Diyarname
Yek ji rojnameyên mezin a cîhana erebî Al Quds Al Arabi ku navenda wê li Londonê ye nûçeya teza Ferzan Şêr a li ser berhemên Helîm Yûsiv weşand.
Hefteya borî li Zanîngeha Bîlgî helbestvan Ferzan Şêr teza xwe ya ku li ser berhemên Helîm Yûsiv amade kiribû û zanîngehê ew qebûl kiribû pêşkêşî mêvanan kiribû. Me jî di Diyarnameyê de ew kiribû nûçe.* Yek ji rojnameyên erebî Al Quds Al Arabi ew nûçe girtiye, wergerandiye erebî û li ser navê Cemil Oguz di rûpela xwe ya çandê de weşandiye.
Nûçe bi sernavê "Berhemên romannivîs Helîm Yûsiv bûn mijara "Tezekê" di zanîngeheke Tirkiyê de" û di hejmara wan a 8-9 adara 2014'an de hatiye weşandin.
Her wiha malpera Gemyakurdan.netê jî ev nûçeya erebî di malpera xwe weşandiye.
***
Nûçeya eleqedar:
* Ferzan Şêr: Helîm Yûsiv ne kêmî Marquez e
Ji bo nûçeya bi erebî bitikînin:
AL QUDS AL ARABİ