên bi kurdî û tirkî ku di warê hejmar û qelîteyê de pêşketineke hebû û ew li bendê ne ku ev yer zêdetir bibe. Di daxuyaniya nivîskî de diyar kirin ku ew dikin di 20'emîn pêşbaziyê de beşa soranî jî li pêşbaziyê bikin.
Di nav endamên juriyê de ji bo helbesta kurmancî navê Berken Bereh, Dîlber Hêma û Rehman Marînî; ji bo çîroka kurmancî jî navê Kawa Nemir, Birahîm Ronîzêr û Samî Hêzîl hatiye diyarkirin.
Di nav endamên juriyê ya beşa helbest û çîroka kirmancî de jî Ali Aydin Çiçek, Mehmet Çetin û Kamer Soylemez hene.
Di beşa helbesta tirkî de navê Şenel Gokçe, Ozgün E. Bulut û Tevfik Taş hatiye eşkerekirin; di beşa çîroka tirkî de jî Ayşegul Devecioglu, Yavuz Ekinci û Murat Ozyaşar hene.
Kesên bixwazin beşdar bibin divê herî dawî heta 15'ê rezberê berhemên xwe bigihînin ber destê amadekaran. Di beşa helbestê de herî zêde du, di beşa çîrokê de jî herî zêde bi çîrokek mirov dikarin beşdarî pêşbaziyê bibin. Her wiha di warê dirêjiya çîrokê de jî sînorek hate diyarkirin û li gor vê yekê çîrokên ku bêne şandin divê herî zêde 7 rûpelên A4 bin. Encam dê bi merasimeke ku di meha sermawezê de li dar bikeve de bêne eşkerekirin û xelat bêne dayîn.
Ji bo kesên eleqedar:
E-mail: huseyin.celebi2011@hotmail.de
Navnîşan: Postfach 13 07 03, 20107 Hamburg/Almanya